Derfeta Karkirinê Û Dagirkeriyê Nedin Faşîzmé!

  • Gaziyê şer ê Bakur û Rojhilatê Sûriyê Hozan Serhed derbarî tecrîda li ser Rêber Abdullah Ocalan û şerê gelê şoreşgerî de gotarek nivîsand.

HOZAN SERHED:
“Em wekî Gaziyên Bakur û Rojhilatê Sûriyê pêwîste lez tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd û mirovahiyê Abdullah Ocalan bişkînin û Rêberê xwe bi fîzîkî azad bikin. Ji bo wê jî pêvîste em hêza xwe ya taxtikê şer ya li hember dagirkeriyê xûrt bikin û çalakiyên xwe yê bi her awayî di piratîkê de bidin xûya kirin. Heya ku em Rêberê xwe û girtiyên siyasî zindanên dagirkeran de rizgar nekin, pêvîste em hemû jiyanê şexsî ji xwera heram bikin, ji bo wê jî pêwîste hedef û armancê me evbin .

Em Deyîndarê Rêberê Xwe, Şehidê Xwe Û Tekoşerî Xwene

Şerê li hember faşîzmê de pêvîste em taqtikê nû yê şer û şerê gelê şoreşgerî di şexsê xwe da û rêxistinkirina azadî xasanda bi pêş bexin, rihê tekoşînê geş bikin û li hember dijmîn sekna tekoşerê bidin avakirin. Lewma ev erk, erka me hemî kesane. Ev erk, erka dildarê vê dozê û gelê me yê Kûrd, yê welatparêza ne. Em deyindarê Rêberê xwe , şehidê xwe û têkoşerî xwene.

Dixaze Qirkirinek Dûrî Aqila Û Mantiqê Mirovan Bike

Em dizanin ku tecrîda di şexsê Rêbertiyê da pêk tê, dagirkeriya Tirk û devletên sermaye û hegemonîk dixazin. Gellê Kûrd û neteweyê din yê kû xwe nava fikir û ramananê Rêbertî da dibînin, kesên xwe di bin sîwana tevgera azadiya Kurdistanê de xwe azad dibînin û hêza tekoşînê dî şexsê xweda dibînin wî teqez devleta Tirk têk bibin. Ev dagirker dixwaze di mîlê zîhîn de gelê Kurd û netewê din desteser bike û bî rû baweriya gellê ku xwe ser çanda bi hezar salan xwe dide jiyan kirin bişkîne. Bi wî awayî qirkirinek dûrî aqila û mantiqê mirovan bike, lê niha haliyen jî wî qirkirinê dike, em pêwîste ferqa vê yekê de bin.
Gelê Kurd û netewê din yê kû li hember netewa kapitalist, netew devlet tekoşîn dikin û dixwazin xwe ji wan hêzen qirker biparêzin pêvîste hêza xwe ya şerê gellê şoreşgerî di serdema teknolojî de bi taxtikê nû bi pêş bixin û tekoşîna xwe ya azadiyê xûrt bikin.
Em pêwîste derfeta karkirinê û dairkeriyê nedin faşîzmê pêwîste em milê zihîn û zanista ahlaqî û polîtîqada xwe bi
Pêş bixin û tekoşîna xwe ya li hember wan hêzen dûrî mirowatiyê xûrt bikin. Tekoşîna xwe gor wê bi pêş bixin û zêde bikin. Em pêwîste derfeta karkirinê û dagîrkeriyê nedin faşîzmê. Ev tekoşîna me li hember faşîzma devlet netew xwezayî ye û ehlaqiye. Devlet netew dixaze gella ji hev dûr bi xwe û ji hevdû qût bike. Devlet netew gellan li hember hevdû dide şerkirin û destê gella ji hev dide qutkirin. Di her milê de netewa bi netewa re û oldara bi oldara re li hember hev dide şerkirin. Lewma siyaseteke pir qirîj dide meşandin.

Hember Netawa Kapitalist, Netewa Demokratîk Her Derî Bidin Awakirin

Ev dagirker û dagirkeriya ku didin meşandin dûri ehlaqê mirovatiyê ye. Ji ber wê em li hember devletên faşîst û hegemonîk, bî rû baveriya xwe pêvîste xûrt bikin û tekoşîna xwe ya li hember yek devlet, yek ziman, yek netew, yek çand û yek ol qebûl nekin û cevhera xwe ya mirovahiyê vegerin û têkoşîn bikin. Kurd-Tirk-Erep-Fars û hemû neteweyên din di naw hew de û hemû ol û baverî di nawa hew de û bi vê hêzê emê li hember netawa kapitalist netewa demokratîk her derê bidin awakirin. Di bin sîwana Netewa Demokratîk de tekoşîna xwe ya şerê gellê şoreşgerî xûrt bikin. Her kesê kû dibêje ez welatparêzim û li ser şopa sozdayîna şehidê xwe me pêvîste hemû nirxê xwe xwedî derkeve û xwe li hember devlet netew û faşîzma wan, xwe bin sîwana şerê gellê şoreşgerî da rêxistin bike û tevlê vê tekoşînê bibe.”

Nivîsên zêde hatine xwendin

Back to top button