`Di avabûna gerdûnê de meyîla Azadiyê`

Gaziyê şer yê Bakur û Rojhilatê Sûriyê Rustem Başûr: Dema em destê xwe diavêjin pênûsekê, parçeyek dar û ber an jî kulmek ax di nava kefa destê me de enerjiyeke nêzîkî bê dawîbûnê veşartiye.

Rustem Başûr:

“Êdî di serdema me de bi taybetî di sedsala 21’an de ji aliyê zanistê ve hatiye piştrastkirin an jî li ser hemfikirbûnek pêk hatiye ku gerdûna me ya niha em di nav de dijîn, 20 milyar sal ji beriya vê çêbûye. Ji beriya ku gerdûn çêbibe rewşa tu sekn û helwestên werin pênasekirin li holê tunebûn. Jixwe hol an jî meydan-qadek ku pênaseyeke bi vî şiklî bibe, tê de were tarîfkirin jî tune bûye. Tenê li ser vê yekê em dikarin bînin ziman, ger mirov karibe behsa heqîqeteke bi vî rengî bike ew jî dikeve nav çarçoveya zanista kuantumê. Hûrguliyên vê mijarê raxistin ber çavan û heta piştî ku gerdûna me çêdibe çîroka wê anîn û bi afirîna cîhanê ve girêdayîn, bi serê xwe mijareke lêkolînê ye. Tenê em dixwazin di çêbûna gerdûnê û heta bi çêbûna cîhana me de bidin li ser şopa pênaseyek ku ji bo civaka mirovahiyê jêneveger e yanî ‘azadiyê’, kok û binerata wê di van mercan de lêbikolin. Piştre dema şert û mercên cîhanê ji bo jiyandina curê jê re tê gotin mirov guncaw bûn, vê têgîn-pênase û rewşa ku bi azadî tê tarîfkirin di çêbûna civaka mirov a destpêkê (klan) de bi çi rolê rabûye, lêkolîn bikin.

Li gerdûnê, li cîhanê, di nav xwezayê de her tişt bi rewşa xwe ya dualîte tê naskirin. Heta ji vê jî zêdetir mînak beriya ji çêbûna gerdûnê (êdî ev qada lêkolînê ya kuantumê ye ji ber wê yekê em tenê dikarin hin nêzîkbûnên felsefîk bînin ziman) hêvinê gerdûna me ya niha ji ‘tunebûnê’ û ‘hebûnê’ pêk dihat. Lê dîsa jî li meydanê (em neçar in hin gotinan ji gerdûna me ya niha bi deynê xwe bistînin) ‘hê’ jî sentezek (gerdûn) an jî tiştekî nû tune bû. Her ku ‘hebûnê’ xwest xwe pênase bike, pêwîstî bi ‘tunebûnê’ dît. Yanî ‘hebûnê’ karîbû xwe bi ‘tunebûnê’ bide destpêkirin, vebibe û bibe gerdûn (sentez). Dibe ku xwendekar bêjin çi têkiliya vê bi azadiyê re heye? Rast e tenê me xwest em rewşa dualîteyê di çêbûna gerdûnê de, heta ji wê jî pêştir beriya ji çêbûna gerdûnê raxin li ber çavan. Belkî jî li nav sînorên gerdûnê û ew qada ku meydana zanista kuantumê ye, tenê heqîqateke şîrîk hebe ew jî rewşa dualîteyê be. Herî kêm ev ji bo hêvinê gerdûna me ku ew welidandiye derbasdar e. Mirov dikare bêje hemû sekn û pênase û heqîqetên di gerdûna me ya niha de hatine pênasekirin, di wê çarçoveya tovê gerdûnê de bi awayeke razayîbûn; Wekî sekneke herî esasî ya heqîqeta gerdûnî ‘azadî’ jî di nav de.

Piştî ku di encama Bîg Bangê de ku weke teqandineke pir mezin tê pênasekirin, gerdûn çêdibe, di heman kêliyê de firehbûna gerdûnê jî dest pê dike. Ji ber têhn û hecmê destpêkê yê gerdûnê de forma made ku îro li gerdûnê heye, hê pêk nehatibû. Her tişt di rewşa xwe ya enerjiyeke bê ser û ber ya serbestmayî-azadbûyî û bi lezeke pir mezin hewl dida xwe bigihîne asteke hê bilindtir a azadiyê de bû. Weke tê zanîn îro jî li gerdûnê, li cîhanê û li her dera were bîra me tu şiklên enerjiyê bi dest nayên girtin, nayên qeyd û bendan. Mînak, piştî ku mirov pêlî kepsa fenerekê dike, ew enerjî-şewqa serbest dimîne ku di nava kefa destê me de bû di nîv saniyeyê de xwe li ser heyvê dide û di heşt deqayan de xwe berdide li ser tava me ya ku germahiya wê digihîje milyon derece germahiyê. Peleke kaxizê ya têra xwe zuwa û hişk, dema yek agirekî bide aliyekî wê, qirçeqirç pê dikeve û di dawî de dibe xwelî. Hem enerjiya deng bi şiklê qirçeqirç û hem jî bi şiklê germahî, ronahî li hewîrdorê belav dibe. Yanî dema ji ber destwerdana me beşeke biqasî were paşguhkirin pir zêde biçûk a kutleya wê kaxizê, weke enerjiya nava wê azad dibe, êdî nayê qeyd û bendan.

Dîsa Rêber Apo azadiya ku weke pênaseyek civakî tê zanîn dişibîne helwesta enerjiyê. Azadiyê tenê bi çarçoveya civakî teng nagire dest. Dibêje “ji ber ku di enerjiyê de helwestek bê serûber a tevgerê heye, nêzîkî azadiyê ye”. Bi rastî jî ji aliyê zanista kuantumê ve hatiye vedîtin û piştraskirin ku zereyên herî biçûk ên made (kuanta) ji paketokên enerjiyê pêk hatine. Yanî dema em destê xwe diavêjin pênûsekê, parçeyek dar û ber an jî kulmek ax di nava kefa destê me de enerjiyeke nêzîkî bê dawîbûnê veşartiye. Ev enerjî bi awayê paketokan hatiye sînordarkirin, hatiye îstîfkirin. Êdî ew serbestî û azadiya bêdawî bi formeke diyar hatiye sînordarkirin. Helwest û sekna gerdûnê ya hema kêliya piştî Bîg Bangê pir nêzîkî azadiya bêdawî ku ji vê pênaseya ‘bêdawî’, fîzîknasên wekî Einstein zêde hez nakin, li meydanê hebû. Ji ber ku hemû gerdûn di rewşa xwe ya enerjiyê de bû, bi qasî ku têra hemû hejmarên bîrkariyê bikin li ber wê bijartertekên cuda hebûn.”

Nivîsên zêde hatine xwendin

Back to top button