Gelê Kurd xwedî ziman û çandeke resen e

Mazlûm Yildiz

Ev zêdetirî 200 salî ye hebûn, ziman û çanda gelê Kurd hatiye înkarkirin. Wer li civaka Kurd hatibû kirin ku mîna ji nexweşiyeke pir xerab xwe biparêze, ji xwe, ziman û çanda xwe direviya. Dewletên netewe yên li ser Kurdistanê hakimiyeta xwe çêkiribûn, li ser esasê tifaqeke hevpar ji bo Kurd asîmîle bibin, dîroka û hebûna xwe nizanîbin, xwe rêxistin nekin û doza mafên xwe nekin, pêkve dixebitîn.

Bi têkoşîneke dijwar a di pêşengiya Rêber Apo de gelê Kurd li hemû parçeyan û derveyî welat li xwe serwext bû. Bi hezaran jin û xortên herî bedew û hêja dest ji her tiştên xwe berdan û berê xwe dan çiyayên azad.

Ev têkoşîna bi xwîna bi hezaran şehîdan û berdêlên giran ên gaziyên şer mezin bû, gihiştiye qonaxa xwe ya serketinê. Ji Rojava heya Bakur, Başûr û Rojhilat Kurd xwedî li hev derdikevin û ji bo pêşerojeke azad li hev dicivin.

Li ser vî esasî di vê serdema ku teknîk û amûrên ragihandinê pir pêş ketine de hewce ye ji her demê zêdetir em xwedî li ziman û çanda derkevin. Weke tê zanîn zimanê Kurdî yek ji zimanên qedîm û resen ê cîhanê ye. Li her cihî hewce ye em helwest û daxwazên xwe yên ji bo pêşxistina zimanê xwe bilind bikin. Li hember hişmendiyên şovenîst ên çavkaniya xwe ji dewletperestiyê digire, divê em xwedî helwest bin û nehêlin kes cesaret bike ku zimanê me tine bihesibîne. Weke her gel û neteweyî em jî mafdar in bi ziman û çanda xwe bijîn. Ne hedê kesî ye, di bin navê qanûnan de li herêmên me yên Kurdî tekperestiyê li ser me ferz bike.

Jixwe dewletên netewe yên Kurdistan dagir kirin, hê jî hebûna xwe, di tinekirina me de dibînin. Lê bila qet xeyalan nekin ku wê piştî tinekirina me karibin li ser piyan bimînin û hebûna xwe bidomînin. Ji ber Kurd li ser xaka Kurdistanê ya dabeşî çar parçeyan hatiye kirin, xwedî kokeke qedîm e. Kurd yek ji gelên qedîm ê Rojhilata Navîn e jî. Jiholêrakirina vî gelê koka xwe berdaye kûrahiyên dîrokê wê gelên din jî bandor bike. Helbet piştî ewqas salên têkoşînê êdî piştrast bûye ku gelê Kurd ti carî ji hole ranabe. Êdî ew dewletên netewe li gor rewşa cîhanê neçar in xwe biguherin û hêdî hêdî xwe diguherin jî. Ev ji bo hemû gelan wê xêr û xweşiyê bîne.

Paradîgmaya neteweya demokratîk a Rêber Apo pêş xistiye, ji bo erdnîgariya Rojhilata Navîn rêya jiyana hemû gel bi awayekî azad û wekhev bijîn pêşkeşî mirovatiya azadîxwaz dike. Li ser vî bingehî wê têkoşîna me heya serketinê berdewam bike.

Nivîsên zêde hatine xwendin

Back to top button