Komxebatên xwendîn û nirxandinên pirtûkên Rêber Apo didomin

Selena Dêrik

Komxebatên xwendin û nirxandinên parêzname û pirtûkên Rêber Apo ji hêla jin, ciwan, rewşenbîr, zanyar, helbestvan û wêjevanan ve bênavber didomin.

Li kêleka xwendin û nirxandinan li ser Pêvajoya Aştî û Civaka Demokratîk jî nêrîn tên parvekirin.

Fikir û ramanên Rêber Apo bandoreke pir xurt li ser tevahî rewşenbîrên Kurd kiriye û teyisîna xwe li ser jin, xwendekar, zanyar û mirovên cîhanê jî dike.  Bîrdozî û felsefeya Rêber Apo ji sînorên Kurdistanê û Rojhilata Navîn bihuriye, bala civakên azadîxwaz dikişîne.

Rêber Apo weke pêşeng, rêber, rewşenbîr, zanyar û fîlozofekî bi têkoşîn û kedeke pir mezin di nava hewldanan de ye ku gelan û jinan li hember xetereyên pergalên serdest serwext bike û wan bigihîne asta herî bilind a karibin li hember zehmetiyên heyî li ber xwe bidin û bi ser bikevin.

Rewşenbîr û ronakbîrên tevlî komxebatên xwendina pirtûkên Rêber Apo dibin diyar dikin ku her çiqasî derfet zor û zehmet bin jî tekez divê mirov xwe perwerde bike û dibêjin, “Ji bo vê hewce ye em fikir û ramanên Rêbertî bixwînin. Dewletên netewe û desthilatdar civakan cahil û nezan dibînin. Pêwîst e em jî bi zanebûn û kûrbûna xwe ya fikrî nêrînên wan vala derxin. Rêber Apo piştrast kir ku ew dewlet nikarin çareseriyê ji pirsgirêkên, Rojhilata Navîn re peyda bikin. Fikir û felsefeya Rêber Apo ji hemû pirsgirêkan re çavkaniya çareseriyê ye. Ji bo Pêvajoya Aştî û Civaka Demokratîk bi ser bikeve divê em bi hemû hêza xwe kar bikin.”

Nivîsên zêde hatine xwendin

Back to top button