`Dewleta Tirk Gaziyan Ditirse`

  • Gaziyê şer ê Bakur û Rojhilatê Sûriyê Egit Cîlo derbarî êrîşên dijmin ser hevalên gazî nirxand û got dewleta tirk ji gaziyan ditirse, lewma êrîşên xwe zêde dike.

Nirxandina Egît Cîlo Wiha Ye;

“Li ser Bakur Rojhilatê Suriyê dewleta tirk êrîşên xwe berfireh kirine. Armanca dewleta tirk bi wan êrîşan dixaze rêxistina me tûne bike û bê rêveberî bihîle. Êrîş ne tenî li dijê leşkeran tên kirin, li ser kesên ku herî zêde kar dikin, kesên ku herê zîde rêxistinê re ne êrîş ser wan tên kirin. Ew êrîşene taybet kesên piranê bi Rêbertî re ma ne. Wan kesane dijmin bi awayek vekirê hedef digre û ji bo wî her roj soyîqastan çêdike. Di nava wan de ser hevalên gazî êrîşek berfireh heye. Ew êrîşene ne tenê çekdarî, em dibîjin piştî şehîdan herî zêde hevalên gazî nêzî rêxistinê ne. Ji bo wî jî dijmin êrîşê nirxê me dike. Derwayê êrîşên çekdarî û fîzîkê êrîş di warî pîsîkolojî de, di warî şerê taybet de, tên kirin. Ji ber ku dijmin êrîşên taybet dimeşîne ser hevalên me û hevalên gazî. Dijmin ji bo kesan ji durî rêxistin bike şerê taybet dimeşîne.

Pêwîste Em Rêxistina Xwe Daha Zêdetir Xortir Bikin

Beramberî wan êrîşan helwestî me ya herî baş wî çi be? Pêwîste em rêxistina xwe daha zêdetir xortir bikin. Kar û xebatên xwe daha bêtir bi pêş bixin. Ew qas êrîş çêdibin ser me, bingehê wan êrîşan hemû îstîxbarat e. Pêwîste em beramberî wan îstîxbaratan tekoşînek bê hempa bimeşînin. Çima Kurdên me li gor dijmin xayîntê dikin. Em beramberî wan xwe hên zêdetir rêxistin bikin. Pêwîste em wan kesan zelal bikin û rastiya dijmin wan bidin naskirin. Ji bo na wî jî pêwîste kar û xebatî me daha zêdetir hebe.

Em Rastiya Dijmin Ji Civakê Re Bidin Naskirin

Hemû kesan zêdetir hevalên gazî pêwîste xwedî rêxistinê derkevin. Hemû kesan zêdetir pêwîste hevalên gazî tevlê kar û xebatan bibin. Pêwîste em rastiya dijmin ji civakê re bidin naskirin. Wan mijaran de lazime kar û xebatê me hên zêdetir çêbibe. Ji ber em gazî ne û piştî şehîdan hevalên gazî tên. Madem em xwediyê rêxistinê ne li gor wî pêwîste em tevlê bibin. Pêvîste em civaka xwe rêxistin bikin, rastiya dijmin ji civaka xwe re bidin nişandan. Li  hember êrîşên dijmin em civaka xwe perverde bikin.

