Divê ti jin bê komîn nemîne
Dîrok Amed

Rojane bi dehan jinên bêguneh tên kuştin. Herî zêde jî bi destê bav, bira, hevjîn û hezkiriyê xwe tên kuştin. Ev kiryar ne ku nû dest pê kirine. Lê ji ber niha ji hêla jinan ve ev bûyer têne pirskirin kujer diyar dibin. Pergala serwer bi xwe kujeran destek dike. Gelek bûyerên wiha ji hêla dewletê ve tên nixumandin, kujer jî serbest tên berdan.
Kuştina jinan ji derveyî çanda mirovahiyê ye. Lê hingî jin hatin kuştin wiha lê hatiye ku bûye weke çandekê. Zilam hevdu dişopînin û teqlîd dikin. Jiyanê li jinên weke zêr dikin mîna dojehê. Weke jin û civak eger em çareseriyê ji van pirsgirêkên bingehîn ên civakî re nebînin wê cîhan ber bi xeterî û tehlûkeyên mezin ve biçe. Ne tenê ya mirovan wê jiyana tevahî zindiyan hilweşe.
Tekez pêdivî heye ku her kes, jin û zilam, hemû beşên civakê li ser çareseriya van pirsgirêkên bingehîn bihizirin û çareseriya wê jî peyda bikin. Jixwe dem jî hatiye ku destwerdan li van pirsgirêkên 30 hezar salî were kirin. Mirovahî di şexsê jinê de tê qetilkirin. Civak ji hêla sîstema kapîtalîst ber bi dirindebûnê ve tê dehfdan. Pergala dewletparêz a bi hişmendiya zilam, wê mirovahiyê ber bi tinebûnê ve dibe. Hewce ye jin û ciwan werin hişyarkirin û her ferdek di nav civakê de bibe weke sengereke siyasî û rêxistinî di rûyê hişmendiya êrîşkar de. Ev ji bo pergala kevnar a kujerê kastîk were hilweşandin pêwîstiyeke heyatî ye.
Wijdanê mirovahiyê kiryarên di nava civakê de hew tehemûl dike. Pêdivî heye hemû beşên civakê xwe weke komîn rêxistin bikin. Hewce ye li ser van mijarên civakê yên bingehîn nîqaş çêbibin. Ji ya zarokan bigire heya ya jinan, ciwanan, meran û kalemêran divê komîn ava bibin û her kes aktîf bibe. Divê bi taybetî jî ti jin bê komîn nemîne.
Hewce ye mirov xwedî li jinên neheqî li wan hatiye kirin derkeve. Divê civak hew zilmê qebûl bike. Dema pirsgirêk di nav malbatekê de çêbûn divê yekser helwesta xwe deyînin û nebêjin, ‘hevjîna wî zilamî ye, zilam azad e dikare lê bide yan jî bikuje’ û hwd. Dema hate xwestin divê zilamê sûc kiriye bidin dadgeha civaka sivîl û hesab jê bixwazin. Dadgeh jî divê mafê jinê biparêze û xwedî lê derkeve. Hewce ye jin mafê xwe bizane û ji bo wê têkoşîn bike.
Me weke jin û civak xwe di warê zagonî de zêde pêş nexistiye. Pêwîst e em xwe li ser van mijaran kûr bikin, çareseriya pirsgirêkên xwe ji demê re nehêlin û demildest em li ser bisenin. Dem jî ev dem e, em qala xweseriya demokratîk bikin, pergaleke civaka demokratîk pêş bixin.
Ji bo em xwedî hêz bin û ji serweran jî wî hesabî bixwazin, tişta bingehîn ew e, em xwe zana bikin. Hewce ye ji bo naskirina statuya YPJ’ê ya di pêşeroja Sûriyeyê de jî em çalakî û rêxistinbûna xwe xurt bikin. Ji bo vê tenê ne jin, divê mêrên azadîxwaz jî bikevin nav livûtevgerê, dengê xwe bilind bikin da ku mafên xwe yên herî rewa bi dest bixin.




