Di firehiyê de dost û heval, di tengasiyê de dijmin û neyar in

Evîn Ehmed

Gelê Kurd di pêvajoyeke gelekî giran û awarte re derbas dibe. Mirov dikare bêje ku di merheleya hebûn û tinebûnê re dibihure. Di oxira azadiya Kurd û Kurdistanê de, hin hêzên Kurdî ji dil û durist bi hemû derfetên xwe yên maddî û manewî fedakarî, berxwedanî û têkoşînê raber dikin. Bi hêviya serkeftinê û azadiya Kurdistanê bêrawestan di nava şert û mercên herî giran de li ber xwe didin, serê xwe li hember polîtîkayên deshilatdaran û xwefiroşan natewînin. Beramberî vê sekna bi lehengî û bi rêgez, hin kes û rêxistinên qaşo xwe wekî têkoşerê Kurdan didin nîşan, lê di rastiyê de ne ji têkoşeriyê, ne jî ji têkoşînê fêm dikin di nav hewldanên xerab de ne. Ew ji berjewendiyên xwe yên teng zêdetir tiştekî nizanin. Hiş û sewdanê wan li ser kursiyên wan û pereyan e. Tevahî enerjiya xwe dixin xizmeta dijminê Kurdan. Ji bo nav û şohreta xwe hemû nirx û destkeftiyên Kurdan heder dikin û difiroşin dijminan.

Wexta dijminên Kurdan êrîşî hêzek Kurdî, yan jî kesayetek pêşeng û siyasî dikin, ew gelekî pê şadibin. Heta ji bo wê rêxistinê yan jî kesayeta pêşeng bêbandor bikin çi ji destê wan tê bi dijminan re dikin. Bi baweriya min her kes dizanê bê ji vê seknê çi tê gotin. Lê em dîsa bînin bîra hev wê baş be. Navê vê sekna tenê li berjewendiyên xwe difikire, ezez, her tim serê xwe li ber dijminan ditewînê û gelê xwe dike qurbana nanê xwe û deshilatiya xwe, xiyanet e!..

Li Kurdistanê bi taybet jî di van çend salên dawî li Rojavayê Kurdistanê, vê xeta xiyanetê bi rengekî hîn şênbertir xwe da nîşandan. Ji bo deshilatdariya xwe û çend kursiyan ne tenê Kurdên bi şeref û welatparêz reş dikin, êrîşî nirxên Kurdan yê herî pîroz jî dikin. Êrîşî Rêberê Kurdan û şehîdan jî dikin. Deshilatdariyê û hewesa meqaman çavên wan kor kirine. Ew di oxira kursiya xwe de amade ne hemû nirxên Kurdan binpê bikin. Ev hesta deshilatdariyê ya di wan de kûr bûye, destûr nade bi birayên xwe yê Kurd re jî bibin yek. Xwe ji refa Kurd dûr dixe û bi tena serê xwe dimîne. Ne tê yekîtiyê û ne jî hez dikê ku li kêleka Kurdan bisekine.

Ev sekna xiyanetkar bû sedema gelek desketiyên Kurdan bêne tarûmarkirin. Li Rojavayê Kurdistanê bi saya şehîdên nemir, keda gelê welatparêz û berxwedaniya şervanên YPG-YPJ’ê gelek nirxên mezin hatin bidestxistin. Ji avakirina hêzên parastinê bigire heta xizmetguzariyê, ji bo civakê derfetên nû yên dîrokî çêbûn. Mirov dikarê bêje ku di milê maddî û manewî de li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê îstiqrariyek çêbibû. Helbet ne tenê gelê Kurd, hemû pêkhate û baweriyên cuda yên li vê herêmê ji wan derfetan sûd girtin. Civakan êdî xwe di nav aramî û ewlehiyekê de his dikir. Îro jî em vê rastiyê li ser rûyê erdê dibînin.

Bi rêya xiyanetê piştî ku hin herêm ji destê QSD’ê hatin girtin, ketin destê hikûmeta demkî û çeteyan, em dibînin ku her roj gelên li wan deveran banga vegera hêzên QSD’ê û Rêveberiya Xweser dikin. Her wiha kesên xiyanet li QSD’ê kirin jî poşmaniya xwe tînin ziman. Çima poşman in? Ji bo çi Hêzên Sûriya Demokratîk dixwazin? Ji ber pergala ku Rêveberiya Xweser ava kiribû, li xweşiya her kesî diçû. Di wê pergalê de vîna gel derdiket holê, civakê hêza xwe didît. Di heman demê de ji ber hebûna Hêzên Parastina Jin (YPJ), jin û civakê xwe di nava ewlehiyê de his dikir. Lê hinek hêz û kes ji jiyana kêfxweşî û dilşadî ya gelên herêmê çavnebar bûn.

Dilê wan nedixwest gel YPG û YPJ bi vê germahî û hêviyê pêşwazî bikin. Ji roja ku şoreşê li Rojavayê Kurdistanê dest pê kir û heta niha ev kes û rêxistinên mijara gotinê di nav hewldanên valaderxistina pêvajoyê de ne. Di heman demê de heta ji dest wan tê dixwazin Rêveberiya Xweser û QSD’ê di nav civaka Kurd û cîhanê de reş bikin. Ya rastî ji derveyî navê xiyanetê mirov nikarê ti navên din li vê sekna Kurdfiroş û welatfiroş bike. Balkêş e û gelekî giran e ku mirov bi salan darekê bi kulmên destan av bidê heya mezin bibe û êdî berhem bide da ku her kes ji wê darê sûd bigire. Lê ji bo xatirê çend qirûşan yê herî nêzî te, yan jî birayê te were û bi dizî wê darê ji kokê de rake û bibe bide dijminan. Ev çi wijdan û çi aqil e? Bila biqele haveyê xiyanet û nokeriyê. Bila ziwa bibe çemê bêbextiyan û nankoriyê.

Bi xiyanet, bêbextî û komployan mirov nikarê bi ser keve. Bi danîna rûpoşan li ser çavên xwe kes nikare rûyê xwe yê rastî veşêre. Bi têkoşîna rast wê ev rastî hemû rojekê ji civakê re bêne eşkerekirin. Wê demê wê civak wan kesan recim bike û hesabên xwe ji wan bixwaze. Ji lewra pêwîst e ji bo dîtina rastiya van kesan her kes çavên xwe vekin û bi hestiyarî tevnegerin. Divê her tim mirov di nav lêgerînên dîtina heqîqetê de be. Eger civak têkoşîna xwe ya lêgera heqîqetê bilind neke wê her tim heqîqet û rastî di bin perdeyên xiyanetê de bimînin.

Di roja me ya îro de jî tişta diqewime ev e. Hin rêxistin û kesên ji bo rastiya xwe ya bêkêr û kirêt a ji derveyî zerarê nade gelê Kurd veşêrin, di destê wan de her tim perdeya reş heye. Hinek ji wan jî di firehiyê de xwe weke dost û heval nîşan didin, lê di tengasiyê de dibin dijmin û neyar. Ew li ku derê valatiyekê bibînin wê perda reş diavêjin ser rastiyan. Perdeya reş diavêjin ser perdeya spî. Lê gelo heta kengî û heta ku derê xeta hevkar wê gelê Kurd bixapîne û rastiyan reş bike? Em hemû jî dizanin ku rastî her û her bi ser dikeve. Ji ber benê nerastiyê û derewan kurt e.

 

Nivîsên zêde hatine xwendin

Back to top button