vala derxstinê komploya 15 şibatê tekoşîna bi her awayî dikevê ser milê me.

 

Di salvegera 23 min  a komploya nav netewî a 15 şubatê de, careke din bi awayekî rast û têr şirovekirin biqasî ku ji bo demên derbasbûyî xwedî girîngiyekî mezine, her wiha ji bo rewşa ku niha em wekî gelê Kurd dijîn pênasekirin û ji bo fêmkirin û vala derxstinê komploya 15 şibatê tekoşîna bi her awayî dikevê ser milê me . ji ber ku ji dirokê bigre hata roja îro ku ji serhilanên şex seyîd bigre hate komploya nevnetewî a ku li rêber apo bi pêlanên qir kirina nesnama ya gelê kurd bi her awayî xwestin vê yekê di şexsê rêber de ku karibin kurd bi navê kurd bûnê xwe îtîraf nekê ev yek bi alîkariya dewltên nevnetewî bi awayîkî xistina hedef û di sala 1999 komplo 15 şibatê pêk anin lê ji boyî ku bejiwandiyê xwe a desthiladariya faşîzane pêk bînin ji nû jî de cardî diroka qirkirinê gelê kurd binivîsînin hate hedef girtin lê bi ev hewildana bi tu awayî bi serneket û bi fikir û ramanê rêber apo û keda salan ê tijî berxwedan fedayane em gihîştin hata roja îro. her wiha bi ferasetê dest girtin hem erkekî netewî ye hem jî pêdiviyeke siyasî û exlaqî ye xwedî li nasnama kurd derketin be.

Wek tê zanîn di diyalektîka dîroka vê axê de mixabin ji dema xwedavendan û heta niha, komplo herdem mîna rêbazekî li hember jinan, gelan û hêzên azadîxwaz hatiye bikaranîn. Dema ku hêzên desthilatdar  dibînin ku nikarin bigihin armancên xwe, serî li vê şêwazê şer didin. Bi derew bi şêwazên xapînok hewldidin bigihêjin armancên xwe. Her wiha gelê Kurd jî yek ji gelê herî kevnareye ku herdem di nav çembera komploya de perpitiye . Ji dema Sûmeran û heta niha ji bo ku gelê Kurd teslim bibe û bi nirxên xwe re xiyanet bike, herdem li hember rê û rêbazên wiha ve rû bi rû maye. Bi vê rasiytyê ve girêdayî mirov kare bêje ev 200 salên dawî jî salên herî ku tê de komployê  kirêt hatine birêvebirin e. Her ku Kurdan xwestiye serî hildin û doza mafên xwe bikin, bi rastiya komplo re rû bi rû mane. Wê di cihê xwe de be ku mirov bêje hemû serokên Kurd ên ku serkêşiyê serhildana kirine bi riya  komplo bi şêwazên herî hovane ve hatine kuştin û di nava qir kirinê re derbas bûn. Rastiya şêx Said, Seyd riza, Abdurehman qasimlo ji van mînakan ku em dikarin binin ser ziman.herî dawiyê jî kamploya navnetewî a ku di keseyata rêber apo de

