Bîranînek Ji Botanê Heya Kobanê 1-

Sema Aysel:

“Min û heval Sorxwîn 2010 ê li Botanê hew naskir. Dema heval Sorxwîn hate Botanê koma wan yê derbazî çiyayê Cudî biban. Lê bê şansiyek çêbo û quryeya wan şehîd ket. Ji bo wî heval Sorxwîn li besta gel me ma. Di çûyîna kar û xebat de, di nava jiyanê de, di diyalog û danûstandin de naskirina me bi heval Sorxwîn re hinekê çêbo. Bi rêka kar me hew naskir sê mehan li vir gel me ma. Tişta ku destpêkî taybetmendiya heval Sorxwîn de bala min kişand germahiya vê ya milê rêhevaltiyê de bu. Bi hevalê xwe re danûstandinê wî û heman demê de ku cihê ku lê rûdinişt civakbûna vê bu. Kesên derdora xwe re danûstandin, hevalên ku di xebat de astengî dikîşandin wan gûhdar kirin, wan fêm kirin û ji wan re buyîna alîkar di milê heval Sorxwîn de bi pêş diket.

Sekneke Heval Sorxwîn Ya Pir Asî Hebu

Sekneke heval Sorxwîn a pir Asî hebu. Heval Sorxwîn keçeke Rojhilat bu û bi  asîbûna xwe di nav rêxistin de dihate naskirin. Di heman demê bi otorîtera xwe jî dihat naskirin. Heval Sorxwîn cihê ku lê bûya vê derî coş hebû, moral û hêz hebû. Dema heval Sorxwîn li kêlaka te bûya te hês dikir ku hevaleke pir bi hêz li kêleka te heye. Her wiha hevaleke ku hem te fêm dike, hem jî milê mene dayînê de, hem jî milê hêz dayînê de me moral û hêzeke gelek mezin me ji sekna heval Sorxwîn digirt. Heval Sorxwîn bê ku ferq û cudahiyek bixe navbera hevalan de bi hemû hevalan re danûstandin û diyaloga wî hebû. Heval Sorxwîn di dil û mêjiyê xwe de weke îlke, olçî û çi pêvanên jinên azad hebe heval Sorxwîn xwe di wan milan de xwe asteke pir mezin xwe kur kiribû û xwe pêra kiribû yek.

Fermandartî Hüner Dixaze!

Dibîjin ya ger mirov gemiyên pişt xwe neşevtîne nikare pêşeroja xwe bibîne û gavên xort bawîje. Di hemû jiyana xwe de û di warî fermandariya xwe de heval Sorxwîn di asta rêhevaltiyê xwe avakir û xwe çêkiribû. Fermandartî hüner dixaze. Her kes zû û zû nikare bibe fermandar. Her kes nikare barî herkesî bide ser milê xwe. Her kes nikare derdî herkesî guhdar bike. Lê heval Sorxwîn barî herkesî dabû ser milê xwe. Ji hemû pirskirîka re dibû bersiv. Heval Sorxwîn ji derdora xwe re pir moral dida. Heval Sorxwîn di wan mijaran de xwe çêkiribû û xwe avakiribû. Heval Sorxwîn di milê fedekartiyê de, milê mûtevazîbûyîn de, rihê berbirsyariya jiyanê de, milê fedekariyê de asteke mezin di heval Sorxwîn de hebû. Heval Sorxwîn diçû kuderî me hew dişopand û ji ber ku di navbera me de heskirinek pir mezin hebû. Heval Sorxwîn diçû kijan qadê ji xwe re zorî û zehmetî xwe re nekdikir asteng.

“Min tu carê jiyaneke basît, tişteke basit ji xwere qebûlnekir û ezê tu carî jî xwere qebul nekim.”

Heval Sorxwîn bi kîn û nefretek mezin li ser dijmin de diçû. Sekna heval Sorxwîn sekneke dîrokî bu. Ji ber jinên Rojhilat yên berî di dirokî de bi asîbuna xwe dihatin naskirin û di warî sekin da, bi şerî xwe, bi cesaretî xwe dihat naskirin. Heval Sorxwîn jî asîbûna xwe ji vêderî girtibû. Heval Sorxwîn hertim di jiyane de digot “min tu carê jiyaneke basît, tişteke basit xwere qebûlnekir û ezê tu carî jî xwere qebul nekim.” Brastijî wisa bu.

Heval Sorxwîn Xwe Di fikir Û Felsefeya Rêber Apo Re Xwe Kiribû Yek

Dema ku jiyan dikir û di şer de û di milê taxtîk de, milê rêbaz de, milê ku çawa kesek xwe perwerde bike û bi taybetî li hember dijmin çawa taxtîk bide awakirin, çawa ortam rêxistin bike dizaniya û rêxistinkirina wî baş dizaniya. Heval Sorxwîn diçû kuderî dibû zarokî wî derî. Dema heval Sorxwîn hat Botanê û ez heval Sorxwîn diçûn nava gel, me digot qey heval Sorxwîn zarokê botanê ye. Li gorî çanda wan, li gor edetî wan pir baş dizaniya nêz bibe. Ji ber ku heval Sorxwîn xwe di fikir û felsefeya Rêber Apo re xwe kiribû yek.

