Zanist şoreşeke fikrî û ramanî ye

Cûdî Cizîr

Bûyera jêre tê gotin, zanist çawa ye? Di nava nêzîkbûneke çawa de tê destgirtin? Fikra zanistî çi ye? Pêwîst e mirov bi baldarî lêhûrbûn bike û bi pênûsa xwe re parve bike! Bi lêpirsîna aqil tu digihêjiyê. Fikra zanistî ev e. Bi bîr û baweriyê pêk tê. Di Tevgera Apoyî de tiştên bingehîn biryar, israr, îdeolojî û pêre jî aqil, zeka û muqayese ne. Bi rastî em dixwazin zîhnê mirov fêm bikin. Ji ber heqîqeta însan pir kûr e. Zanista heyî heta niha psîkolojiya însan tam analîz nekiriye û nikare tam analîz jî bike. Psîkolojiya însan pir kûr e.

Eger mirov di tiştekî de îqna bibe û bi rastî lêhûrbûna xwe li ser hebe, dikare tê de tiştên nû peyda bike, biafirîne û pêşveçûnên nû çêbike. Lê eger mirov îqna nebe, bi qalibî nêzîk bibe û bibêje, “Hema mijarek e, em hinekî guhdar bikin bes e,” ev psîkolojiyek cuda ye û kesê wisa nêzîk bibe tiştekî jî nagire. Eger bi rastî lêhûrbûn hebe, însan xwe tevlî bike, qet tiştên mirov bi xwe hêvî nake mimkun e weke derketineke mezin çêbike. Psîkolojiya însan pir cuda ye. Avakirina civaka exlaqî û polîtîk, di pratîkeke birêxistinî û zanistî re derbas dibe. Ger mirov bi pêkanîneke rast ve karibe bersivê bide, bêguman dê xebatên ku bi zanistî ji bo xwe bingeh bigire û zanistiyên herî mezin derxe holê.

Zanistîbûn çi ye? Zanistîbûn akademî ne, lêkolîn in û şîrovekirin in. Di van aliyan de, Rêbertiya me di aliyê fikir de, di asta volqanekê de pêşketin çêkir. Di dîroka modernîteya kapîtalîst de rola dane zanistên civakî ew e, qutbûna ji rastiya civakî rewa û heta weke pêşketinekê ferz dike. Li ser navê zanistê derbeke girîng a li civakbûnê tê xistin jî ev e. Şoreşa zanistî ya di dawiya sedsala 18. de li zanîngehan pêş ket. Eger ferd di asta têrkêr de zanist û exlaqa bîrdozî, felsefîk, paradîgmayî girtibe û cewherî kiribe asta vê cewherîbûyînê teqez wê teyisandina xwe li xweşiktiya kes jî bike. Em pirsgirêkan bi zanistî digirin dest. Lêkolîna Rêber Apo ya der barê pirsgirêka Kurd de rastî dema naskirina sosyalîzma zanistî tê.

Rêkûpêkbûna fikir di aliyê exlaqî, çandî, bawerî û zanistê de dema ku yekbûneke wan hebe, ji bo tiştên hevpar hatibin formulekirin mirov wê demê dikare ji wê fikrê re bêje, “Îdeolojî.” Di serî de zanistiya ku nakeve xizmeta çareserkirina pirsgirêkên gel, ne îdeolojîk e. Divê em zanyartiyê bi hestên herî kûr pêşwazî bikin. Weke zelaliya zanista xwe veguherînin hêrs û tolhildanê. Qadên ku zekaya jinan tesîra xwe li jiyanê bike wê xwe bigihînê xweşikiya jiyanê. Ji lewra di zanyarî de jî ev gotin wateyeke xwe yê zanistî jî heye. Ji ber vê çendê zanistiya dîrokî ya hatiye qezenckirin vedigere rewşa hafizeya jinan. Zanista mirovahiyê li ser rêya pêşketinê ye, lê divê hê gelek qonaxan biçe. Divê mirov karê dahûrandinê berfireh û zanistî bike.

Divê em di van mijaran de lêkolîn bikin. Tê dîtin ku her jina Kurd a welatparêz a zana bûye, eger rola xwe bilîze, wê bê dîtin çiqasî bûye şoreşger û wê karibe pêşengtiya şoreşê jî bike. Ji destpêka berxwedanê ve jinê mohra xwe li têkoşînê daye. Parêzname û paradîgmaya Rêbertî li her derê cîhanê tên nirxandin. Bi taybetî jî feraseta jiyan, dîrok û zanista civakî ya li derdora jinê ava dibe dibe sedem ku desthilatî û dewlet pir baş bê dahûrandin. Derket holê ku şoreşgertî endamtiya destûrnameyê derbas kiriye, yên pêşeng in nûnertiya Tevgera Apoyî û gel dikin.

Ev nîşan dide ku zanist û lêgerîna azadiyê ya li gel jinan civakî bûye. Zanist û zanyarî têgeheke ku li ser gelek nîqaş tên kirin û weke dayika hemû zanistan tê pênasekirin e. Heya niha gelek cure û rêbazên zanistê pêş ketine. Bingehê zanistê dîrok e. Eger em wê baş zanibin, em dikarin têkoşîneke baş jî bimeşînin. Ji bo wê dîrok tiştekî xwezayî ye. Rêber Apo dîrok û civak ji nû ve girt dest. Ji hev qut nagire dest. “Di zanistê de tişta herî girîng ew e, divê mirov dîrok û civakê nêzikî hev bike.”

