WARÊ EGÎDAN: BOTAN – Beşê 2
Asya Weşûkanî

Cuma Bilikî îdeolojiya Rêber Apo nas dike, bi taybet jî tarzê Rêbertî dibîne, perwerdê li qada Sûriyê dibîne. Bi vî awayî di vê bingehê de xwe ji nû ve tevlî dike û kesayetiyeke ku hêzeke nayê zevtkirin diafrîne. Mirov vê pir rihetî dikare di şexsê Cûma Bilikî de bibîne. Dîsa ji hêla meziyetên fermandariyê de Rojhat Bilûzerî heye ku em dikarin di gelek hêlan de ew mînak bidin. Ew ji gundê Bilûzera Bestayê ye û di emrê xwe yê ciwan de zewiciye û ji bilî derdora gundê xwe ciyek nedîtiye. Komek gerîla ew bi zagona leşkeriyê girtiye refan û di vê bingehê de bi kelijandina hevalan re beşdarbûnekê nîşan dide. Rojhat Bilûzerî ji gelek qonaxan dibihûre û herî dawîn demeke dirêj li herêma Colemêrgê berpirsyarî dike. Sê tabûran û bêyî rexneyek bigire fermandariya alayek birêve dibe û bi awayekî mînak û bi tarzeke bêkêmasî xwe digihîne mejiyek û rihek serkeftî.
Ji tunebûnê destpê dike û bi Partiyê dest bi dinyayeke nû dike û di vê bingehê de rih, maneviyat û tarzê Rêbertî di pratîkê de digire û pêk tîne. Belkî zanîneke wî ya kûr a teorîk nîn bû, lê di polîtîkayên pratîk de heta bêjin xwe gihandibû û bi pêş ve biribû. Bi taybetî di hêla pejinkariya şer, wêrekî û hêza daberheviyê de bi awayekî awarte asteke pêşketî bi dest xistibû. Di alaya Rojhat Bilûzerî de ji her derdor û ferasetî mirov hebûn. Ji derdorên gundî bigire heta derdorên bûrjûva û derdorên rewşenbîr, keç û xort hebûn. Ji ber van taybetiyan hemû kes dixwest di tabûr an alaya Rojhat Bilûzerî fermandarî dikir de cih bigirin. Loma li hember tarza rêveberiya wî baweriyeke mezin û rêhevaltî û pratîk-kirina tarza sekna milîtaniya Apocî hebû. Digel ku tengbûna wî ya teorîk hebû jî, yê herî zêde li hember çetevanî, herêmparêzî û nêzîkatiyên gundîtiyê têkoşîn kir jî ew bû. Di tu rêgezî de tavîzan nedida.
Xwedî kesayetiyeke wisa bû ku rêzikên leşkerî û rêhevaltiya şoreşgerî di ser her tiştî de digirt. Cudahî nedixist navbera mirovan. Wekhev nêzîkî her kesî dibû, lê xwedî behreyeke wisa bû, li gorî her kesî nêzîkatî nîşan dida. Dikaribû sedan kesî di nava ahengekê de, di nava disîplîna leşkerî de, bi tarzeke bêhempa birêve bibe. Lewma ew lehengekî gelê kurd bû. Şerîf Spêrtî, ew jî fermandarê tabûrê bû. Di şer de ku fermandariya tabûrê dikir, ji tu kesî ji wî re rexneyek jî nehatiye kirin. Ji ber ku di keşf, şer, pevçûn, perwerde û parvekirina di navbera rêhevalan de her dem li pêş bû. Bi biçûk re biçûk, bi mezin re mezin, dilnizm, aram, giran û xwedî sekneke rêzdar bû. Ji ber vê yekê di fermandariya xwe de mezin û di sekna xwe de di asteke mezin de profîleke leşkerî nîşan dida. Dîsa Kemal Spêrtî heye ku ji heman derdorê ye, lê herî zêde li Garzanê kar kiriye, divê em wî bibîrbînin. Kemal Spêrtî demeke dirêj Fermandariya Eyaleta Garzanê kir.
