Ji Boyî Bîranîna Salvegera Yekemîn a Şehadata Hevrê Hozan Peyanîs

Bi boneya salveger yekemîn ya şehadeta rêhevalê Hozan Peyanîs em bı rêzdarî bejna xwe li hemberî hemû şehîdên ku di rêya azadıyê de canê xwe fedayî vê axa pîroz kirine bi minetdarî bi bîrtînin di şexsê rê heval hozan peyanis û bi gotina “şehîd her timî saxa di dilê me de dijî “em   em sersaxiyê ji malbata şehîd “HOZAN PEYANÎS ” ra  dixwazin û em dibêjin îro em di saya fikir û ramanê “RÊBER APO ” û bı fedekariyê  şehîdên xwe ve hata roja îro hatine. Îro li pekrawangeha ŞEHÎD DELÎL SAROXAN li bajarê Qamışlo bi merasîmekê  bi bîranînê ji aliyê saziyê malbata şehîdan û tevlî bûna Federasiyona Gaziyên Bakur û Rojhılatê Suriyê, saziyên Îdarî û civaka sivîl marasîm hat li darxistin. Her wiha deqeyek rêz girtîn li ser giyana şehîdan hate seknandin.

Di bîranînê de axafitn hatin kirin, bi navê saziya malbatên  şehîdan Dayîka şehîd şivan da diyar kirin ku di nava şoreşa ku her roj em di nav de derbas dibin her roj bedelên giran û buha tê dayîn. Her wiha di şexsê Şehîd Hozan hemû şehîdên tevgera azadıyê bi bîranî û sersaxî ji hemû  gelê welatparêz xwest her wiha di nava axaftinê xwe got kî em çiqasî biaxifin emê nikarbin deyerê şehîdên xwe bi hevokekê bînin ziman ji boyî wê jî diyar kir ku pêwîste em bi her awayî kar û xabat bimeşîn da ku em karibin xwîna şehîdên xwe li erdê nehêlin. Her wiha  bi navê Federesıyona Gazıyên Bakur û Rojhılate Suriye heval Ridwan li ser keseyata heval hozan axıfî û got Heval Hozan Peyanis di nava tekoşîna azadıyê de her roj  bi fedekarî û hez kirin tevlî jiyanê dibû,axivîn got: kesayetekî dilovan bû ji hevalên xwe re, her wiha di rêza yekem de jî kesayetek civakî bû û xwedî îradeyek xurt ku ji bo bidestxistina armancên mirovahiyê, hevalan tekez kirin di nava axavtinên xwe de ku wê li ser rêça wî bin heta ku bighêjin bidesxitina armancên şehîdan.                                                  

 

li ser vê asasî  bi gotinê ku “soza me ewe her roj tekoşîna azadiyê bilind kirin û xwedî li hemû ked û emekê ku hata roja îro em hatıne derkevin ev jî erka me ye û her timî ya meye ” bi ked û fedekariya şehîdan hate avakirin. Şehadeta her hevalekê/î ji bo me fermane ku em xewn û xeyalên azadiyê pêkbînin. ji bo gîhandina azadiyê ked û fedekariyên mezin hate dayîn. Ji boyî wê jî cardî ji boyî şehadeta hevrê HOZAN PEYANÎS di serî de ji malbata ra, malbatên şehîdan û gelê meyî welatparêz re sersaxî dixwezin û soza şopandina rêya şehîdan nû dikin.                                                                                                                                                                

Merasîm bi drûşmeyên”bijî biratiya gelan, şehîd namirin” bi dawî bû

                                                                                                            Federasiyona Gaziyên Bakur û Rojhilatê Suriyê

                                                                                                                                                                

 

 

 

 

 

 

Nivîsên zêde hatine xwendin

Back to top button