FEDERASYONA GAZÎYÊN BAKUR Û ROJHİLATÊ SÛRÎYÊ KONGRÊ XWE DUYEM Lİ DERXİST

Di bin durişmeya ʺBi rihê şoreşa gelan em ê dagirkeriyê têk bibin û azadiya RÊBER APO misoger bikinʺ de, duyemîn kongira Federasyona Gaziyên Bakur û Rojhilatê Sûriyê di roja 30 û 31/10/2022’an de û bi amadebûna zêdetir 300 delegeyan ji hemû bajar û herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê hate lidarxistin.
Kongira bi deqeyek rêzgirtin li ser giyanên şehîdan dest bi xebatên xwe kir û piştre endamên Dîwana Giştî ya Kongirê ku ji 5 endaman pêk tê hatin hilbijartin, Piştre endamên Dîwanê bernameya kongirê û eksenên wê vegotin û peyamên pîrozbahiya kongirê xwendin, her wiha heval Aldar Xelîl rewşa siyasî nirxand Piştre Cîgirê Hevserokatiya Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê heval Hesen Koçer û Fermandarê Giştî yê Hêzên Sûriya Demokratîk Rêheval Mazlûm Ebdî axivîn.û piştre kongirê xebatên xwe li gorî bernameyê dewam kir û malbata şehîd Ferhad Dêrîk û malbata şehîd Hemze weke endamên manewî yên kongre, beşdar bûn.
Rapora xebatên Federasyonê di nava du salên dawî de hate xwendin û piştre nîqaş û nirxandin hatin kirin, li gel wê nîqaş li ser rêziknameyê hat kirin û pêşniyar hatin gotin û ji aliyê kongrê ve hatin erêkirin , kongreyan soza berdewamkirina têkoşîna xwe ya şoreşgerî dan û di dawiya kongirê de endamên Meclîsa Giştî ya Federasyonê ku ji 31 endaman pêk tê hatin hilbijartin û sonda xwe li hember kongreyan dan, ji aliyê xwe ve H.Newroz Ehmed Endama Fermandariya Giştî ya Hêzên Sûriyeya Demokratîk bi gotina xwe kongrê bidawî kir.

Nivîsên zêde hatine xwendin

Back to top button