 de li hember nasnama civakî a Kurdan pêş ket herî tracîdî a vê rastiyê ye. Bêguman gelek aliyên hevbeş di navbera komployên berê û a 15 şubatê de heye . Rêber APO’ jî perçekî ji vê rastiya bi êş a gelê Kurd e. Di Kurdistanê de du rastî xwe derxistin holê, serokên sexte ên ku bi gelê xwe re xiyanet kirine û xwe firotine û serokên ku vê bi doza gelê xwe ve girêdayîne, jê nereviyane û bi her awahî xwe di riya azadiya gelê xwe de xwe fedakirineye. Rêber APO’ ji wan kesên ku tu car ruhê xwe teslîmî vê rastiyê nekir û herdem hewl da ku vê qederê perçe bike û şûna wê riyeke jiyanê a nûjen biafirîne. Bi meşa xwe re, herdem hewl da ku wan maskên sexte ên ser ruyê  hêzên komploger bixîne û rastiya wan bi mirovatiyê û gelê Kurd re bide naskirin. Li hember veya û ji bo ku ev meşa azadî bi ser nekeve hemû teknîka xwe yê şerê yek bi yek ji boyî qir kirina gelê kurd dide kirin lê belê careke din di kesayeta Rêber APO de fermana Kurdan destpêkirin. Dîsa gelê Kurd encama hin peymanên siyasî ên qirêjî hate firotin û bi pêvajoyekî qirkirinê a nuh re rû bi rû hiştin. Lê belê vê carê wê hêzên komploger negihîştana armancên xwe, jiber Rêber APO’ bi israr û biryar û bi sekna xwe a bi rûmet hewl da ku buhayê wê çi dibe bela bibe, êdî Kurd divê nebin qurbanê vê komployê û divê meşa azadî û rûmetê ku gelê Kurd destpêkiriye bigihîje serkeftinê. Her weha Rêber APO di girtîgaha  İmralî de, ji bo bi milyonan gelê Kurd  ev 23 sale dawî dibe dikeve 24 saliyê xwe şerê jiyanê dike û hemû zorî û zehmetiyan bi rûmetekî mezin pêşwazî dike.  

Perspektîfa netewa demoqratîk tolhildana herî mezin bû li hember komployê . Ev 200 sale ku rojava bi pêşengiya İngîlîzan, bi riya dewleta netew Rojhilata Navîn perçe dike û gelan dide qirkirin. ne gelên serdest ne jî ên bindest vê yekê fêm nekirin û herdem di wê çerxê de çûn û hatin. Ev lîstok heta niha jî berdewame.di Rojhilata Navîn bi şerê navxweyî re mijûle, rojava jî mêtinkariya xwe berdewam dikin. Lêbelê ev lîstika qirêj ji hêla Rêber APO’ ve tenê nehate deşîfrekirin di heman demê û ê girîngtirîn ew ku alternatîfa wê danî holê.Yanî piroja ya netewa demoqratîk ku hêviya gelan, jinan û tevahî pêkhateyên civakî bi hemo keda ku hatî dayîn wan dipejirîne û xwe dispêre jiyana demokratîk, wekhev û azad. Bersiva herî bihêz û tola herî mezin bû li dijî armancên komploya 15 şubatê. Heta ne tenê veya serkeftina vê projê wê rê li pêşiya komployê jî bigire.

