Pêngava li Geverê ji bo hemû jinan pêngaveke dîrokî ye

Her bijî bajarê navdar û şêrîn Gevera rengîn. Dibe ku em li warekî din ê Kurdistanê bin, lê weke jin em di warê fikrî, ruhî û têkoşînê de yek in û ji hev nayên qutkirin. Her dem Gever di welatparêzî û çalakbûna xwe de ji bo  gelê Kurd û jinan bûye mînak û wê her jî wiha bimîne.

Min gelek qehreman û şêrejinên bajarê bedew û navmezin ên Geverê dîtine. Me bi wan re rojên xweş derbas kir. Gever ji bo min manewiyat, vîn, îrade û helwesta dijberî koledarî û xiyanetê ye. Dayikên Geverê jî di hembêza xwe de şêrejin û mêrxasên çiyayî xwedî kirine.

Min bajarê Geverê dîtiye û ji bo min gelekî giranbiha ye. Bajarekî berxwedêr e, timî çavkaniya welatparêzî û têkoşeran e. Bi sedan lehengên çiyayî, fermandar, şervan ji vî bajarê qedîm derketine û mohra xwe li dîroka guhertina qedera gelê xwe dane. Gever xwedî bi sedan şehîdên qehreman û gaziyên şer e, yên di oxira gelê xwe de berdêl dane. Min bajarê bedew Gever sala 1997’an dît. Li wir gelek bîranên wê qet neyên jibîrkirin, di hişê min de cih girtin.

Dawiya sala 1997’an em ji qada Zagrosan derbasî qada Çilmêrê Şehîdan dibûn. Ew qad jî li ser xeta Bakur, Başûr û Rojhilat diket. Jêre dibêjin, “Sêgoşeya sê welatan” û Rêya Hevrîşimê ya qedîm û navneteweyî têre derbas dibe. Em di du şev û rojekê de ji Başûr derbasî Bakur bûn û ji wir jî derbasî Rojhilat bûn.

Di wê pêvajoya de artêşa Tirk bi hejmareke zêde ya esker û cerdevanan dest bi operasyoneke berfireh kiribû. Operasyon û êrîşên dijwar zêdetirî mehekê dewam kirin. Wê demê jî demsal payîz bû. Baran dibariya. Em komeke qerebalix a ji hevalên jin û xort pêk dihat bûn. Di deşta Geverê re di nav gundan re em derbas dibûn. Di rewşeke wer zehmet de me xwe gihand Çilmêrê Şehîdan.

Wê demê xwezaya Geverê gelekî bala min kişand. Min ji bedewiya wê gelekî hez kir. Ji xwe hezkirina heval û gelê wê jî pir cuda ye.

Berî niha bi demekê bi rêya ragihandinê em pê hisiyan ku Gever weke bajarê jinan hatiye îlankirin. Ev mizgîniyeke dîrokî û pir hêja ye. Ev îlankirin wê di têkoşîna li hember her cure tundiya li ser jinan û civakan bibe mînakeke bi heybet. Dîsa ji bo pêşerojeke azad û wekhev a li ser esasê felsefeya “Jin Jiyan Azadî” ev gava girîng wê xwedî roleke dîrokî be. Li ser vî esasî jî ji dil û can bajarê jinan li hemû jinan û gelê me pîroz dikim. Pêngava li Geverê ya weke bajarê jinan hatiye îlankirin ji bo hemû jinan pêngaveke dîrokî ye.

Bi hêviya hemû bajarên Kurdistanê bibin bajarên jinan û gelê me, bi bedewiya bajarê xwe û xwesertiya xwe dilşad bibe.

 

Ji pênûsa şoreşgereke azadiyê

Nivîsên zêde hatine xwendin

Back to top button