Em ê ti carî şehîdên xwe ji bîr nekin

Gaziyên şer ên Komkujiya 25’ê Hezîranê şermezar kirin gotin, “Wan çeteyan û hevalbendên wan xwestin tola têkçûna DAÎŞ’ê ya li Kobanê rakin. Lê şervanan û xelkê herêmê careke din nîşan dan ku ti hêz nikare îradeya gelê me bişikîne. Em ê ti carî şehîdên xwe ji bîr nekin.”
Li dû rizgarkirina Kobanê bi pênc mehan çeteyên DAÎŞ’ê bi hevkariya dewleta Tirk 25’ê Hezîrana 2015’an careke din êrîşî Kobanê û gundewarên wê kirin. Di vê êrîşa hovane de nêzî 233 welatparêz hatin qetilkirin. Bi sedan kes jî birîndar bûn.
Ji gaziyên şer Qehreman Kobanê, Bozan Kobanê û ciwanê welatparêz Elî Kobanê yên di mudaxeleya li hember êrîşên çeteyan ên 25’ê Hezîranê de cih girtibûn têkildarî mijarê nêrînên xwe parve kirin.
Em ê ti carî dest ji destketiyên xwe bernedin
Gaziyê şer Qehreman Rojava yê di wê pêvajoyê fermandarê yekîneyeke li gundewarên Kobanê bû û di mudaxeleya li dijî çeteyan de cih girt, diyar kir ku di pêvajoya rizgarkirina Kobanê de şervanên YPG, YPJ’ê û xelkê Kobanê berxwedaneke destanî nivîsandin û got, “Bi encama wê berxwedanê de ew çeteyên ku artêşên dewletan nikarîn li ber wan bisekinin, şikestin û tine bûn. Rizgarkirina Kobanê di dîroka berxwedana gelan de mîladek e. Li hember tevahî pergalên desthilatdar û dewletperest nîşandana ruhê komînal ê gelan bû. Helbet ev berxwedan bi hêz û îradeya hevrêyên şehîd û Rêbertiya me ava kiribûn pêk hat.”
Gaziyê şer Qehreman Rojava axaftina xwe wiha bi dawî kir, “Wan çeteyan û hevalbendên wan xwestin tola têkçûna DAÎŞ’ê ya li Kobanê rakin. Lê şervanan û xelkê herêmê careke din nîşan dan ku ti hêz nikare îradeya gelê me bişikîne. Bêguman xeteriyên li ser gelê me hê jî hene. Ji ber vê divê em rêxistinbûna xwe xurt bikin. Em ê ti carî dest ji destketiyên xwe yên bi xwîna şehîdan û berdêlên giran ên gaziyan ava bûne bernedin. Bi vê wesîleyê ez ji tevahî malbatên me yên şehîdan û hevalên gaziyên şer re silav û hezkirinên xwe dişînim.”
Em ê ti carî şehîdên xwe ji bîr nekin
Ciwanê welatparêz Elî Kobanê jî destnîşan kir ku çeteyan bi hovîtiyeke mezin êrîşî Kobanê û gundewarên wê kirin û got, “Çeteyên têkçûna xwe hezm nekirin, careke din êrîşî warê berxwedanê kirin. Em bûn şahidê hovîtiyeke ku mirovatî pir kêm rastî wê hatiye. Bi nemerdî û bêbextî êrîş dikirin. Li hember wan çeteyan şervanên azadiyê berxwedaneke bi rûmet pêş xistin û ew êrîşên hovane şikandin.”
Elî Kobanê diyar kir ku ti hêz nikare civakeke rêxistinkirî têk bibe û ev anî ziman, “Gelê Kurd bi saya têkoşîna Rêber Apo, bi keda pîroz a şehîdan xwe nas kir. Dagirker helbet naxwazin em serwext bibin û weke her gelî azad bijîn. Lê tevî her tiştî jî em ê israra xwe ya di jiyaneke azad û bi rûmet de bidomînin. Em ê ti carî şehîdên xwe ji bîr nekin. Heya bicihanîna hêvî û armancên şehîdan em ê têkoşîna xwe bidomînin.”
‘Israra di jiyana azad de çete têk birin’
Gaziyê şer Bozan Kobanê jî bal kişand ser mudaxeleya şervanên YPG û YPJ’ê a li hember êrîşên çeteyan û wiha axivî, “Çeteyan û hevkarên wan hewl dan kêfxweşî û moralê gel û şervanên me yên di berxwedana Kobanê de bi ser ketin, bişikînin. Xwestin îradeya gel û şervanan zeîf bikin û weke hemleyeke dawî hedefa xwe ya dagirkirina Kobanê bi ser bixin. Lê wan îrade, hêz û hêviyên azadiyê yên şervanên Apoyî hesab nekiribûn. Wan şervanên rûmetê bi hestên berxwedanê û israra di serkeftinê de ev êrîşên hovane têk birin.”




