Gelo Emê Pênaseya Malbatê Çawa Bikin?

  • Jî Perspektîfên Rêber Apo “Şoreşa Civakî û Jiyana Nû”

“Di roja me de pirsgirêka jin û malbatê yek ji mijarên herî girîng e. Mijareke ku li ser lêyîstok tên kirin, di derbarê wê de gelekî tê axaftin. Mijareke ku di riya wê de gelek tişt tên kirin, di rastiya Kurdan de hinek kes di rêya wê de mêrkujiyê dikin, stranan li ser distrên û govendan li ser digerînin. Di rastiya me de ev mijar ji dijmin hîna zêdetir xwedî bandoreke kujînêr e.Beriya vê me ji bo pirsgirêka jin û malbatê zelaliyek danîbû holê. Lê belê em dixwazin vê yekê hîna zêdetir pêş bixin.
Ew rastiyên weke ronahî û tarî, germ û sar, elektron û proton, erênî û neyênî ji bo xwezayê çi be, jin û zilam jî ji bo xwezayê xwedî heman wateyê ye. Ango nêrbûn û mêbûn jî rastiyeke xwezayê ye. Lê belê ev anîna bîra xwe nîne, di derbarê rastiya xwezayê de zêde hewce nîne ku darezandin çêbibe. Em lê binêrin ev rastiya xwezayê ya gelekî şênber e, gelo li gel me dikeve çi rewşê?

Masiyên Mezin Dikarin Masiyên Biçûk Daqurtînin

Çewisandin di giştî de heyîn û rastiyê, ji heyînî û rastîbûnê derdixe. Ger gihayek derbeyeke kevir a gelekî hişk bixwe êdî ji gihabûnê derdikeve. Gîha xweşik e, lê belê ji ber ku kevir gelekî hişk e, wî gihayî diperçiqîne û derbas dibe. Mirov dikare di xwezayê de bibe şahidê bûyer û pêşketinên wiha. Di civakê de jî, curên çewisandinê yên ku dişibine vê yekê hene. Ya ku pêwîste bijî, bi çewisandineke hişk ve dibe ku ji holê were rakirin. Rastiya gelê me jî hindekî vê rewşê dijî. Gelekî lewaz û ketibe vê rewşê sedema wê çi dibe bila bibe, tunebûna wê jî gengaz e. Masiyên mezin dikarin masiyên biçûk daqurtînin, mar dikarin gelek çivîkên xweşik bixine zikên xwe, tîmsah dikarin heyînên zindî bixin nava diranên xwe yên har û sosret û hema wisa daqurtînin. Piştre jî rondikên çavan birijînin. Ev jî rastiyên jiyanî ne. Di rastî de, di xwezayê de ev pênase nehatiye kirin. Di gerdûnê de zilambûn çiqasî derbas dibe, mêbûnî çiqasî derbas dibe? Li gor min ev pirsgirêk bi qasî rastiya mirov de heye tevlîhev û bi nakokî nîne. Bi taybet pêwîste ne ji alî ve û ne jî ji dijber ve zêde encam nede. Ev pêşketinên di civakê de ku li ser zayenda jinê bi dijberî çêdibin, ji ber taybetmendiyên wê mêbûna xwezayî zêdetir bi derbasbûna şaristaniyê û civaka çînî ve dest pê kiriye. Di pêvajoyên çewisandin, neheqî û dagirkerî ku pêşketiye de hêmanên mêbûnê weke dezawantajekê hatiye bikaranîn, bûye mijara çewisandin û dagirkeriyê. Ez di vê baweriyê de me ku ev dîtin rast e û zanistî ye. Ger ne bi vî rengî be, mêbûn bi serê xwe ne dagirkeriyê û ne jî hatina dagirkirinê, ne çewisandinê, ne jî çewisînê rave dike. Ev tişt bi rêxistinkirina civakî, ji wir jî bi pêşketina pergala çewisandin û dagirkirinê ve girêdan nirxandineke rast e. Pêşkêşkirina hindek derfetan ku taybetmendiyên mêbûnê ji bo vê dike, di vir de diyarker nîne. Mirov nikare lewaziya fîzîkî ya jinê jî weke sedemeke diyarker derbixe pêş. Berovajî, dîrok jî ji bo vê yekê mînakan pêşkeş dike.