Heval Sorxwin Diçu Kuderî Heskirina Xwe Dixist Dilê Herkesî

Taybetmendiyên ku ji şoreşgerekî re bibe asteng heval Sorxwîn xwe ji wan astengiyan xilas kiribû. Heval Sorxwîn hertim nava hevildanan de bû ku ji derdora xwe jî wan astengiyan bide derbazkirin, derdora xwe jî di heman demê bîne wî astê. Heval Sorxwin diçu kuderî heskirina xwe dixist dilê herkesî. Çima ji ber heval Sorxwîn ew hertim digot ” Eger tu kesek hez bike wî ew jî te hez bike, eger ku tu kesek re hevaltî bike wî ew jî tere hevaltî bike, tu ji gelekî hez bike wî ew gela jî te hezbike” hertim wisa tewgerandina wî çêdibû û heyanî şerê Kobanê. Belki li şerê Kobanê ez li gel heval Sorxwîn nebûm lê rastî jî heval Sorxwîn vê derî çawa tewgeriya ye, çawa nêz buye min hemû guhdar kiriye.

Îradeyeke Heval Sorxwîn Pir Xort Hebû

Min bîzat heval Sorxwîn guhdar kiriye û hevalên derdora wî mane guhdar kiriye. Sekna wî li hember DAİŞ ê û şerkirin, bi kîn û nefreta xwe çuyîna ser dijmin û hevalê kêlaka xwe parastin, cesaret dayîn li gel heval Sorxwîn hebu. Pişra heval Sorxwîn li Kobanê bîrîndar dibe. Heval Sorxwîn pir giran birîndar dibe. Min laşî heval Sorxwîn mezê kir, ji ber çend caran nîşanê min jî da laşe wî hemu perçeyên teqemaniya bûn. Her derî laşî heval Sorxwîn bîrîndar bûbû, ji ber ku hemu parçe di laşî heval Sorxwîn de hebûn. Ez û heval Sorxwîn nêzê 8 mehan di saziya gaziyan de bi hewre man lê rojekî jî bîrîndariya xwe ji xwe re nekir asteng. Pir caran heval Sorxwîn diêşiya jî, nexweş jî dibû lê tu carî xwe nedida ferqkirin û nedihişt derdor pê bihese. Îradeyeke heval Sorxwîn pir xort hebû.

Heval Sorxwîn Min Re Digot Em Deyîndarê Serokatiyê Ne

Di heman demê heval Sorxwîn hevaleke gazî bu. Serokatî çawa ji bo hevalen gazi mêzedikir, Serokatî çawa dinirxîne û Serokatî  ji bo hevalên gazî dibije gazî şehîdên nemirin , heval Sorxwîn di ferqa wî de bu. Heval Sorxwîn li gorî wî tewdigeriya. Di hemû jiyana xwe de rabûn, runiştandin, danustandin, diyalog, nîqaşkirin, parwekirin wane hemu heval Sorxwîn ferqa ku Serokatî çawa gotiye û  çawa dinirxîne û Serokatî dibîje gazî şehîdên nemirin heval Sorxwîn hertim ked dida ji bo bibe layiqê wan peyvên serokatiyê. Heval Sorxwîn hertim wisa tewgerandin dida çêkirin. Min pir caran jîra digot xwe newestîne lê heval Sorxwîn pir caran min re digot em deyîndarê Serokatiyê ne. Ji ber ku digot em du milan de deyindarê Serokatî ne ji ber ku Serokatî em cîhanê dan naskirin, azadî çiye me da naskirin, jiyana pîroz çiye me da naskirin, û heman demê Serokatî çawa nezî şehîdan dibe em pêwîste li gorî wî nêz bibin, nêzî derdora xwe bibin. Hevalên ku jiyan dikin erka wan yeke lê yê me sê qate. Hertim ew nîqaşane navbera me heval Sorxwîn de çêdibû. Min û heval Sorxwîn gelek nîqaş û diyalog dikir li ser wan mijaran.

Heval Sorxwîn Xwe Di Paradigma Rêber Apo De Bi Pêş Xistibû

Tê bîramin hevaleke gazî bûya û astengiyên wî heba heval Sorxwîn bizanîbûya mutlaqa xwe digihand wî hevalê. Heval Sorxwîn xwe bi bername dikir xwe digihand wî hevalê. Pirskirîka wî guhdar dikir û çareserî jîra didît. Ji boy her hevalek gazî û ji bo her hevalek dîtir jî kesên ku alîkarî  xwestiba, yanî ne karî heval Sorxwîn ba jî lê hevala Sorxwîn weke erkeke xwe didît. Tim digot erka mine. Weke hevalek, weke şoreşgerekî, weke jineke erkamine ku xwe bigîhînim wî kesî, yan jî xwe bigihînim wi dayîkê yan jî xwe bigihînim wî bavê. Dema heval Sorxwîn jiyan dikir ji Dêrik bigre heya Kobanê gelek kesan navê wî rakiribû. Di heman demê tê bîramin li botanê ez dizanim çend kesan navê heval Sorxwîn hên jiyan dikir navê wî rakiribûn. Heval Sorxwîn xwe di paradigma Rêber Apo de bi pêş xistibû. Heval Sorxwîn xwe gihandibû asta xeta jina azad. Heval Sorxwîn gemiyên pişt xwe şevitandibûn. Kesa ku gemiyên pişt xwe bişevtîne bi jiyanê re dibe yek. Ji bo na wî  tu zorî, tu zehmetî , birîndari, gazîbuyîn, waya kesinlikle pêşiya wî nabe asteng. Çima ji ber Serokatî fêm kiribû. “

 

Dê berdewam bike..

Nivîsên zêde hatine xwendin

Back to top button