Piştre Min Got: “Heval Lingê Min Qut Bûye, Ezê Çawa Rabim.”

Warşîn Dilşêr:

“Navê min Warşîn’ e, ji Serêkani’yê dayikbûme û Serêkani’ yê tevlî tevgera azadiyê bûm. Herî zêde Ş.Dilşêr hişt ku bandor bibim û biryara tevlîbûyînê bidim. Şehîd Dilşêr mirovê min bû, di nav YPG’ ê de cihê xwe digirt. Hertim dihat gel min, pê re girêdayî bûm. Berê şehîd bikeve hat li gel min û got ” heval Warşîn ez diçim tevlî pêngavê bibim, hemla Til Xezîr re gel giştî diçe tevlî pengavê dibe gerek ez jî biçim tevlî hemlaya bibim.” Piştê wî xatir xwest û çû. Piştre agahî hat me re gotin an şehîd ketiye an jî dîl ketiye destê dijmin. Wê demê acizbûyîna min pir çêbû. Min bi xwere got pêwîste ez jî tevlî bibim. Di  van deman de karê civakê min dikir. Hin tişt ne dihişt ku ez tevlî bibim, pêşiya min astengi çêdikir. Êdî piştî çar mehan agahî hat ji me re û gotin ku heval Dilşêr hemleya Til Xezîr de şehîd ketiye. Dema gotin şehîd ketiye ez pir bandorbûm. Tevlîbûyîna min ji bo heval Dilşêr bû. Heval Dilşêr re pir girêdayî bûm, şehadeta wî re ez pir êşiyam. Piştî merasîma heval Dilşêr xilas bu, di wan mehan de min pir dixwest ez tevlî bibim. Hin tişt min disekinand, tevlî nedibûm. Herî dawî min biryara xwe da û tevlî bûm. Min mehekê perwerdeya şervanê nû dît. Piştî perwerde xilas bû derbasê YPJ, tabûra Şehîd Berîvan bûm. Di wan deman de nêzî 5 mehan li cephê de mam. Destpêkê tevlî cepha Kenter û Silûk bûm. Rixmî ku pir nas kirina min jî nin bû xwestekê min hebû ku her biçim tevlî pengava bibim, tola şehid Dilşêr û hevalê ku şehîd ketine rabikim. Roja ku her bendê bûm, ev roj hat û ez jî tevlî hemleyan bûm.

Yekemîn tevlî hemlaya Minbic’ê bûm. Bi giştî 2 meha hemla Minbic’ ê de mam. Rastiyek bû destpêkê nas kirinê min hemla re ango şer kirinê re pir kêm bû, dikarim bêjim ku qet nîn bû. Rastiyekê xwe heye, dervayê hêjmarek kêm yê ku civakê de ye pêzanîna wan pir nîne ji ber wî pêzanîna min jî şer re qet nîn bû. 23 roj hevalê ku pêzanînan wan hebû li gel wan mam. Kêm be jî rê û rêbazên şer fêr bûm û piştî wê heval min paşte kişandin. Piştî hefteyekî disa heval min rê kirin hemla Minbic’ ê û tevlî şer bûm. Di wê demê de hevalan min danabûn li ser komê. Êrîşê ku dikirin bi rastî jî bê bextî bûn. Wek bê jî ne ku mirov, mirov re şer dike, şerekî bê exlaq û bê çand dimeşandin. Nizamek wan nîn bû. Nizanî bûn şer bikin. Her tim xwe diteqandin. Bi rê û rêbazan re tevger ne dikirin. Di wê demê de Şehîd Sason şehîd ket. Em ketin êrîşê de, pêş de çûn. Komek hevalan ji kêleka me bûn. DAIŞ êrîşê wî komê kir. Di avahî de bûn, 10 mayîn hevalan de teqandin. Dema xanî xira dibe, DAIŞ hevalan dibîne û hevalan Suikast dike. Şehîd Sason jî hevalek ciwan bû, pir ne mezin bû. Beriya rojekî teyare kêleka me xist û em di nav tozê de man. Şehîd Sason got” heval Warşîn qey îro em şehîd nakevin lê emê rojek ji bo axa xwe serbilindî şehîd bikevin. ” min jî got “ heval Sason her rojek emê ji bo axa xwe canê xwe bidin, ji bilî canê me zêdetir tiştek hebe emê wî jî bidin. ” şehîd Sason şehadeta xwe hîs dikir. Dilê heval pir paqiş bû. Piştre ev roj em hevdû qût bûn. Şehîd Sason wan koma re li kêleka me bûn. Bu roja din, saet 4’ ê nîvro bû. Daiş erîşê hevala kirin. Şehîd Sason, deste wî çepê de fişek lêdikeve. Heval banê me kirin, teqwiye xwestin. Ez û 2 hevalê xort em teqwiye çûn. Dema çûn hin şehîd Sason şehîd neketi bû lê xwîn pir jê çûbû. Piştre me şehîd Sason danî cihek bi ewle û rakir li ser text, herî dawî jî çûn heval Ewrîm bînin û me wî hevalê jî anî danî kêleka Şehîd Sason. Şehîd Sason destê min girti bû, destê wî pir cemidî bû. Dixwast biaxive tiştek bêje lê nikari bû biaxive.  Min fêhm kir ku heval şehîd bikeve û heval wisa şehîd ket. Heya me hevalê birîndar û şehîdan derxist demek derbas bû lê hertim em ber serê wan hevalan bûn ger dijmin dîsa êrîş bikira me hevalê xwe birîndar û şehîd nedihişt. Heval Elîşêr hat, şehîd Sason xilas kir. Bi rastî rihê hevaltî pir xort bû. Kes kesekî nedihîşt û pişta xwe nedida hevalê xwe.