Xwesriya demoqratîk a rojavayê Kurdistan mizgîna vala derketina komploye. Lê careke din herkes li hember bersivdayina wî matmayî ma. Cûdahiya herî mezin jî ewe ku terzê tolhildanê ê Rêber APO’ ne wek ê ti kesî ye. Ew zane çawa planên dijber berovajî bike û hemleyên siyasî ên dijber pêşbixe bi vê yêkê re hêşt ku gelê bindest xwedî derketina roja îro ji hebûna nesnameyî azad re ku ji qir kirina na serî werê hiladan li dijî zihniyata deshiladar a ku xwe dide ferz kirin hilweşê.Her wiha armanca sorkirin û kûrkirina şer a ku hêzên komploger jê re plankiri bûn di wê demê de heta radeyekê vala derket. Ji ber birastî jî ger di wê demê de helwestek weha derneketiba, bi hezara fedayî yên ku amade bûn û hestyariya heyî divê ku rê li pêşiya encamên gelek giran vekira. Lê belê ger ev felaket çêbenbû sedema wê helwesta berpirsiyar a Rêber APO ye, û herkes deyindarê wî ye. Hêjayê gotinê ye ku ev 23 salin, Rêber APO bi tena serê xwe derfetên herî kêm bikar tîne ta ku ev planên hêzên hegemonîk ku dixwazin gel dijminatiya hev bikin serûbinî hev bike û elternatîfa wê ava bike. Bi taybet hêza fikrî û wateyê a ku di van 23salan de di nav çar dîwaran de pêşket, Manîfestoya şoreşa rojhilata navîn danî holê.  Bi guhertina paradîgama re û bi xistina maskeyê dewleta netew, kapîtalîzîm û endusturîyalîzmê re, dîsa bi şîrovekirina desthilatî û rastiya şerê re ne tenê ji bo gelê Kurd, ji bo hemû Rojilata Navîn û cîhanê rêya çaraserkirina pirsgirêkan danî holê. Paradîgma ku xwe dispêre ekolojî, demoqrasî û azadiya jinê û Perspektîfa netewa demokratîk bingeha felsefîk, bîrdozî û pergalê a komployê çareser kir. Her weha mirov kare bêje maskên sexte ên ku hêzên dagirker û sîxurên xwe dibin vedişartin hate xistin û bi her awahî rastiya wan hate deşîfrekirin ku êdî ber bi hilweşandinê ve diçe ji ber ku li hember modernîteya kapîtalîst pêşxistina modernîteya demokratîk ji gelên bindest û jinan û bi taybet jî ji bo pirsgirêkê Rojhalata Navîn û aloziya heyî mîna tu ruh bide miriyekî bi bandor û  pêdivî wê bû. her wiha armanca komploya 15 şubatê a bingehîn, careke din Kurdan bike amûrek pê dewletên dagirker terbiye bike, û bi riya wan dewletan jî herdem Kurdan dibin tehdîda komkujiyê de bigre. Lê belê bi pêşxistina rêbertiya me ji perspektîfa xweseriya demoqratîk re û proja netewa demoqrtîk re. Hişt ku Kurd derfetê xetekî siyasî a sêyem bidest bixin, yanî Kurd ne neçarin ku an bibin sîxur, an jî doza avakirina dewleta netew bikin. Bi vî rengî êdî Kurd xwedî alternatîfa bi nasnama xwe û bi nirxên xwe kare bi gelên din re li ser heman axê bijî bi dest xist. hemû nasnamên etnîk, olî, mezhebî karin bi hebûn û nasnama xwe di netewa demokratîk de bibin xwedî maf û jiyaneke hevbeş par. Ev perspektîf mîna utopiya dihate destgirtin û heta pir kesan digotin derfetê pêkhatina wê nîne Lê belê bi avakirina xweseriya demokratîk li rojavayê Kurdistanê li ser bingeha vê perspektîfê, di demeke kin de çiqas ev piroje li gor rastiya Rojhilata Navîne bi awayekî eşkere derket holê. cara yekê ye ku gelên mezopotomyayê derfeta xwe birêve birinê û bi awayekî azad bi hev re jiyan kirinê bidest dixin aşere bû ku ger hêzên derve û sixurên wan destwerdana  herêmên me nekin. Di nav gelan de tu car pevçûn û nexweşî çênabin. hate isbatkirin ku proja netewa demokratîk pirojaya herî raste ji bo çareserkirina hemû qeyranan.  Ev proja li gor pêdiviyê gelan û hemû nasnamên civaka me hatiye amadekirin. isbat bû ku ciyê lê demokrasî, azadî û wekhevî hebe, ti sedemên pevçûn û şerê navxweyî namîne. Yanî careke din eşkere bû ku pirsgirêka bingehîn a herêma me nebûna demokrasiyê ye. Bi vî rengî li rojavayê Kurdistanê cara yekê Kurd, Ereb, Suryan,Tirkmen û hemû pêkhatî bi vîna xwe a serbixwe rêveberiya xwe avakirin û parastina xwe bi hêza a xweser pêşdixin. Ne tenê vêya; tevlîbûna jinê ji hemû qadên jiyanê re, rê li pêşiya şoreşa civakî vekir û berxwedana jinên Kurd hemû cîhan hejand. Ev hemû bêguman ne encama tekoşîna  salên dawî a ku li rojava pêşket. Ked û tekoşîna Rêber APO’ a nêzî 45  salî îro li rojava dibe jiyan û dibe pergal. Tekoşîna Rêber APO a ku ji 1979 li Kobanê destpêkir ewe îro li ber xwe dide. Ew ruhê ku dixwestin bi komploya 15 sibatê teslîm wergirin û bikujin ji dost û dijminan re da diyarkirin ku hîn zindiye û bi navê hemû mirovatiya azadîxwaz li ber xwe dide. Hêzên komploger bi derxistina Rêber APO ji Rojhiata Navîn, xwestin destwerdanê pêşbixin û hemû Rojhilata Navîn ber bi qeyranê ve bibin. Lê belê piştî 23 salan ew toxumê ku Rêber APO li wê axê çandibû bû dar û hemû mirovahî di bin siya xwe de hembêz kir û parast. Careke din û piştî 23 salan Rêber APO bi xeta siyasî a demokratîk ku xwe dispêre hêza gelê Kurd û hêza hemû nasnamên bindest bû xeta parastina berjewendiyên gelan û jinan. Ger îro rojavayê Kurdistan mîna sitêrkekê her roj di nava vê qeyran û tarîtiyê de dibe hêvî ji bo hemû mirovatiyê, çavkaniya xwe ji heqîqeta xwe a ku xwe dispêre fikir û felsefa azadî û demokrasiya Rêber APO digire. Bi taybet di sala 2014‘an de diyar bû ku Kurdê li hember komploya 15 sibatê li ber xwe da ew Kurdê ku îro li hember DAİŞ’ ê jî li ber xwe did.Di encama vana hemûyan de rastiyek heye, ew jî hemû cîhan neçar ma ku li hember ruhê Kurdê azad birêzdarî bisekine û hêzên komploger li hember vê rastiyê kumê xwe derxin. Çi navî lê bikin bila bikin di rastiyê de DAİŞ rengê komplo ê nû ye. Bi riya DAİŞ’ê dixwazin vîna gelên herêmê bişkînin û careke din destwerdanê pêşbixin. Lê çawa ku Rêber APO’ bi helwesta xwe a birûmet ev 23 sale hewl dide komploya 15 sibatê vala derxe û pûç bike. Îro jî bi fikrê xwe, bi xeta siyasî a sêyemîn ku navê wê xeta netewa demokratîke û bi hêza rêxistinî û parastinê a ku di gel Kurd de afirandiye, careke din komploya  a  bi  navê DAİŞ’ê  vala derdixe. weke çawa li Lı gırtigeha hesekê ya xuwêran bi berxwedaniyekê mezin pêlanên qirêj yê ji aliyê dewlata tirk a ku bi daîş ê re bibû alîkar  bi ruhekî fedayîne vala hate derxistin  Bi vî rengî şoreşa rojava tolhildana herî mezine li hember komploya 15 sibatê û  hemû komployên ku pêşeroja gelan hedef dike.

