Zîlan di dilê her gerîla û şervanek Tevgera Azadiyê de cihê xwe çêkir

Gaziya şer Gulçîn Xoşmêr a şoreşgera Kurd Zîlan bi bîr anî got, “Heval Zîlan di dilê her gerîla û şervanek Tevgera Azadiyê de cihê xwe çêkir. Heval Zîlan li hember dagirkerî û mêtinkariyê bû hêz, îrade, hêvî û cesaret.”

Em dikevin 30. salvegera şehadeta fermandar û pêşenga Apoyî Zîlan (Zeynep Kinaci). Gaziya şer Gulçîn Xoşmêr têkildarî jiyan û têkoşîna pêşenga jinan Zîlan nêrînên xwe bi me re parve kirin.

Gulçin di destpêka axaftina xwe di şexsê Zîlan de hemû şehîdên azadiyê bi bîr anî û ev anî ziman, “Di nav Tevgera Azadiya Kurdistanê de her mehek xwedî bîranînên pîroz in. Hezîran xwe di bîranîna Zîlan de derdixe pêş. Zîlan, bersiva li hember xiyanet, bêdengî û dagirkeriyê ye. Çalakiya heval Zîlan a desthilatdariya dagirkeriyê hejand, rêya azadiyê ya heta dawî tijî serketin û hêvî ji gelê Kurdistanê re hat vekir.”

Gaziya şer Gulçîn destnîşan kir ku Zîlan xwedî biryar û îdîayeke bêhempa bû û got, “Heval Zîlan di nameya  xwe de vê xisûsê bi awayekî berbiçav dide nîşandan. Dibêje, ‘Îdiaya min a jiyanê pir mezin e. Ez dixwazim bibim xwedî jiyaneke watedar û çalakiyeke mezin.’ Heval Zîlan di dilê her gerîla û şervanek Tevgera Azadiyê de cihê xwe çêkir. Heval Zîlan li hember dagirkerî û mêtinkariyê bû hêz, îrade, hêvî û cesaret.”

Gulçîn Xoşmêr diyar kir ku wateya girêdana bi şehîdan, Rêbertî, xak û însaniyetê re çi ye, heval Zîlan nîşanî her kesî da û wiha domand, “Bi hezaran keç û xortên Kurdistanê li pey doz û têkoşîna fermandara xwe Zîlan, ber bi azadiyê ve dimeşin. Heval Zîlan ji Rêber Apo, hevalên xwe,  gelê Kurd û jinên azadîxwaz piştrast bû. Hêviyên wê yên ji bo pêşerojê mezin bûn. Lewma bêteredut ev çalakiya fedaî pêk anî.”

Gaziya şer Gulçîn bi van hevokan dawî li axaftina xwe anî, “Gelê Kurdistanê di her kêliyê de xwedî li têkoşîna keç û xortên xwe derket. Gelê me û jinên azadîxwaz wê mîras û têkoşîna heval Zîlan neqlî nifşên pêşerojê bikin. Em ê her tim di rêya şehîdên xwe de bimeşin. Weke gaziyên şer jî em bang li gelê xwe û jinan dikin ku ji bo serxistina Pêvajoya Aştî û Civaka Demokratîk bi rola xwe dîrokî rabin.”

Nivîsên zêde hatine xwendin

Back to top button