Naxwe mirov dikare bêje ku di cîhanê de çeka zanistê ji hemû çekan bihatir e. Ji bo ev çek di cih û wextê wê de bi awayekî rast, bi bandor bê bikaranîn, destpêkê ramana azadiyê, prensîbên azadiyê û zanista wê pêwîst dike. Di bingehê zanista azadiyê de bawerî heye û baweriya azadiyê li ser hemû baweriyan cih digire. Eger tu bawer bikî, tê çav berdî azadiyê. Zekaya însan herî zêde bi civakê, bi civakbûnê derdikeve holê.

Em di wê baweriyê de ne ku ev tespîteke zanistî ye. Yanî zanist li ser rewşa civakê destpêk û pêşveçûnên civakî digire dest û Iêkolîn dike. Naxwe mirov dikare bêje ku zanista mirovan tekiliyên di navbera mirov û civakê de lêkolîn dike. Lenîn dibêje, “Pêwîst e, xeyalên me yên mezin hebin, lê belê pêwîst e zanistî bin.” Û wiha li ser zêde dike, “Şoreşgerek bêxeyal nabe, lê belê pêwîst e xeyalên xwe bisipêre rastiyê.” Yanî hinek dibin mirovên zanist, hinek mirovên çalakiya şoreşgerî, hinek jî dibin hunermend. Kê çi qasî xeyalên xwe yên zarokatiyê rasteqîn bijî ew kesayet ewqasî mezin dibe.

Şoreşgertî marîfet e, heqîqet e. Mîlîtanek xwedî marîfet û heqîqet be ew exlaq û zanista parastina civaka xwe ye. Hemû hevrêyên me divê bi vê zanistiyê tevbigerin û di zanista civakî de derketineke xurt bikin. Yanî her şoreşger divê erka xwe ya şoreşgerî pêk bîne. Zanista mirovan, zanista dîrokî bi lekolîn, li ser bûyer û çalakiyên dirokî, zanebûna dîrokê diafirîne. Ji lewra zanebûna mirovan bi şêweyê zanistî pêk tê. Ji ber vê çendê diyardeya ku mirov dike mirov, zanist e. Lewma zanista mirovahiyê, şoreşeke fikirî û ramanî ye.

Em di warê bîrdozî, felsefî, jiyanî, rêxistinî û zanistî de deyndarên Rêber Apo ne. Em dibêjin, Rêber Apo tenê ne Rêberê netewekê ye! Apogerî, zanist e, felsefe ye. Ji lewra di hinek mijaran de Rêbertî avabûnên nû çêkirine, afirandin pêş xistiye. Ger dîrokê ji aliyê fikir û felsefe ve em bigirin dest, Rêbertî di dîrokê de xuliqkarî kiriye. Ger em jî zanista Rêber Apo rast fêm bikin û bidin fêmkirin, dê cîhan bixwîne. Ew zanist e. Rêbertî got; “Tu li çi digerî, di xwe de lê bigere.” Bi zanistiya em li çi digerin, ne li cihek din, divê em di xwe de lê bigerin. Li cihê ku me ya lê digerî dît, divê em baş bizanin ew cih em bi xwe ne.

Zanist, hilberîna hevpar a mirovahiyê, encam û berhema ked û daneheva kolektîf e. Ji jiyana însan re xizmet dike. Lê zanistperestiyê jiyan esîr girtiye. Ji bo vê em bala xwe bidinê em ji vê zanistê re fikra zanistî dibêjin, lê em jêre dibêjin, ne zanist e, zanistperestî ye. Ev zanistperestî çi ye? Yanî zanista ku ji azadiyê dûr e. Yanî zanista ne ji bo zanistê kar dike, ne di nava lêgerîna azadiyê de ye. Ew zanista ku sînorên lêgerîna xwe di çarçoveya berjewendiyên çîna serdest de digire dest e. Yanî sînorên lêgerîn û lêkolîna xwe di çarçoveya berjewendiyên çîna serdest de heps dike. Zanistperestî têgihîştineke bi vî awayî ye. Em bala xwe bidinê Rêbertî dibêje: “Ez ne li dijî zanistê me, ez li dijî zanistperestiyê me.” Lewra zanist bi xwe pêdiviyeke însanî ye.

Di zanistên civakî de jî rêbazên werin bikaranîn ev in: Em ê li rastiya dîrokê meyze bikin û rojaneya xwe şîrove bikin. Îro mezinbûna mirov, hêza mirov bi rêya zanistê ispat dibe. Mînak îro zanist jî qebûl dike ku her tişt zindî ye. Însan bê zanist nikarin bijîn. Însan bîr dibe, ji beriya hezaran salan hewldanên însan yên zanistî hene. Eger mirovan kevirek ji bo xwe tûj kiribe, ew ji bo wan zanistê ye. Em tevgereke zanistî ne û îlmê esas digirin.

Em bi elimandinan nikarin bijîn, bi hînbûnên xwe yên kevn jî em nikarin bijîn. Mirov jiyana civakî rast nas bike û bi zanebûn wê bijî bi qasî jiyanê bi xwe girîng e. Mînak derketina Rêbertî destpêkê pir bi îsabet e zanatî ye. ji lewra em bi hizra Rêber Apo rohnî dibin. Ev jî tespîtek zanistî ye. Bi zanista ku wê sala 2026-2027’an bibe sala, têkoşîneke mezin û bi biryardariya teqez serkeftinê em tevahiya hevrêyên xwe yên gazî bi rêz û hezkirin silav dikin.

 

 

 

 

Nivîsên zêde hatine xwendin

Back to top button