her wiha Yek ji armancên komplo jî ew bû ku proja azadiya jinê a ku Rêber APO destpêkir bû bifetisînin. Lewma jî hêzên komploger hertim xwestin vîna jiyana azad di jinên tevgera azadîyê de bişkînin û dîsa wan mehkûmê koletiyê bikin qetilkirina heval Gulan, heval Şîlan û heval Sakîne Cansiz, Fîdan Doğan û Leyla Şaylemez asta mezinbûna komploya li hemberî xeta  azadiya jinê dide nîşandan. Herî dawî jî bi riya DAİŞ’ê hêzên komploger xwestin jinê dîsa vegerînin serdama koletiyê Lê belê jin ji destpêkê û heta niha hêza herî ku bi hişyarî li hember komplo derket û hewl da vala derbixe rola jina bi fikir û ramanê rêber apo tevdigere cardî bi hêza jina azad a ku rêber apo afrandiye . Bi çalakiyên fedayî bi gelek şêwazan hewldan li hember hemû bandorên komplo derkevin. Tevî hemû rengên êrîşan ser jinên Kurd tekoşîna bêhempa berdewam kirin. Di hemû qadên jiyanê de rêxistina xwe ne tenê di warê civakî û siyasî de her wiha li her çar perçên Kurdistanê de hêzê parastina jinê avakir û guhertin û veguhertineke mezin di civaka Kurd her netew de da çêkir. Ger îro jinên Kurd li hember hêzekî hovane mîna DAİŞ ê bêtirs li ber xwe didin û bala hemû cîhanê kişandine ser xwe û bûne sembola berxwedaniya jinê dengê xwe gihand hemû jinên cîhanê. Vîn û berxwedana bê pênase a ku jinên Kurd li Kobanê û efrînê û serêkaniyê girê spî  Şengalê û Mexmûrê dan nîşandan, biqasî ku pergala baviksalarî a Rojhilata Navîn hejand, ewqas jî pergala hêzên komploger ên ku xwe dispêrin jina kole jî hejand. Hêzên komploger ê ku nûnertiya pergala baviksalarî dikin, neçar man ku  li vê rastiyê mukur werin û asta azadiyê a jinên Kurd bibînin. Ev jî dide diyarkirin ku lingekî bingehîn ê komploya 15 sibatê vala derketiye û negihîştiye armanca xwe. 

