`Heval Deştî Ji Hevalî Xwe Re Heval Bû`

Endamî Federesyona Gaziyên Bakur û Rojhelatî Suriyî Erîş Amanos behsa Şehîd Deştî kir û got “ heval Deştî ji hevalî xwe re heval Bû”

Endamî Federesyona Gaziyên Bakur û Rojhelatî Suriyî Erîş Amanos behsa Şehîd Deştî kir. Diyar kir ku di şerê Kobanî de taxtîka perdan wan hevalan bi pêş xîst. Taxtîka perdan bandorek mezîn li şer xist. Ew taxtîk pêşketinek mezin çêkir.

Erîş Amanos wiha behsa şehîd Deştî dike “Ez tevahî hemleyên ji bo azadkirina Rojava de mame. 3 caran ez bîrîndarbûm, lê dema ez cara 4 an li Kobanî bîrîndarbûm derbeya min pir giran bû. Di şerî Kobani de min gelek heval naskirin. Yek ji wan ş. Deştî Amanos e. Ez heval Deştî yek cephê de bûn û me bi hewre di yek cephê de şer kir. Heval deştî di şerî xwe de pir xort bû û navûdeng bû. Heval Deştî taybet çeka giran a bîksî pir hesdikir.
Heval piştî gazî dikeve jî devjî bîksî bernade bîksî bikar tîne, dîmenê heval Deştî heye ku dema bîksî dişûxlîne. Hesreta wî ew bû ku dema bîksî bikar bîne vidyo bikşîne. Dema şerê Kobanî de heval Deştî taybet çeka bîksî pir bi kar têna û jî hesdikir. Heval Deştî di şerî xwe de navûdeng bû. Heval deştî di taxtêkîn şerde û şerê bajaran de xwe pêş xistibû. Bi hevalên xwere danûstandinê wî, nîqaşî wî dida xûyakirin ku xwe milê birdozî de xwe pêşxistibû. Heval di fikir û felsefeya Rêber Apo de xwe pêşxistibo. Bi wî awayî jiyan dikir. Heval Deştî di şerî xwe de germ bû, ji ber wî germbuna xwe piştî şerê Kobanî heval gazî bû.

Heval Deştî Bi Navê Ebo Ebdo Dihat Naskirin

Şerê Kobanî qediya, pişra heval Deştî carek bîrîndar bû. Lê dema cara dûyem heval bîrîndar dibe, wisa heval giran bîrîndar dibe û gazî dikeve. Ew jî ji ber xûngermbûna wî, ji ber di şerde gelek bi xûngerm bû, tirs di heval de tûne bû, bi avêtina havana çeteyan heval Deştî gazi dibe. Me di şerê Kobanî de bi hewre qederek jiyan kir. Min heval Deştî re digot Ebo Ebdo. Heval Deştî bi navê Ebo Ebdo dihat naskirin. Çikes jîra nedigot heval Deştî, jîra digotin Ebo Ebdo. Me birastî nedizaniya navê heval Deştî ye. Pişra em pê hesiyan navê heval Deştî ye.
Bîranînek min heval Deştî bi hewre heye. Ez dema şerê Kobanî çûm koma Helep a şerqî, hevala ez şandim got biçe ser koma Helep bisekine. Ji ber cihên wan kêmek xeter bû. Koma li Helebî di şerî xwe de xortbûn. Ez dema çûm min mêze kir şehîd Deştî ketiye hindirî mevziyê de û li ser linga sekîniye û fîşeka bi lez davîje, wisa lez davîje. Ez piştra çûm gel heval Deştî, min destî xwe li pişta wî da û min got heval Deştî, Ebo ebdo, heval Deştî l imin temaşe kir got çibo? Min got heval Deştî fîşekan yek bi yek bawîje, fîşekîn me zîde nîne. Heval wisa sekîniya.

Heval Deştî Ji Hevalî Xwe Re Heval Bû

Piştî em çûn akademiya Şehîd Rizgar Wan, em dîsa bi hew re bûn. Heval Deştî di akademiyê de daxive û digot hevalek hebû, wisa navê min nabîje, min wir de fam kir ku behsa min dike. Wisa heval Deştî dema daxiviya digot behsa min dik, digot ku şeri Kobani de dihat gel min, destî xwe ser pişta min dida digot yek yek fîşekan bawîje. Wisa heval Deştî henek dikir. Heval Deştî henekçî bû, wisa henek dikir. Dema heval wisa daxiviya hevalan kenek mezin dikir. Min xast wisa wî bîranîna xwe bi wera parvebikim.
Birastî jî heval Deştî, dema gazî bû, dîsa bi xûngermbuna xwe çû şehîd ket. Heval Deştî di şerî xwe de pir germbû, tirs tê de tûne bû. Bi her awayî heval Deştî şer dikir. Ji qilêş bigre, ji havan bigre, ji bîksî bigre, hemûyan fêm dikir. Berî heval di asayîşî de mabû. Heval Deştî ji hevalî xwe re heval bû. Bi hevalên xwe re nîqaş dikir. Onun henekcî bû. Te to car nedidît ku heval Deştî ecize. Heval onun dikeniya.
Bîranînek min û heval Deştî heye ku dema heval cigare dikişand, hesteyê min li gel min bû. Carekî de heval li min vegeriya û got: bûlûk komtanî min, cigare nakşîne lê heste li gel wî heye. Li gel min tim heste hebû, tim min heste dida hevalan. Ji min re tim digot to cigare nakşîne lê heste li gel te heye. Min jî bersiv da jî ra got heste tedbîreke. Heval jî got başe wa jî pêşketineke.

Taxtîka Perdan Bandorek Mezîn Li Şer Xist

Şerê Kobanî, piranî koma Helebî a heval Deştî tê de, heval di wî komê de pir hebûn. Şehid Xemgîn bû, şehîd Ronî, şehîd Rênas, şehîd Hemze, şehîd Agir, wa hevalane bi giştî koma Helep de bûn. Heval Deştî jî di nava wan de bû. Di şerê Kobanî de taxtîka perdan wan hevalan bi pêş xîst. Taxtîka perdan bandorek mezîn li şer xist. Ew taxtîk pêşketinek mezin çêkir. Taxtîkê şerê Helebî, taxtikê perdan û kon vekirinê heval Deştî fêrî me kir. Heval ew taxtîk fêrî me kir û me jî wîsa me şer kir. Me bi wan taxtîkan çete bibinxistin. Heval Deştî hetanî ez bîrîndar bibim jî min nasdikir pişra em şerê Kobanî de em hew veqetiyan.”

Nivîsên zêde hatine xwendin

Back to top button