Mazlûm Ebdî û Îlham Ehmed li gel gaziyên şoreşê civiyan

Fermandarê Giştî yê QSD’ê Mazlûm Ebdî û Hevseroka Daîreya Têkiliyên Derve ya Rêveberiya Xweser Îlham Ehmed serdaneke taybet li gaziyên şer kirin.
Mazlûm Ebdî û Îlham Ehmed, di salvegera 14’emîn a Şoreşa 19’ê Tîrmehê de serdana gaziyên şer kirin.
Mazlûm Ebdî û Îlham Ehmed bi kêfxweşî û germî hatin pêşwazîkirin.
Fermandarê Giştî yê QSD’ê Mazlûm Ebdî û Hevseroka Daîreya Têkiliyên Derve ya Rêveberiya Xweser Îlham Ehmed li gel gaziyan rûniştin û behsa rojên destpêka şoreşê kirin.
Li ser fedakariyên şehîdan, berxwedana gaziyan û destketiyên ku di van 14 salan de hatine bidestxistin axivîn.
Her wiha li ser nirx û destketiyên Şoreşa 19’ê Tîrmehê nirxandin kirin.
Di serdanê de hate diyarkirin ku gaziyên şer bi fedakariyên xwe di pêkanîna destketiyên şoreşê de roleke pêşeng lîstine. Her wiha hat destnîşankirin ku berxwedana gaziyên şer bûye yek ji bingehên parastina Rojava û Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê.




