‘Ziman xwebûn û azadî ye’

Gaziyê şer û yek ji rêveberê Akademiya Şehîd Deştî ya Gaziyan Egîd Efrîn, Cejna Zimanê Kurdî pîroz kir û got, “Ziman dayik, xwebûn û azadî ye. Ji ber vê gelê Kurd ewqasî xwedî li zimanê xwe derdikeve û gelek berdêl da.”

Rêveberê Akademiya Şehîd Deştî ya Gaziyan û gaziyê şer Egîd Roj têkildarî Cejna Zimanê Kurdî nirxandin kirin.
Egîd diyar kir ku ew beriya her tiştî 15’ê Gulanê Cejna Zimanê Kurdî li tevahî gel, dayik, mamoste, xwendekar, rewşenbîr û zarokên Kurd pîroz dikin û ev anî ziman, “Ziman ji bo me xisûseke herî sereke ye. Ziman dayik, xwebûn û azadî ye. Ji ber vê gelê Kurd ewqasî xwedî li zimanê xwe derdikeve û gelek berdêl da. Dagirkerên xwedî hişmendiya qirker dixwestin bi taybetî zimanê Kurdî ji holê rakin. Lewma bi her cure rêbazên şer û polîtîk êrîş kirin. Lê di encama Têkoşîna Azadiye ya di pêşengiya Rêber Apo dagirker neçar man, realîte û rastiya Kurd nas bikin.”
Gaziyê şer Egîd Efrîn bal kişand ser pêşketina zimanê Kurdî yê bi Şoreşa 12’ê Tîrmehê re û got, “Gelê Kurd di encama Şoreşa Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê de bi salan e bi zimanê xwe perwerde dibîne, dixwîne, dinivîse. Ev ji bo me serketineke dîrokî ye. Nifşê nû yê li ser vî esasî pêş ket, di aliyê fikir û hişmendiyê de jî bû xwedî nêrîneke cîhanî ya nû.”
Li ser dewlemendî û kûrbûna zimanê Kurdî jî Egîd ev xisûs anî ziman, “Zimanê Kurdî yek ji zimanê herî dewlemend û xwezayî yê cîhanê ye. Zarava û devokên wê jî vê dewlemendî û berfirehbûna Kurdî piştrast dikin. Kurdî weke zimanekî dayikê xwedî rabirdûyeke bingehîn e. Tevî ewqas êrîş, komkujî, sirgûn û zextan jî bi saya dayikên me yên giranbiha û xwedî nirx Kurdî îro bûye yek ji zimanê ku zêdetirî 60 milyon mirov pê diaxivin.”
Rêveberê Akademiya Şehîd Deştî ya Gaziyan Egîd Efrîn di dawiyê de jî got, “Îro bi zimanê Kurdî felsefe tê kirin. Li dibistanan di hemû beşan de bi Kurdî perwerde tê dayîn. Ji lewra xwedîderketina li zimanê xwe tê wateya xwedîderketina li rûmet û kerameta xwe. Em bi zimanê xwe serbilind in. Ji bo zimanê me hê zêdetir pêş bikeve divê em hewldan û xebatên xwe zêdetir bikin.”




