Gelê Qamişlo Şehîdên Xwe Oxir kirin

Bi Merasîmeke Girseyî Li Bajarê Qamişlo Gel Şehîdên Xwe Oxir Kirin.

Cenazeyên 8 şehîdên bombebarana li ser Qamişlo de bi dirûşmeyên tolhildanê û peyam-sozên bilindkirina berxwedanê hatin oxirkirin.

Bi hezaran welatiyên Qamişlo cenazeyên şeş şehîdan morga şehîdan ya li taxa enteriyê hilgirtin ser milên xwe ber bi pakrewangeha şehîd Delîl Saroxan oxir kirin.

Merasîm bi deqeyek rêzgirtin li ser giyanên şehîdên dest pê kir û paşê gelek axaftin hatin kirin û tê de axaftinek ji aliyê Foza Yûsif ve li ser navê PYD’ê hate kirin û tê de wiha got:
“Em li ser şopa şehîdan in. Em ji êrîşên dagirkeriyê natirsin, lê belê em bêhtir xurt dibin ji ber ku em xwe li ser heqîqeteke azad ava dikin. Her yek ji me şervanekî azad e.
Dijmin çawa ku dixwaze bi biryardarî me bikuje, em ê jî bi biryardarî û bi biryardarî li ber xwe bidin.”

Nivîsên zêde hatine xwendin

Back to top button