Divê jin ruh, beden û hişê xwe bi tecrûbeya xwedawendekê biparêze

Rêbertî

Jin bi helwesta xwedawendekê, dikarin giyanê xwe biparêzin. Çawa ku ol bi baweriyekê ji tiştan bawer dike, jin jî ji bo azadiya xwe dikare weke xwedawendekê tevbigerin. Erê wekî olekê. Çawa ku ol baweriyek be jin jî azadiya xwe wekî baweriyekê , wek ol dikarin bi dest bixin. Dikarin bi vê bawer bin, ji bo vê bixebitin. Jinên ji bo serokşaredariyê hatine hilbijartin hene. Divê ev jin helwestek pir taybet xerc bikin. Dikarin bajaran bi giyanek nû ava bikin. Bajar çawa ava dibin, çawa demokratîk dibin, çawa xweşik dibin, ji evqas bê karî û xizaniyê re wê çawa çare bên dîtin?

Divê di van mijaran de helwestek zêde xerc bikin. Dibe ku malbat nikarîbin zarokên keç mezin bikin û xwedî bikin. Ji bo wê perwerdeya zarokên keç û pêşveçûyîna wan cihên taybet dikarin bên vekirin. Divê zarokên keç yên xizan perwerde bikin. Hûn dizanin xwedawendîtî, nebûyîna desthilatdariyê ye. Hin bajaran wekî bajarên mînak dikarin ava bikin. Nimûne Nisêbîn wek bajarê mînak dikarin ava bikin. Cizîrê wekî bajarê mînak dikarin ava bikin, Cizîrê pir girîng e, bajarek xweşik e. Jin dikarin vir wekî bajarekî mezin û xweşik ava bikin.

Bi vî awayî wê jin azad bibin, wê xwe hîn xweşiktir bikin, wê karê xwe xweşik bikin. Wê bibin xwedî pîşe. Wê aboriyê baş bi rê ve bibin û zarokên xwe baş xwedî bikin. Azadiya jinê azadiya civakê ye. Azadiya jinê azadiya zarokan, azadiya zarokên keç e. Jin azad bibe wê ev hemû pêş keve û azad bibe. Divê jin, ruhê xwe, bedena xwe û hişê xwe bi tecrûbeya xwedawendekê biparêze. Bajaran jî bi wê ferasetê dikarin ava bikin.  Beşê çep yê li cîhanê jî ji pirsgirêka jinê re çareserî çênekir. Her wiha li Rojhilata Navîn di mijara azadiya jinê de, hîn azadîxwaz, mîrateyek hîn kûrtir, kevneşopiyek ku ji dîrokê tê heye.

Ez dibêjim em xwe bisepînin vê kevneşopiya xwe. Pergala sermayeparêz pênc sedsal e ji jinê heta hawirdorê heta hemû cihî rûxandinek mezin çêkir, bû sedema telefbûyîna milyonek mirovî. Xala ku pêwîst e hemû sosyalîst têdigihin ew e sermayedarî civakî nabe, sermayedarî mirovahî nebe. Pêwîst e her kes wê wisa têbigihê, sermayedarî marksîzim jî di nav de hemû beş çawa bikaranîne ez dizanim. Ji dorpêçkirina li ser min jî ez dizanim bê pergala sermayeparêz çawa mirovan dorpêç dike, niha jî li Londonê bi civîna asta bilind ya G 20’an wê bicîvin dide xuyakirin  wê bi civînê re hin tiştan biguherînin.

Nexêr, tiştekî nikarin rast bikin, wê hîn xirabtir bikin, wê kedxwariyê hîn kûrtir bikin. Jixwe pergala sermayeparêz bi xwe pergala krîzê ye û wê kaosê çêbike. Min ew di parêznameyên xwe de bi berfirehî destnîşan kirin. Di pergala sermayeparêz de krîz ne rewşa awarte, pêwîstiya sermayedariyê ye. Krîz xwezaya pergala sermayeparêze ye. Her kes dorpêç dike û her kesî dikire.

 

 

Nivîsên zêde hatine xwendin

Back to top button