Li Girava Îmraliyê Şewat

 

Li gorî agahiyên hatine bidestxistin,di  27 Sibatê 2020’an li grava Îmraliyê ku Serokê gele Kûrd Abdullah Ocalan jî li wir girtiyê agir bi daristanên gravê ketiye.Herwiha hate angaştkirin(idda) ku agirkujên şaredariya bajarê Bursa’yê ji bo vemirandina şewata daristanên grava Îmraliyê kete tevgerê.Piştî eşkerekirina vê bûyerê ji bo xwedî derketin û agahîyek zelal di derbarê tendûristiya Reber Ocalan bê girtin gelên Bakûr û Rojhilatê Sûriyê derketin li qadan. Wekî tê zanîn ji 7’ê Tebaxê 2019’an ve serlêdanên parezerên Rêber Ocalan ji bo hevdîtin û agahî girtina ji Rêber Ocalan hatiye astengkirin û heta niha jî di derbarê rewşa Rêber  Ocalan û Hevalên li wir girtî ,agahî ji wan nayên girtin.

Di destpêka avakirina Tevgera Azadiyê de heta roja me ya îro,komplo û polîtiqayên tasfiye û qirkirinê di seride li ser Rêber Ocalan,Tevgera Azadiyê û gelên azadîxwaz didin meşandin.Bi tecrîda girankirî a li dijî pîvanên mirovahiyê ve tê xwestin ku koletîya salan a li ser gele kûrd dane meşandin roja me ya îro jî bi îşkence û sîyaseta qirkirinê li ser nûnerê îradeya gelê Kûrd Rêber Ocalan didin domandin.

Bêdengbûyîn û bê helwest mayîna saziyên navnetewî û yekîtîyên neteweyên Ewropayê li dijî kiryarên  Dewleta dagirker a Tirkiyê, îro roj bi roj zêdetir hêz dide xwîn mijên gelê Kûrd.Heta ku Rêber Ocalan ji nav çar diwarên Îmraliyê neyê derxistin wê her xeteriya li ser jiyana Rêber Ocalan bidome.Ji bona vê di seride ciwanên gelê Kûrd û Hemû gelên azadîxwaz pêwîste di çalakbûna rojeva azadkirina Rêber Ocalan de bimîne.

Leave a Reply

Nivîsên zêde hatine xwendin

Back to top button