Dema Minbic rizgar bû jî em paş de kişiyan û çûn Silûk’ ê. Piştre hemla Reqa destpê kir. Di van demê de vesaziya min çêbû û ez çûm çekê giran. Nêzî 5 meha çekê giran de mam. Cara yekemîn hemla Reqa de dest û serê xwe de birîndar bûm. Dijmin xwe me de teqand û parçe hatin me. Çend roj nexweşxaneyê de mam, dîsa derbasî hemle bûm û heval min vegerandin lê sebra min nedihat. Destê min hevalê min nedibû. Hevalê min hemla de şehîd dikevin û birîndar dibin, birîndariya min jî sivike lê ez bêhnvedan dikim. Min bi xwe bi xwe vê tiştê nedipejirand. Herî dawî dîsa tevlî hemla bûm. Heval min nebirin çekê giran, serê min de parçe hebû ji ber wê zorlemebûyînek çêdikir. Min şandin tabûra Ş. Berîvan. Tabûrê çekê giran de, Şehîd Elîşêr û Şehîd Sefqan em tabûrekî de bûn. Şehîd Elîşêr li ser tabûrê, şehîd Sefqan jî li ser taxim disekîniya.  Heval çûn li ser karekî wî demê hemla Reqa de şehîd ketin. Mayîn hevala de teqiya bû. Dema em çûn li ser hevala parçe hevala xûya nedikir. Me goştê hevalê xwe destê xwe ve kom kir. Ew rewşa heyî hîşt ku hîn zêdetir rêxistin û hevalê xwe re werim girêdan. Her hevalek şehîd diket li ser min bandorek pir mezin çêdikir ji ber ku hêrsa tolhildanê min de zêde dibû. Heval Elîşêr bi rastî nêzikatiya wî hevalti re mirov de bandorbûyînek ava dikir, hevaltiya Ş. Elîşêr pir xort bû. Pir birêz nêzê hevalê jin dibû. Pir dixwast tevlî şer bibe. Şerê xwe de pir jêhati bû. Hertim moralê heval bilind bû. Ez û heval Elîşêr hefteyek tenê li gel hevdû man, hevdû re komê êrîşê de bûn. Hertim  xwere hevalê jin esas digirt. Hevalekî pir bi sebir bû. Şehîd Sefqan hevalekî ji Serêkaniyê bû. Hevalekî kevin bû. Destpêka YXK ê tevlî bibû. Xwesteka heval hertim cihê şer bû. Kur şer hebe gerek şehîd Sefqan wir de bûya.

