Gaziyên me: Şehîdên zindî û wijdanê nemir ê Kurdistanê

Gaziyê şer Botan Serhed...

Di dîroka mirovatiyê de ti destketî û rûmet bê berdêl nehatine qezenckirin. Di her rûpeleke dîroka Kurdistanê de şopa xwîn, hêsir û berxwedaneke mezin heye. Lê belê berdêla herî giran, herî pîroz û herî bêhempa ji aliyê şervanên azadiyê û gelê me yê welatparêz ve hatiye dayîn.

Ev têkoşîn ne tenê şerekî fizîkî ye; şerekî rûmetê, nasnameyê û hebûnê ye. Ji bo kulîlkek li çiyayên welat şîn bibe, hinekan ji me can dan; hinekan ji me laşê xwe li ser vê axê hişt. Her birînek li ser sînorê azadiyê, nexşeyek e ku bi rûmet hatiye xêzkirin…

Felsefeya berdêldayînê: Ji bedena xwe parçeyek dan

Em çiqasî li ser vê fedakarî û pîroziyê nîqaş bikin jî gotinên me wê her tim kêm û lawaz bimînin. Ji ber fêmkirina ruhiyeta şervanekê û şervanekî bêyî berjewendiyeke maddî yan jî rûmeteke şexsî bifikire, tenê ji bo azadiya gelê xwe ji bedena xwe parçeyek daye, ne hêsan e.

Ev çalakî lutûf û pîroziya herî bilind a felsefeya manewî ye. Mirovek dema parçeyek ji laşê -çav, dest, lingê- xwe li eniya şer dihêle, di rastiyê de parçeyek ji canê xwe di axa pîroz de diçîne.

Ew nabe kêm, berevajî dibe herî tam, dibe herî pîroz. Ew rûmet û canê ku îro bûye bingehê jiyana azad a bi milyonan Kurdan.

Ew kêm nebûn, gava parçeyek ji bedena xwe dan. Zêde bûn, bûn çiya, bûn robar, bûn Kurdistan. Destekî winda, bûye her hezar destên ku alê radikin. Çavekî birîndar, dîtina sedsalên azad e di nav şevê de…

Gaziyên azadiyê: Şehîdên zindî

Rêber Apo dibêje, “Gazî şehîdên sax û zindî ne.” Ev pênase kûrahiya manewî ya gazîtiyê nîşan dide. Şehîd canê xwe bi carekê re feda dikin û hildikişin stêrka nemiriyê. Gazî, her roj bi wan birînên laşê xwe, bi wî ruhê pîroz ê şer re dijîn. Ew şahidên zindî yê vî gelî ne. Her birîneke li ser bedena gaziyekê û gaziyekî, mohra azadiyê ye ya li ser sînorên Kurdistanê hatiye xistin.

Cihê wan cengawerên nemir, di dilê gel û dîroka azadiyê de qet nayê dagirtin. Nirxên wan bi ti pîvanên cîhanê nayê pîvandin. Ew ne tenê şervanên duh bûn. Ew rêber, rûmet û mînakên herî mezin ên îro û siberoja me ne.

Erka me: Minetdarî û xwedîderketin e

Îro her kesê li ser vê axê bi rûmet dijî, her kesê bi Kurdî diaxive û bi azadî nefesê digire, deyndarê van qehremanan e. Xwendina çîrok û rûmeta gaziyekê/î, divê di dilê me de hesteke mezin a minetdariyê ava bike.

Ragihandin-çapemenî, medyaya civakî, rojname û kolanên me divê bi rûmeta van lehengên nemir werin xemilandin. Xwedîderketina li gaziyan ne tenê erkeke exlaqî ye; xwedîderketina li paşeroj, rûmet û azadiya Kurdistanê ye.

Em li pêşberî her gaziyekê û gaziyekî bi hurmet û minetdarî serê xwe ditewînin. Ew ronahiya çavên me, rûmeta eniya me û şanaziya dîroka me ne.

Ew cengawerên dem û zeman li ber wan radiweste, her birînek li ser singê wan helbesteke neqediyayî ye. Heta dilê vî gelî lê bide, minetdarî wê navê wan be…

 

 

 

 

 

 

Nivîsên zêde hatine xwendin

Back to top button