Di serdemên pevçûnan de hewldanên ji bo çareseriya demokratîk
Leyla Amûdê

Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, her tim ji bo çareseriya aştiyane û civaka demokratîk têkoşîn dike. Li kêleka şer û serkeftinên leşgerî jî her hewl da çareseriyeke bingehîn ava bike da ku dawî li pirsgirêka Kurd û Tirkan bîne. Lê mixabin ev hewldan û xebat timî li ser milên Rêber Apo man. Ji agirbesta yekem a 1993’yan heya niha hêzên şerxwaz û komploger ji bo ev hewldanên Rêbertî negihêjin encameke serketî, her cure rêbaz û êrîş pêk anîn. Tevî van hemûyan jî Rêbertî di vê xisûsê de têkoşîna xwe domand. Hinek caran rayedarên dewleta Tirk ên alîgirên çareseriyê jî ketin nav hewldanan, lê ji ber mudaxeleyên hundirîn ev kar û xebat negihiştin fermiyet û encamekê. Hêzên veşartî û tarî her carê ketin tevgerê. Hewl dan, çareseriya aştiyane pûç bikin û aliyan li hember hev sor bikin.
Rêber Apo Adara 1993’yan yekemîn agirbest îlan kir. Ev agirbesta rastî Newrozê dihat, helbet xwedî wateyeke pir cuda bû. Rêbertî di tevahiya dîroka Tevgera Azadiyê de timî di demên girîng ên dîrokî de pêngavên mezin pêş xistine û dane destpêkirin.
Ji wan salan ve Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, gihiştibû qinyata ku wê pirsgirêkên gelan tenê bi şer û şidetê neyên çareserkirin. Ji ber vê, gavên wiha erênî ji bo çareseriyê diavetin û her dixwest rayedarên Tirk ên wê demê îqna bike da ku hew xwîn were rijandin. Lê komplogerên hundir û hêzên derve yên sermayedar ên bi şer xwe xwedî dikin, ketin tevgerê û pêvajo sabote kirin. Li Tirkiyeyê rayedarên asta bilind ên weke Tûrgût Ozal, Eşref Bitlis hatin kuştin.
Gelek kes vekirî û hinek jî veşartî ji serdemên çareseriyê re bûn qurban û jiyana xwe ji dest dan. Bêguman cihê xembariyê ye ku mirovên aştîxwaz ji hişmendiya şer û tundrew re bibin qurban. Şerxwaz, desthilatdar û tundrewên kastîk hîn jî wê hişmendiyê ferz dikin.
Rêber Apo 54 sal e ji bo azadî, wekhevî û çareseriyeke bi rûmet têkoşîn dike. 27 sal e jî vê xebata xwe di nav şert û mercên herî zehmet de li Girava Îmraliyê didomîne. Rêbertî ew qas sal in rojekê jî ji bo xwe daxwaza tiştekî nekir. Tevahî fikir û hewldanên Rêbertî ew in ku jiyaneke bi keramet ji gelê xwe û gelên cîran re ava bike.
Niha jî ev bûye zêdetirî du salan Rêberê Gelê Kurd Rêber Abdullah Ocalan dest bi Pêvajoya Aştî û Civaka demokratîk kiriye. Rêbertî tevî derfetên kêm jî her di nav têkoşîneke pir xurt de ye da ku dawiyê li şer û tundiyê bîne. Ne tenê gelê Kurd û gelê Tirk, ji bo hemû gelên Rojhilata Navîn û tevahî mirovahiyê ji şerên bêrehm û dijwar rizgar bike, di nav têkoşîneke bêmînak de ye. Ji bo gel û civak bi navê dewletên netewe dijminatiyê bi hev re bikin û mirov êdî hevdu qir nekin, bi şev û roj dixebite. Ev pêvajoya di pêşengiya Rêber Apo de ji bo hemû cîhan ji xeterî, karesat û şerên dirinde rizgar bibin derman e.
Hemû kesên aştîxwaz û em jî di nav de qet em nikarin, bi qasî saeteke Rêber Apo kar û xebat bikin. Ji ber Rêbertî xwe fedayî civaka azadîxwaz kiriye. Gelek mirov, sazî, komik û partî navên bi bandor li xwe dikin û dibêjin ku kar û xebat dikin. Ez jî dibêjim, biborînin hûn hemû jî bi qasî rojeke têkoşîn û xabata Rêber Apo nikarin, kar û xebat bikin. Jixwe muqayesekirina wan bi Rêbertî re jî şaş e. Eger em wiha nêz bibin, wê me bibe şaştiyên hîn mezintir. Lê divê were zanîn ku dîrokeke zêdetirî nîv sedsalekê ye xebateke bêhempa di pêşengiya Rêber Apo de pêş dikeve. Ez bawer nakim ku ti kes karibe bêwijdaniyê li Rêber Apo bike, yan jî derkeve holê û bibêje min jî ewqasî xebat kiriye. Heke hinek wer hebin jî haya wan ji dinyayê tineye. Wê ew bi xwe di nav civakê de bibin pêkenok. Her wiha wê dîrok, civak û mirov wan şermezar û rûreş bikin. Tişta ji bo civaka Kurd pêwîst e, ew e ku em ked û têkoşîna Rêberê xwe ya zêdetirî nîv sedalê ye, bi serketinê tacîdar bikin, perspektîf û gotinên Rêberê xwe bikin guhar û têxin guhên xwe. Ji bo em gelê xwe û mirovahiyê ji tundiyê û şer xelas bikin û wan derxin ronahiyê ev pêwîst e.
Sala bihurî di van rojan de piştî daxuyaniya Rêber Apo ya li ser ekranên televîzyonan bi du rojan di pêşengiya Hevseroka Giştî ya KCK’ê Besê Hozat de 30 gerîlayên azadiyê bi Kurdî û Tirkî daxuyaniya xwe ji raya giştî re xwendin û çekên xwe şewitandin. Mebesta wan gerîlayan ji şewitandina çekan ew bû ku peyama bawerî û siqeta aliyan bi hev çêbibe û Pêvajoya Aştî û Civaka Demokratîk di rotayeke rast de bimeşe. Her wiha dawî li şer û tundiyê were, diyalog û nîqaşên ji bo entegrasyona demokratîk bikevin dewreyê. Jixwe mijara herî sereke jî ew bû ku gerîlayên çeka xwe şewitandin ji çiya dakevin, li Tirkiye û Bakurê Kurdistanê xebatên siyasî bimeşînin û ji pêvajoyê re bibin qasid.
Lê mixabin dewleta Tirk ti bersiveke guncav neda û heval vegeriyan cihên xwe yên çiyayan û xebatên xwe berdewam kirin. Heya niha jî dewleta Tirk ti gaveke pratîkî ya berbiçav neavêtiye. Hê jî qolincên şer ên dijwar tên kişandin, desten tarî û veşartî jî her tiştî tevlîhev dikin. Naxwazin çareseriya aştiyane pêk were.
Tevî her tiştî Rêber Apo kar û xebata xwe berdewam dike. Ji çareseriyê bawer dike. Ji ber dizane şer ti çareseriyê nayîne. Rewşên şer ji ti kesî re nebûye derman. Ev ji bo Tirkiyeyê jî welê ye. Hêviyên me bi Rêbertiya me û gelê me pir in. Dawiya dawî jî wê her kes vegere ser nêrîna Rêber Apo û wê çareseriya aştiyane qebûl bikin.




