Endamên Gaziyên Bakur Rojhilatê Sûriyê li dijî xiyaneta ENKS’ê doza girtinê vekirin
![](https://fgbrs.com/wp-content/uploads/2024/03/WhatsApp-Gorsel-2024-03-17-saat-14.59.50_9c98eecb-780x470.jpg)
Endamên komîteya Gaziyên Bakur Rojhilatê Sûriyê ya navenda Şehîd Hozan û Şehîd Basıl ya Şedadî li dijî xiyaneta ENKS’ê doza girtinê vekirin. Devleta tirk a dagirker li hemberî hêzên me yê leşkerî û binesaziyên axa Bakur Rojhilatê Sûriyê êrîşên berfireh pêk anîn. Di wan êrîşan de gelek sîvîl şehîd û birîndar bûn. Herî dawî jî faşîzma tirk li hember Federesyona Gaziyan êrîşek pêk anî bû û di êrîş de du hevalên gazî şehîd ketibûn. Li hember wan êrîşan sekna ENKS ê daxûyaniyên ku rêveberiyên wan dan rê li hember wan êrîşan vedike. Li ser wan esasan endamên Federesyona Gaziyên Şedadî li hember rêveberiyên wan û li hember partiya ENKS ê li ber mehkema qada civakê bi daxûyaniyekê doza girtinê vekirin.