YPJ hêza parastina jin û civakê ye

Endama Akademiya Zanistên Civakî ya Abdullah Ocalan Leyla Amûdê diyar kir ku YPJ hêza parastina jin û civakê ye, nîvê civakê jî mêr in û got, “Hewce ye mêr vê baş fêm bikin. Xwedîderketina li YPJ’ê, xwedîderketina li îrade, şoreş û destketiyên xwe ye.”

Endama Akademiya Zanistên Civakî ya Abdullah Ocalan Leyla Amûdê têkildarî statuya YPJ’ê, çalakî û kampanyayên ji bo xwedîderketina li YPJ’ê nêrînên xwe parve kirin.

Leyla Amûdê diyar kir ku di Şoreşa Rojava de YPJ bi roleke dîrokî rabû û got, “Di şerê li hemberî DAÎŞ’ê û dagirkeriyê de şervanên jin di sengeran de û li kêleka hevalên xwe yên xort şer kirin. Bi rastî li Iraq û Sûriyeyê eskerên artêşê reviyan. Lê jinên YPJ’yî bi berxwedana xwe hêz, wêrekî û  cesaret  dan mêran. Li hember wî şerê hovane bi fedakariyeke mezin li ber xwe dan. Kesî texmîn nedikir li hember hêzeke weke DAÎŞ’ê ya hov û tundrew wê jin karibin şer bikin û li ber xwe bidin. Şervanên YPJ’ê ev berxwedanî nîşan dan. Gelek çalakiyên bi lehengî jî hatin kirin.  Hevalên weke Arîn, Barîn, Rêvan, Avesta û gelek hevrêyên din, bi rastî di vî şerî de bi rola xwe ya dîrokî rabûn û di asta fermandariyê de pêşengtî kirin.

Leylayê bal kişand ku ti carî eniya jin têde bûn neket û wer domand, “Li eniya şervanên YPJ’ê lê bûn qehremanî û berxwedanî çêbû. Ew şêrejinên Kurd bi awayekî ji xwe bawer û bi serbilindî şer kirin û bi ser ketin. Jin di nav Şoreşa Rojava de, xwedî rolekî mezin bû. Lewma ji vê şoreşê re dibêjin, ‘Şoreşa Jin.’ Ev tiştekî wer ji xwe ber nebû. Ev rastî û heqîqetek bû. Vê berxwedan û qehremaniyê ev piştrast kir.”

Leyla Amûdê îşaret bi entegrasyona di navbera Hikûmeta Demkî ya Sûriyeyê û Rêveberiya Xweser de kir û ev anî ziman, “Niha pêvajoyeke entegrasyonê dest pê kiriye. Di vê çarçoveyê de hinek lihevkirin çêdibin. Lê di mijara jinê de ji aliyê hikûmeta demkî ve refleksên neqebûlkirinê hene. Mîna pêdivî bi hêza jin nîne nêzîkatî tên raberkirin. Em jî dibêjin ku heya ew tundî, şer, talan, destdirêjî hebe wê hêza jinê YPJ jî hebe. Bêguman qebûlkirina statuya YPJ’ê ya bi awayekî fermî di artêşa nû ya Sûriyeyê de girîng e. YPJ bi nêrîna hêzên cuda ava nebû. Her wiha wê bi nêrînên yên derveyî me jî belav nebe. Lewma divê her kes zanibe ku wê YPJ bimîne û mayînde be.”

Leyla Amûdê destnîşan kir ku divê mêr jî beşdarî çalakî û kampanyayên ji bo YPJ’ê bibin û got, “Xwedîderketina li YPJ’ê, xwedîderketina li îrade, şoreş û destketiyên xwe ye.  Ev tê wateya xwedîderketina li destketiyên manewî, ruhî, fikrî, azadî û wekheviyê ne. Lewma divê mêr jî beşdarî çalakiyên ji bo xwedîderketina li YPJ’ê bibin. Hewce ye ev helwest di her milî de hebe.”

Endama Akademiya Zanistên Civakî ya Abdullah Ocalan Leyla Amûdê bal kişand ser çalakiyên li Kobanê yên mêr jî beşdar dibin û wiha axivî, “Di vê mijarê de ez timî Kobanê mînak didim. Di her 8’ê Adarê û 25’ê Mijdarê de mêr bi jin û dayikan re tevlî çalakiyan dibin. Ev xisûseke gelekî girîng û pîroz e. Yên herî zêde tevlî çalakiyên jinan dibin, mêrên Kobanê ne. Divê li her derê mêr vê ji xwe re mînak bigirin û bi awayekî aktîf beşdarî çalakî û kampanyayên ji bo YPJ’ê bibin û YPJ weke  hêza parastina xwe jî bibînin. Em dibêjin YPJ hêza parastina jin û civakê ye. Nîvê civakê jî mêr in. Bi sedan şoreşgerên jin di eniyên şer de ji bo parastina jin û civakê di nav berxwedanê bûn. Lewma hewce ye mêr beriya jinê jî xwedî li YPJ’ê derkeve. Ez jî weke jineke şoreşger YPJ’ê weke hêza xwe ya esasî dibînim. Ji bo hebûna YPJ’ê çi ji destê me bê bêteredut em ê bînin cih.”

Nivîsên zêde hatine xwendin

Back to top button