Dema ez derbasê tabûra Ş. Berîvan bûm, bi hevala re derbasê hemla Reqa bûm. Destpêkê komek derbasê gûndê Hemra bû. Her heval diçûn pêş de. Wê demê qederek hevalê birîndar û şehîd çêbû. Herî dawî ez û 2 heval em çûn gûndê Hemra yê. Em pêş de çûn. 3 heval jî pişt me de dihatin. Nêzî 5 roj em wî gûndê bûn. Dema em wir bûn, em ketin avahiyê û kêmîna dijmin de. Dema em ketin avahiyê, deriyê manga ber hevdû bûn. Mangayek de 3 çete hebû. Fîşek me reşandin. Hevalan gotin, heval Warşîn tu derkeve, biçe xwe xilas bike emê werin lê min qebûl nekir. Min nexwest ku hevalê xwe wir bêhêlim.  Min got em, hevdû re derkevin û hevdû re xwe xilas bikin. Ez û heval Cesûr avahiyê derketin. Derbasî avahiya hemberî wir bûn.Heval Remzî wir ma. Dijimin pir giran êrîşê me dikir. Her heval Remzî fikirîn ku şehîde ango birîndare. Ji bo çete bizanibin ku moralê me neketiye û hertim em moralî ne me tilîliya da û heval Remzî dengê me bihîst û got” heval Warşîn hûn kur in”, wê demê ez nû de dayîk bûm û rih ket canê min. Heval Remzî gihîşt me. Dema em çûn cihê ku şer qewîmiye her 3 çete jî mirî bûn. Cardin derdorê avahî nêhêrin, kesek nema bû û cebilxaneyên çeteyan erdê kom kir. Piştre em çûn cîhê xwe. Ji ber ku westandinek çêbibû, heval me re 7 heval şandi bûn. Wek hevalê jin ez û heval Azadî herdû tenê bûn. Çûm li gel heval Azadî û min got xwe amade bike emê biçin. Gotin û dengê fişeka yek bû. Dengê hevala dihat, erebe teqemenî hati bû. Xwesteka çeteya cihê hevala fêrbûyîn bû. Bi taybet dixwestin cihê hevalê kordîne bizanibin lê hedefe wan pêk nehat.  Destik vekir, hevala re axivim. Min jî xwest biçim cîhê pevçûnê lê heval nehîştin. Ez û heval Azadî me biryar da û em çûn li gel hevala. Çete pir dijwar êrîş dikirin. Ji ber me pêçke(teker) erebe xisti bû erebe nikari bû tevger bike lê çete di  nav de sag bûn. Em 10 kes bûn. Gerek çete xwe nêzê me nekirana ji ber wê hertim me êrîş dikir. Rastî tu car me qebûl nedikir ku dijmin xwe nêzî me bike. Heval Remzî kêleka min bû bisving kar dianî, ez jî biksî. Guhê min pir xisar ditî bû, diêşiya.Kijan heval min re diaxivî, deng nedihat min.

Cebilxane me pir kêm ma bû. Çeteyan nikarî bûn nêzê me bibin. Hertim erebe teqemenî re dixwestin nêzê me bibin. Carek hevalek qîr kir got erebe teqemeniyê nêz dibe. Piranî ji rê û rêbazên çeteya me vala derdixist. Ji ber ku dixwestin bajarê Hemra bigrin pir bê bers êrîş dikirin. Bajarê Hemra ji bo wan pir girîng bû. Dema xwestek tenê talan kirin be, hedef û armanc tê de nîn be êrîşekî bê bers derdiket holê. Dema cebilxane me xilas bû him heval ji bo teqwiye hatin him jî cebilxane xwere anîn. Ez jî mangê derketim çûm manga dinê. Her dirûşme diavêt û tilîliya dikişand. Hevalek çû jorê bisvîng girt dest xwe û jor de erebe xist û erebe teqiya. Ez birîndar bûm. Heval Azadî serê xwe de birîndar bû. Heval wê demê giştî birîndar bûn. Di  nav hevala de herî girang ez birîndar bibûm. Lingekî min qût bibû û lingê din jî birîndar bibû. Lingê min qût bibû lê hevalê min şehîd keti bûn. Her dilê xwede min digot xwezî ev hevalên ku şehîd ketin jî jiyan bikirana bila herdû lingên wan biçûya bes bila gel me bûna. Heval Remzî hat gel min got “ heval Warşîn de rabe”, destpêkê min dengê xwe nekir. Piştre min got “ heval Remzî lingê min qut bûye, ezê çawa rabim”. Heval Remzî xwe li ser min de xwar kir û min nêhêrî. Dema lingê min dît pir hêstiyar bû. Piştî wê min rakir û bir. Xwesteka min hertim hemla Reqa de cîhê xwe girtin bû. Ev xwesteka min jî pêkhat. Deskeftiyên  ku hemla Reqa de hat girtin, deskeftiyek dîrokî bû. Dibe ku şehadet çêbûn, pir hevalê me birandar û gazî bûn lê serkeftina herî mezin Reqa de hat girtin. Hêza me, vîna me û bîr û baweriya me hişt ku paytexta çeteyan ji Daiş’ ê paxiş bibe.“

Nivîsên zêde hatine xwendin

Back to top button