Bi ketina komploya navnetewî ketina sala xwe a  24 an tê diyar kirin  ku di astekî bilind de ev komplo vala derket, ji ber tevgera azadiya  û rêbertiya xwe îro di asta hemû cihanê de bibandor bûye. Xeta siyasî ku Rêber APO pêşxistî hişt ku Kurd bibin mifta hemû pirsgirêkên herêmê. Dîsa paradîgma ku daniye ji bo hemû qeyranan manîfestoya çareseriyê ye. Lê belê tevî vana hemûyan em nikarin bêjin ku komplo bi dawî bûye. Ji ber  heta çaseriyeke mayînde neyê pêşxistin û azadiya RÊBER APO û tenduristiya wî û ewlekariya wî neyê mîsogerkirin em nikarin bêjin me dawî li komployan aniye. Lewma jî her çiqas em wekî tevger di astekî pêşengtî de ne, lê pêwîste em dîsa jî xwe ji hemû rewşan  re amade bikin.   Rewşa li Tirkî vê rastiyê baş datîne holê ku ji nasîna fikir ramanê rêber apo tunebûnê zihiniyeta dewlatên deshiladar e  her wiha hukumeta AKP ê di ferqa vê yekê ye ji boyî vê yekê lîstikên qirêj a êrîş kirinê sûcên şer bi her awayî zêdetir dike  Lewma jî mixabin ji ber ku hîne jî hêzên dagirkerên Kurdistanê di siyaseta xwe a nijadperestiyê de berdewam dikin. Ev dihêle ku hêzên hegemonîk herdem bibandor bin û aloziya heyî kûrtir bikin. Lê tevî hemû aliyên neyênî dîsa jî cara yekêye ku Kurd ewqas nêzî azadî û serkeftinê bûne. . em bawerim ku çawa me komploya navnetewî bê bandorkir emê di sala 2022 bikin sala çareseriyeke mayîn de û emê tekoşîn, ked, fedekarî û zehmetiya bi dehan sal bi serkeftineke mayînde tacîdar bikin. Hêza me, baweriya me, hêviya me û biryara me ji her carê bêtir  mezine  û xurt e û bi tuu awayî tu hêz nikare li hemberî me vê meşa rûmetê bibe asteng. 

                                                              

                                     FEDRESYONA GAZIYÊN BAKUR Û ROJHILATÊ SURIYÊ                 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

Nivîsên zêde hatine xwendin

Back to top button