Serbest Zap: Siyaseta Devleta Tirk Bi Giştî Li Ser Direvan e

Gaziyê şer Serbest Zap êrîşên li ser Bakur Rojhilatê Sûriyê nirxand û got ku devleta tirk şereke ne ehlaqî dide meşandin. Serbest ji bo dagirkirina Efrîn jî dibîje “Li Efrînê bê rûmetiyek mezin tê jiyan kirin”

Nirxandina Serbest Zap wiha ye:

Ez êrîşên ku li ser Bakur Rojhilatê Sûriyê wek hevalek gazî lenet û şermezar dikim. Ew êrîşên ku daviyê li ser hevalên gazî çêbo û di heman demê de êrîşên li ser axa Bakur û Rojhilatê Sûriyê tên kirin ne exlaqiye. Devleta tirk şereke ne bi ehlaq dide meşandin.  Li hember wan êrîşan em bêdeng namînin û emê tola qehremanên xwe rakin. Emê li hember êrîşan bê bersiv nemînin.

Devleta Tirk Şereke Ne Ehlaqî Dide Meşandin

Li hember wan sîxorên ku di qada Rojava û cihên din de xwe bi rêxistin kirine, pêwîste tekoşînek pir mezin were meşandin. Ew sîxorene pêwîste werin tespît kirin û cezayên pêwîst werin dayîn. Devleta tirk a dagirker bi sîxoran îstîbarat digre û bi teyareyên bê mirov hevalên me şehîd dixwe. Waya lazime di raya giştî de bi her awayî were teşîr kirin. Devleta tirk şereke ne ehlaqî dide meşandin. Devleta tirk a dagirker li her çar perçeyên Kurdistanê sivîlan hedef digre. Kurdan şehîd dixwe, Kurdan asîmîle dike, qirkirinan bi pêş dixwe, waya pêwîste were dîtin. Dema hat dîtin li gor vê nêz bûn girîng e. Devleta tirk a dagirker sîxorên ku bi rêxistin kiriye sivîlan hedef digre û şehîd dixe. Rastiya dijmin pêwîste were dîtin. Ji bo wî jî li hember dijminê xwînxwar tekoşîneke mezin lazim e.

Li Efrînê Bê Rûmetiyek Mezin Tê Jiyan Kirin

Devleta tirk çeteyan bi rêxistin dike. Devleta tirk dagirker çavê vê têr nabe. Devleta tirk a faşîst Efrîn dagir kiriye. Li Efrînê bê rûmetiyek mezin tê jiyan kirin. Her roj kuştin, tecavîz, revandin heye. Gel li Efrînê de zehmetiyên mezin jiyan dike. Devleta tirk dixaze Efrînê bi bajarê Hatay ve girî bide. Devleta tirk Efrîn kiriye axa tirkiyê. Hatay berî axa Sûriyê bu, niha kiriye axa tirkiyê. Devleta tirk ger derfet bibîne wî dîsa êrîş axa Bakur Rojhilatê Sûriye bike. Çavê devleta tirk têr nabe. Raya giştî rola xwe baş nalêyze. Ji bo devleta tirk were teşîr kirin her kes rola xwe bilêyze. Raya giştî di wî mijar de bandora xwe mezin heye. Raya giştî sûçên dagirkeriya tirk li Efrîn dike bila teşîr bike.

Siyaseta Devleta Tirk Bi Giştî Li Ser Direvan e

Siyaseta devleta tirk bi giştî li ser direvan e. Devleta tirk ji bo dagirkeriyê hatiye Sûriyê. Dagirkeriya wî lazime were dîtin. Siyaseta wan îflas kiriye. Di warî ekonomî de têk çûne. Milet li Bakur û Tirkiyê feqîrbunek mezin jiyan dikin. Milet nan peyda nake. Milet ser zibaleyan de nan peyda dike. Lewma devleta tirk îflas kiriye. Faşîzma tirk, tirkiye ber bi hilveşandinê ve biriye. Gel di nêzikatiyan xwe de êdî wan qebul nake. Lewma milet li hember wan nava tekoşînek de ye. Ew kesene faşîst û milêyetçî ne. Li gel wan mirina milet ne xema wan e. Milet bi feqîrbuna heyî her roj zehmetiyan dikşîne. Milet êdî nikare tiştek bikire. Berê bi tijî tişt dikiriyan, niha nikarin tiştek bikirin.

Gel Êdî Wan Qebul Nake

Pêwîste miletê tirk rejima tirk ya niha qebul neke. Li hember wan pêwîste bikeve nava hevildanan. Li hember wan têkoşîn bikin. Gel êdî wan qebul nake. Ji ber wa rejîme gel nafikire. Rewşa heyî berbiçawe. Lewma milet wan qebul nake, li dijî wan radibin ser piyan. Li hember wan çalakiyan bikin. Bila wan qebûl nekin. Di daviyê de ez dibîjim eger li hember faşîzma tirkan têkoşîn were kirin, wî teqez serkeftin a gel be”

Nivîsên zêde hatine xwendin

Back to top button