Ji bo gaziyên şer têkildarî çand û exlaqê şoreşgerî semînerek hat lidarxistin

Li Hesekê ji bo gaziyên şer bi sernava çand û exlaqê şoreşgerî semînerek hat lidarxistin.

Semîner li Komîna Şehîd Hogir a Gaziyên Şer a li Hesekê bi rêzgirtina ji bo şehîdên azadiyê dest pê kir.

Di semînera ji aliyê gaziyê şer Egîd Efrîn ve hat rêvebirin de, behsa girîngiya çand û exlaqê şoreşgerî hat kirin.

Egîd Efrîn bal kişand ser zîhniyeta dewletperestî û desthilatdariyên exlaq û çandê civakan binpê dikin û diyar kir ku timî di navbera civakên li ser esasê komînarbûnê xwedî li exlaq û çanda xwe derdiketin û hêzên desthilatdar de şerekî mezin hebû.

Gaziyê şer Egîd destnîşan kir ku bi têkoşîna di pêşengiya Rêber Apo çand û exlaqê şoreşgerî yê bingehê civakbûnê ye derket ser rûyê erdê. Egîd daxuyakirin ku ji bo pirsgirêkên civakî bi dawî bibin, hewce ye ferd li ser bingehê çand û exlaqê şoreşgerî werin perwerdekirin.

Semîner pirs û bersivan bi dawî bû.

Nivîsên zêde hatine xwendin

Back to top button