Ew fermandarekî wisa xwedî taybetiyên rêvebirinê bû ku, sedan mirov bi rê ve dibir û pêş dixist. Dîsa Piling Kiçî jî li heman herêmê mezin bûye û yek ji fermandarekî gerîlaya ku performanseke serketî nîşan daye. Bi gavavêtina gerîla ya Kurdistanê re, Tevgera Azadiyê dinase û beşdar dibe. Xwendin û nivîsandinê li refên gerîla hîn dibe. Hemû tiştê ku dizane ji Partiyê digire. Bi gotina wî hemû tiştê ku dizane ji Rêberê Gelê Kurd hîn bûye. Bes ên ku ew nas nedikirin, ku li nivîsên wî, axaftinên wî û nêrandina wî ya dinê binihêrtina, digihîştin wê baweriyê ku rewşenbîrekî di asta zanîngehê de ye. Wekî mînak nivîsandina wî gelek rast bû. Kêm mirov hene ku wisa rast û xweşik nivîs binivîse. Çavên xwe di nav tevgerê de vedike, siyaset, leşkertî û hunera şer di pratîkê de jiyaye, bi ketin û rabûnê di nava zehmetiyan de hîn dibe. Salên xwe dide wê û di nava van rastiyan de mezin dibe. Yek ji sîmayên girîng ên vê ekolê jî Dijwar Erkendî ye.
Dijwar Erkendî di sala 2005’an de dema ku Fermandariya Eyaleta Amanosê dikir şehîd ket. Ew milîtanekî wisa bû ku di kedkarî, fedakarî, biryarbûneke ku nayê hejandin û zirûfên herî zor de xwe îspat kiriye. Li gelek zindanên welatên cur bi cur de razaye, lê şoreşgerekî wisa bû ku tu carî ji xwe û ji kesayetiya xwe tavîz nedaye. Çawa ji girtîgehê dertê henasa xwe li çiyayên Kurdistanê digire. Her dem li çepera pêş bi fedakariyeke mezin cih digire û ji bo vê xwe ferz dike û bi vî awayî xwe dike parçeyekî ji Tevgera Azadiyê. Dijwar Erkendî, xwedî sekneke kadro û kamûtayê bû ku her dem ji her cure xebatê re amade be.
Rastiya Zelal Botan heye ku, bi heman çand û axê mezin bûye, yek ji sembolên egîdiya jinê ya Botanê ye. Di şexsê Zelal Botan de, mirov dikare bi awayekî aşkere bibîne ku hêza tevgerê çiqas mezin û kûr e. Keçeke ji gundekî Hezexê bû û di emrekî biçûk de beşdarî refên gerîla dibe. Zelal Botan bi tevgerê û gerîla, jiyanê nas dike, jiyanê têdigihîje, şîrove dike û di vê bingehê de kedkarî û fedakariyeke mezin raber dike û di wî emrê xwe yê biçûk de bi zîrekiya xwe dertê pêş. Bi fermandariya mangeyê dest pê dike heta fermandariya yekîneyê peywir digire û piştî ku li gel Rêberê Gelê Kurd perwerde dibîne, bi asta kapasîte xwe ya pêşketî li Eyaleta Botanê di asta Endamtiya Kordînasyonê peywir digire. Di şer de ji bo cih û hêza jinê sembolek e. Xwe digihîne asteke wisa pêşketî, bi pisporî di nava şer de sedan kesî koordîne dike, bi rêve dibe û bi cî dike. Çand, zanîn, îradebûyîn, înîsiyatîf û hêza ku ji tevgerê digire, ew tîne asteke pêşketî ya komûtayê. Zelal Botan hêza xwe ya cewherî, bi taybetiyên Partiyê re dike yek û ev wê dike xwedî hêzeke îradî. Ger ku îro li refên me xeta azadiyê ya jinê hatibe zevtkirin û xwe gihandibe asteke berz û li qada şer nêzîkatiyên mêr ên serdest hatibin paşxistin, asteke wekhev û azad hatibe bi dest xistin, pêşiya jinê vebûbe; li vir bandora taybetiyên komûtayê yê Zelal û Azîmeya Mezin heye.
