Hewce ye em hişyar bin û qedera xwe ji pergalê re nehêlin
Zîlan Kobanê

Ji bo di siyasetê de zelalî pêk were pêdivî heye ku di nava gel de jî zelalî were çêkirin. Hewce ye pêşengên gel bi zimanekî pir fesîh ji gelê xwe re jî rave bikin da ku di serê wan de zelalî çêbibe û li hemberî pêşengên xwe jî nekevin gumanan.
Jixwe zelaliya ziman bandora xwe li ser çalakiyên di nav jiyanê de jî dike. Tişta herî rast ew e ku zelaliya ziman û fikir tesîra xwe li ser gel jî dike û gel dike yek. Siyaset kar û barê civakê ye. Divê civak di siyasete de zelal be û bandora xwe li ser biryaran jî hebe!
Gelê Kurd tekez niha ne weke berê ye, gelekî pêş ketiye û hatiye asta biryara xwe bi xwe bide. Ev jî ji bo rêxistinkirina gel derfeteke pir xurt e. Jixwe her kes dizane ku gelê rêxistinkirî, gelê herî xwedî hêz û vîn e.
Di navbera nezelaliya rewşê û berpirsyariya civakê de pêdivî bi siyaseta rast heye. Çima pêdiviya gel bi nêrîneke zelal heye? Di bin siya pêşketinên bilez ên li herêmê û tevliheviyên navneteweyî yên xwe li ser erdnîgariya Sûriyeyê û Rojava didin ferzkirin welatî -çi Kurd dibin çi jî Ereb dibin- di rewşeke “winda” ya siyasî de dijîn. Ev hest ne tenê ya vê gavê ye, belê berhema nebûna zelaliyê û windakirina rêveberiya siyasî û meydanî ye ku çarenûsa welat diyar dike.
Weke gel qet hewce nake ku em her tim gilûgazincan bikin. Ji ber vîna me heye û em dikarin xwe bi xwe rêxistin bikin. Weke civaka sivîl li hember tişta qebûl nakin, em dikarin rabin ser piyan û helwesta xwe deynin holê. Ji ber dema gilî û gazincan derbas bûye. Hewce ye em weke gelê sivîl her hişyar bin û qedera xwe ji pergalê re nehêlin.
Jixwe li hemû cîhanê wiha hatiye kirin, lê weke civak em her dikevin pey tiştên derbasbûyî û ser digirîn û ev jî tekez nabe. Wê ev bi me bide wendakirin. Jixwe siyaseta Tirkiyeyê çi be, ya Sûriyeyê jî heman tişt e. Hewce ye em hêviya xwe bi yekîtî û hêza xwe ya îdeolojîk û girseyî girê bidin.
Dîtineke niştimanî ya giştî jî ew e ku dûrbûna ji gotarên ku parçebûna neteweyî û civakî zêde dikin, gelekî girîng e. Qonaxa niha qebûl nake ku mirov ji pirsên dijwar bireve. Sûriyeyiyên bihayekî giran ji jiyana xwe dane, heq dikin ku zanibin keştiya wan di vê deryaya pêldar de ber bi ku ve diçe.
Zelalbûn ne lawazî ye. Belê ew tenê rêya ji bo vegerandina baweriyê û avakirina pêşerojekê ye ya têde welatî, ne tenê kaxezek be di bazariyên mezinan de. Tevgera gel wê bi ser keve, civakan bike yek û wan rohnî bike.




