Jin ji jiyana hevpar û komîn re wê pêşeng bin

Asya Weşûkanî

Jin çawa dibe miroveke xwedî jiyana komî û hevpar? Gelo wê çawa jin bigihêje hevpartiya jiyana civakî û wê serkêşiyê jêre bike? Jiyana hevpar û komîn ji bo hemû civakê pêdiviyeke sereke û heyatî ye. Nexasim jî ji bo jinê pêdiviyeke jêneveger e. Jiyana komîn û hevpar li Kurdistan, Rojhilata Navîn û cîhanê de bi komînbûna jinê re dest pê kiriye û heya roja me ya niha jî bermahiyên xwe hene. Ev careke din bi pêşengtî û serkêşiya, jinê wê pêkan bibe û li her deverê jiyanî bibe.

Di roja me de her çiqasî jin û civak dereng haj li jiyana hevpar û komîn bûne jî îlhama xwe ji projeya civaka bûye komîn digirin û ji bo demokratîkbûna ferd û civakê têkoşîn dikin. Xwedî kelecan û coşeke pir mezin in. Ev jî hêviyê dide mirovan û wan dilgermtir dike.

Mirov dikare ji serdema Şoreşa Neolîtîkê re bêje, serdema klan, komîn û hevparebûna jina pêşeng. Di Şoreşa Çandiniyê de jiyaneke hevpar û yekbûyî hebû û ew jî bi pêşengtiya jinê bû.

Dema mirov dibêje jiyana hevpar û komîn tê wateya jiyaneke xwedî xwezayeke nerm û wekhev a têde hurmet, hezkirin, edalet, azadî û aştî heye. Ev hemû jî pîroziyên civakê îfade dikin. Bi ked û pêşengtiya jinê hatine berhemdarkirin û bûne malê mirovahiyê. Rêber Apo jî feraseta xwe ya demokrasiyê li ser vê hişmendiyê daye rûniştandin. Her di nav hewldanan de ye ku dewleta Tirk û dewletên din ên Kurd lê ne bide fêmkirin.

Rêberê Gelê Kurd û pêşengê mirovahiyê Abdullah Ocalan ji bo hemû mirovahî têkoşîn dike. Me dawetî têkoşîna xurt û li gorî demê dike. Ji bo bilez û nedereng, dawiyê li hişmendiya desthilatdar û qatilê kastîk bîne, bênavber di nav berxwedan û xebateke muezem de ye.

54 sal in Rêber Apo ji bo azadiya gelan dixebite, difikire, dibêje û pêk jî tîne. 27 sal in jî di nav tecrîdeke girankirî de vê têkoşîna xwe pêş dixe. Mirovatiya azadîxwaz jê bi hêvî ye.

Helbet tevî hemû derfet, tehlîl û perspektîfên Rêbertî digihîne me jî sekn û xebata me cihê rexneyê û rexnedayînê ye. Jixwe herî dawiyê jî tiştên pêdiviya me pê hene di Manîfestoya Aştî û Civaka Demokratîk de gihişt destê me. Lê mixabin em pir kêm dixwînin û dema em dixwînin jî em pir baş dahûrandin nakin. Gelek caran jî em xwe ji bîr ve dikin û di encam de careke din barê me jî li ser milên Rêber Apo dimîne.

Her çiqasî em weke gel û Tevger xwe dahûrandin dikin û rexnedayîna xwe didin jî, hewldanên me lawaz dimînin, derbasî meriyetê nabin. Tişta niha tê serê me jî sedema xwe tekez em bi xwe ne. Ji ber xemsariya xwe em kar, xebat û peywirên xwe ji demê re dihêlin.  Piştre jî em dikevin nav heyecan û panîkê, karê me jî tevlîhev dibe. Tişta niha hewce ye em bi lezgînî bikin ew e ku em careke din li xwe vegerin, bi çavên xwe li xwe binihêrin, bi wêrekî û wijdan rexnedayîna xwe bidin û li  xwe mukir werin. Ji bo ku ew deriyê berî niha bi salan hatibû girtin vebe, ronahiyê bide fikir, hest û ruhê me.

Tekez divê em tenê pratîk nekin. Ji ber ew ji zû ve hatine kirin, em ê wan dubare nekin. Tişta em sereke bikin jî ew e em xwe li beramberî ked, xebat û têkoşîna Rêber Apo ya salan xwe rexnedayîna xwe bidin. Tişta ji me kêm e jî ew e ku em hîn jî bi aqilê kevin tevdigerin. Hîn jî hiş û aqilê nûjen ê Rêber Apo behs dike me pêk neaniye. Em tenê di warê karê pratîkî de fêm dikin. Lê tekez wiha nîne. Ji bo em bibin mirovên kamil, divê em teoriyê esas bigirin. Eger em wiha nekin wê firsendên dawiyê ji dest me biçin.

Rêberê me Abdullah Ocalan gotiye, “Fikir, zikir û çalakî.” Rêberê me ji bo vê mijarê ji xwe de dest pê kir. Paşê ji me re jî got. Yanî hemû tişta Rêbertî ji bo me dibêje ji ezmûna xwe ya pêkanînê bi lêv dike. Weke gel û Tevger divê em wan rêbazan esas bigirin û biçin serkeftinê. Dema em niha têde ne jî demeke pir tengezar e. Hewce ye her kes ji me xwe bişidîne, xwe bigihîne asta mirovên aqilmend. Pratîk jî ji bo me çiqas girîng be teorî jî ewqasî hêja ye.

Divê em di vê mijarê de jî serkeftinê qezenc bikin. Neguhertina me wê bibe sedema em biçin ber deriyê dojeha sincirî ve. Piştre pêwîst e ti kes nebêje, “Wey ev çi bû, ev çi hate serê me?” Ji ber em bi niyeta xwe ya baş bi lingên xwe diçin nav dojehê. Em ê di nav agirê wê de bisojin û bibin xwelî. Ji bo paşê em nebêjin, me nizanî divê em hay ji xwe hebin. Ji ber gelek mirov piştre aqilê wan tê serê wan. Dibêjin, “Wey em bi xwe mirîne.” Yanî dema serê wan li kevirê qebrê dikeve bi xwe dihisin û fêm dikin ku yên mirî ew in.

 

 

 

Nivîsên zêde hatine xwendin

Back to top button