Wan li qada şer wêrekî, hêza mejî û dilê jinê derxistin holê. Bi raberkirina hêza jinê li qada şer a Zelalan û pratîka wan a ku nêzîkatiyên serdest ên mêr bi paş ve vekişandiye, hem di pêşketina têkoşîna azadiya jinê de hem jî di pêşketina têkoşîna giştî de xwedî cihekî girîng in. Xwe ji sîstema serdest a mêr qutkirin û ji bin siya mêr di zirûfên şer de derketin, di şexsê van hevalan de pêk hat. Ya teqez ev e ku wan di têkoşîna azadiya jinê de bi baweriyeke cewherî ya bêhempa hêzeke mezin raber kirin. Bi heman rengî yek ji fermandarê li ser vê axê mezin bûye û şekil girtiye, mînakeke girîng a jinê Fermandara jin Nûjîn e. Ew ji gundê Xirbikê Besta ku tam di nîvê qada Bestayê de ye. Fermandara jin Nûjîn, xwedî fedakariyeke mînak û kedkareke mezin e. Ew bû îfadeya ka çiqas jina Kurd kedkar, wêrek û di girêdana nirxan de bêqisûr e. Bi Fermandara jin Nûjîn re, hat îspatkirin ku pêşiya jina Kurd vebe, jina gundî ya Kurd a cefakêş ka dikare çi bike, dikare di kîjan astê de bibe xwedî hişmend û zanebûnê û dikare çiqas bi îradebûyîneke mezin bijî.
Wekî din Ehmed Repo heye ku di gelek belgeyan de navî wî derbas dibe. Bi raberkirina fermandariyeke balkêş re, da nîşandan ku kesayetiya Botan ku bi gerîla re bibe yek wê çiqas destanên lehengiyan biafirîne. Dîsa bi heman rengî Fermandar Mahmûd Afarof jî bi fedakariya xwe ya mezin, welatparêzî, biryarîbûn û bi meşa xwe ya zexm mînak e. Mahmûd Afarof bi sekna xwe ya ku bawerî dide, bi kesayetî û pratîka xwe, hê jî bandora wî li ser gerîlayên Têkoşîna Azadiya Kurdistanê heye. Belê; ev fermandar, ev lehengên gel ku ji nava dilê gundên Botanê derketin û fermandarên mîna Mehmud Şirnex, Rojhat Şivetî, Xelîl, Orhan, Cûdî, Ekrem, Serbest, Şivan, Harûn, Ferhat, Xalid, Hamza, Berxwedan, Xoşnav, Serdar, Hesen, Kalender, Şervan, Şerîf, Eşref, Delîl, Çiya, Cîhan, Bêrîvan, Feyme, Zozan, Hamidan, Enveran û Erdalan û gelek fermandarên jin û mêr ku me navên wan negotiye derketin. Mirov dikare bibêje ku li her devera Kurdistanê fermandariyên bi vî rengî û di vê astê de derketine.
Gelek milîtan û kadro hene ku di nava Tevgera Azadiyê de mezin bûne û di vê bingehê de mînakên mêrxasî yên mezin nîşan dane. Ev rastiyeke bêguman e. Li vir mirov dikare bibîne Botaniyên ku bi taybet bi partiyê re jiyan kirine, bi tarzê perwerdehî û felsefeya Rêberê Gelê Kurdistan Rêber Apo re, di asteke çawa de kesayetiyên mezin afirandine. Taybetiyên balkêş ên van kesayetan, piranî li dibistanên Tirkiyeyê nexwendine û gundiyên ji rêzê ne. Digel xwedî taybetiyên feodal û gundîtîyê bin jî, zêde xerab nebûne, ew mêtingeriya pişaftinê ku jêre sîstema Kemalîst tê gotin nikaribûye ew qetqetî bike. Ev avaniya gundî û yên ku herî zêde nêzî xwezabûna Kurd in, bi îdeolojiya Rêber Apo re bi jiyana xwe hêzeke sînerjîk afirandine. Hêla bingeha girînge ev e. Partiyê kesek ji gund digire, ji tunebûnê de ew perwerde dike, nêrandina wan a dinê berfireh dike û ew dike fermandarek alayê an fermandarek eyaletan. Di hêla çand, felsefe, zanist, îdeolojî, siyaset û hunera leşkerî de perwerde dike. Di nava pratîkê de piştî ku di şexs de veguhezîneke bi kok a zîhnî pêk tê, şexs ji qonaxa hacûciyê ber bi qonaxa berzbûnê ve digihîne.
Dawî…