Malbat Rengekî Veguhertî Yê Civatên Klan Û Kabîleyan e

Tê wê wateyê ku çewisandina li ser zayend û pêşketina pergalê çewisandin û dagirkeriyê ve girêdayî ye. Malbat jî rengekî veguhertî yê civatên klan û kabîleyan e. Weke veguhertinekê yan jî weke rengekî civatê derdikeve pêşberî me. Malbat weke saziyeke ji rengên civatên destpêkê heta roja me ku dixwaze xwe bide jiyîn, ketiye nava vî karî. Bi hatina gelhev a cureyên mirovan ve rê vekiriye ku xwesazkirineke ku jê re tê gotin, malbat ava bibe. Di şêweyên destpêkê yên civatan de, di navbera malbat, klan û Qebîleyan de zêde cihêbûn nîne. Ev yek hema weke hev in. Di nava her civakê de cihêbûna wê û hatina wê ya asteke ku bibe saziyekê cihê, bi pêşketina civaka çînî ve hîna zêdetir gengaz bûye, taybetmendiyên xwemalî bi dest xistine. Em dikarin vê yekê jî bînin ziman, malbat bi şêweyên xwe yên dîrokî yên ku heyî ve bi pêşketina şaristaniyê yan jî bi gotineke din ve, di nava pêvajoya pêşketina pergala çewisandin û dagirkeriyê de bû saziyeke ku her çû xwe taybet kir.

Xaleke Bingehîn A Çewisandin û Dagirkeriyê Malbat e

Dema pergala koledar derkete holê, xwediyê koleyan malbatên balkêş derxistin holê. Bi rastî jî hindek eserên gelekî balkêş ên pêvajoya koledariyê hene. Ew tirbên malbatên mezin di serdema koledariyê de di dewletên koledar de derketine holê. Tirbê malbateke wê demê ji mabetên bi nav û deng ên vê gavê hîna zêdetir xwedî nirx in. An jî ji salona konserê, ji cihekî seyranê hîna balkêştir e. Ji van tirban ev derdikeve holê: li gel xwediyê koleyan de malbat bûyereke gelekî mezin e. Ji bo çi ev yek wisa ye? Xaleke bingehîn a çewisandin û dagirkeriyê malbat e. Xwediyên koleyan ku cara yekem dewletbûna mezin bi dest xistine bi rewşeke jorcivakî ve ber bi xwedabûnê ve diçin. Malbat jî şêweyeke ku herî zêde ber bi çav dibe. Di heman demê de mirovan xwestiye ku bêmiriniyê bijîn. Di tirbê firavûnên Misirî de hîna jî mumyayên wan hene. Împarator bi malbata xwe ve, bi hemû xanedan, jinên derûdora xwe ve, bi rengekî ku weke kevirekî hişk bûye, di bin erdê de ye. Li gel ku li pey bêmiriniyê de ye, xwe bi rengekî li jor xweza û civakê dike xweda û bi rengî hetanî roja me rengê xwe dide. Ji bo mîmariyê jî bi vî rengî nêzîk dibin, lê belê malbatên koleyan nînin. Mafên wan ên avakirina malbatê jî nîne. Ew jî rastiyek e.

