Ji bo gaziyên şer perwerdeya “Parastina nirxên şoreşê”

Ji bo gaziyên şer ên parêzgeha Hesekê têkildarî parastina nirxên şoreşgerê û prensîbên mirov ên di şoreşê de dest bi perwerdeyê hat kirin. Gaziyên tevlî perwerdeyê bûn gotin, “Bi van perwerdeyan lêhûrbûnên me zêdetir dibin.”

Li parêzgeha Hesekê li Komeleya Şehîd Hogir a Gaziyên Şer têkildarî parastina nirxên şoreşê û prensîbên mirov ên di şoreşê de perwerdeyê dest pê kir.

Perwerde ji aliyê yek ji  Rêveberê Akademiya Şehîd Deştî ya Gaziyan Egîd Efrîn ve hat dayîn.

15 gaziyên şer tevlî koma destpêkê ya perwerdeyê bûn.

Gaziyan diyar kirin ku di vê merheleya girîng de yek ji xisûsa girîng xwedîderketina li nirxên şoreşê û parastina wan e. Gaziyan her wiha bal kişandin ser prensîb û rêgezên ferdên di nav şoreşê de û gotin, “Di vê mijarê de rola herî girîng dikeve ser milên gaziyên şer. Bi van perwerdeyan lêhûrbûnên me zêdetir dibin û  di vê pêvajoya dîrokî de divê mirov çawa tevbigerê de em serwext dibin.”

Hate diyarkirin ku wê perwerde her hefte bi komeke cuda ya gaziyan berdewam bike.

 

Nivîsên zêde hatine xwendin

Back to top button