Sîxoran Efû Nekin Û Di Nava Xwe De Qebul Nekin

Ji aliyê dijmin ve gelek sîxor di qadên me de xwe bi rêxistin kirine. Di milek de ez wek kêmaniya me digrim dest. Tu mêzeyî wan sîxoran dike, rêxistin jî wan sîxoran ser raya giştî parve dike. Wan kesan piranê malbatên şehîdan in. Yan jî birayê şehîdekî ye, yan jî xwîşka şehîdekî ye, yan jî bavê şehîdekî ye, wan kesane hemu nirxên me ne. Ew kesene malbatên me ne. Dijmin bi wan malbatê me leyîstiye. Em hên zêdetir bi wan re mijul bibin, bi wan re eleqeder bibin. Di wan mijaran de levaztiyên me hene. Di milê rêxistinbuna civakê de kêmanê me hene.  Cihê kêmanê hebe, dijmin di wir de xwe bi rêxistin dike. Di aliyê rêxistin kirin de kêmaniyê me hene ku dijmin xwe rehet dikare bi rêxistin bike. Malbatên ku em dibîjin piranê malbatên dostin. Lazime civak rastiya dijmin nasbike, li hember wan sîxoran tekoşîn bike. Sîxoran efû nekin di nava xwe de qebul nekin. Civak pêwîste bikeve ferqa wî tiştê de. Li hember wan sîxoran civaka me pêwîste tavrek rêxistinê bide nîşandan. Wan sîxoran oqas hevalên me şehîd xistin. Gelek mijaran de bi nirxên me leyîstine. Ji bo na wî pêwîste tekoşîn xortir bibe û lazime tavrek me hişk hebe. Civaka me bi her awayî wan kesên xayîntî dikin qebul nekin û li hember wan rabe ser piyan.

Deshiladariye Tirkiye Ji Gaziyan Ditirsin

Wan demên daviyê de êrîşek ser hevalek gazî a bi nasnav Aram Mihemed Îbrahîm çêbo. Ew heval hevalek gazî bu. Heval Aram gazîbûna xwe tu car xwera nekir asteng. Şehid Aram di meclîsa leşkerî de cihê xwe digirt. Gazî herê zêde xwedî rêxistin derdikevin û kar dikin. Lewma devleta Tirk a faşîst êrîş kir ser ş. Aram û şehîd xist. Ber ya wî jî êrîş ser ş. Gelê çêkir û heval Gelê şehîd xist. Berê jî li hember tasfiyeciyan yên ku tavir nişandan hevalên gazî bûn. Rastî jî xwedî derketineke şoreşê heye. Ji bo na wî jî deshiladariye tirkiye ji gaziyan ditirsin. Ji bo ku devleta tirk ji gaziyan ditirse lewma êrîşên xwe zêde kirin.

Pêşengtiya Şoreşê Jin Û Ciwan Dikin

Çend hefte berya niha êrîşek ser erebe ya Jin tv hat kirin. Êrîşa li ser Jin tv ne li ser şexsekî ye, li ser hemu hevalên jin çêbo. Em dibîjin şoreşa Rojava, şoreşa jinê û yê ciwana ne. Di şoreşê de herê zêde rol dikeve ser jin û ciwanan. Di warê leşkerî de bigrin, di warê rêxistinê de bigrin, di warê perwerde de bigrin jin pêşengtê dikin. Pêşengtiya şoreşê jin û ciwan dikin. Ji bo wî jî êrîşek ser jin û ciwanan çêdibe. Ew êrîşa ser Jin tv çêbo em wisa digrin dest. Êrîşek beramberî tevahê jinan digrim dest. Jin tv rastî û heqîqet nîşanê tevahî cîhanê kir lewma ev êrîş li ser wan çêbo.

Tola Ş. Aram Û Ş. Gelê Emê Hildin

Beramberî êrîşên ser Rojavayê Kurdistanê û ser hevalên gazî, taybet ji bo gel dibîjim, ji bo malbatên me yên şehîd dibîjim, ji bo tevahî cîhanê dibîjim pêwîste tavrê me net û zelal be. Pêvîste beramberî dijmin rêxistinbûna xwe xort bikin. Tevlîbûna xwe xort bikin. Lazim e tola ş. Aram û tola ş. Gelê em bigrin. Tola Ş. Aram û ş. Gelê emê hildin.  Beramberî wan sîxoran tekoşîn asta mezin de were kirin, wisa em dikarin tola wan qehremanên xwe bigrin”

Nivîsên zêde hatine xwendin

Back to top button