Şehîd Sorxwîn Rojhilat bi merasîmeke bi heybet li Kobanê hate oxirkirin

Şehîd Sorxwîn Rojhilat bi merasîmeke bi heybet li Kobanê hate oxirkirin. Li ser wesîyeta wê şehîd Sorxwîn Rojhilat li bajarê Kobanê hat oxirkirin. Şêniyan soz dan ku tola wê ji dewleta Tirk a dagirker hilînin.

Bi sedan şêniyên kantona Firatê şandeyên ji kantonên din ên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê, hevalên şehîd Sorxwîn yên YPJ`ê tev li merasîma oxirkirina şehîd Sorxwîn Rojhilat bûn.

Di 11’ê Sibata 2024’an de balafirên bê mirov ên dewleta Tirk a dagirker û faşîst li hemberî Federasyona Gaziyên Bakur-Rojhilatê Sûriyeyê êrîşeke nemerdane pêk anî. Di vê êrişê de fermandar Sorxwîn Rojhilat û Azadî Dêrik şehîd bûn.

Nivîsên zêde hatine xwendin

Back to top button