Avakirina Malbatê Aîdê Serdema Rêncberiyê Ye

Weke tê zanîn, di pêvajoya feodaliyê de xanedanî hîna zêdetir hate pêşxistin.
Di rastiyê de xanedaniyê mezin, aîdê serdema feodaliyê ne. Ew xanedaniyên Emewî, Ebasî, Selçuqî û Osmanî yên di Îslamiyetê de her yek ji wan weke dewletên malbatî yên balkêş in. Rêncberên (serf) di vê serdemê de jî, hêdî hêdî mafên xwe yên avakirina malbatê bi dest dixin. Avakirina malbatê aîdê serdema rêncberiyê ye. Avakirina malbatê yên çînên jêr û pêşketina malbatgeriyê bi serûberbûna feodalî û derbaskirina koledariyê ve gengaz dibe.
Dema ku kapîtalîzm weke pergal bi pêş ket, vê carê jî malbatên bûrjuva bi hemû balkêşbûna xwe ve derketine rastê. Li Ewrûpayê hîna jî bandorên van gelekî zindî ne. Li Fransa, Îtalya û Almanya hîna jî malbatên bûrjuva yên gelekî bihêz hene. Di vê mijarê de Îngîlîstan jî di heman rewşê de ye. Di pergala kapîtalîst de di nava jêr, di nava proleterya de hindekî din jî pêş ket. Girêdaniya vê yekê bi dagirkeriyê ve gelekî zelal e. Ji ber dagirkirinê malbat bi pêş nakeve. Di koleyan de, rêncberan de û proleterya de rewş bi vî rengî ye. Lê belê di çînê dagirker û zordest de jî malbat gelekî balkêş bi pêş dikeve.

Bi Taybet Zêdebûna Nifûsê Ya Balkêş Jî Mijara Gotinê Ye

Gelo emê pênaseya malbatê çawa bikin? Di nava saziyeke ku evqasî bi dagirkirinê û dagirbûnê, çewisandinê û çewisinê ve girêdayî ye, çi nabe û çi lêyîstok nazîvirin. Saziyeke bi vî rengî pêwîste herî zêde were lêkolînkirin. Di rastiyê de di vê mijarê de lêkolîn hîna nû têne kirin. Tê xwêstin naveroka malbatê, hîmê felsefîk ku xwe dispêre pirsgirêkên ku afirandine vê gavê were dîtin. Bi taybet zêdebûna nifûsê ya balkêş jî mijara gotinê ye. Tê gotin ev zêdebûna nifûsê mirovatiyê û cîhanê tehdît dike. Girêdana vê yekê bi malbatê re heye. Pirsgirêkên malbatê ku di pergala emperyalîst de him gelên tên çewisandin û girêdayîne him jî welatên kapîtalîst emperyalîst de derdikevine holê. Mirovatî hereşe (tehdît) dikin. Ger tedbîr neyên girtin mirov nikarin di cîhanê de bijîn. Bi rengê ku hatiye pejirandin malbat û weke ku saziyeke bingehîn e, ku mirovahiyê li aliyekî dihêle ber bi dawî anîna mirovatiyê ve diçe.

Ajoyên Zayendî Hiştiye Ku Mirov Nikarin Ji Nav Derbikevin

Ji ber vê yekê jî malbat û şêwazên têkîliyan ên ku yekser bi malbatê ve girêdayî ne, dê werin lêkolînkirin, werin nirxandin û riyeke çareseriyê were dîtin. Ji lewra ew serûberkirina têkîliyan di navbera her du zayendan de li ser mirovahiyê dibe hereşe. Têkîliya di navbera her du zayendan de ku di nava gelên li Efrîka, Emerîkaya Latîn û di Rojhilat a Navîn de dijîn de jêdereke qeyranê ye. Malbat bi tenê ne zêdebûna nifusê de di afirandina pirsgirêkên weke bêperwerdetî, bêkarî û qeyrana derûnî de jî bûye saziyeke rûxandinê. Li gel vê yekê jî li welatên kapîtalîst ên pêşketî de tê dîtin ku ber bi encamên hîna xetertir ve çûyîn çêdibe.
Şêwaza têkîliya zayendî, bi taybetî sererastkirin û serûberkirina wê welatên kapîtalîst ber bi îflasê ve dibin. Ew rêpîvanên ku hatine danîn, bi navê exlaq, bêexlaqiyê derdixe asta herî bilind. Cihekî weke Efrîqa ku bandora pergala klanan lê peyda ye, têkîliya zayendî di rewşeke nexweşiyê de ye. Ajoyên zayendî hiştiye ku mirov, nikarin ji nav derbikevin. Ev tişt gelekî zelal e. Pêwîste di giştî de malbat û şêwazên têkîliyan di navbera zayendan de, bi taybetî jî saziya malbatê bi lez were lêpirsînkirin û ger gengaz be ji nû ve were avakirin.

Dibe Felsefe Û Exlaq Hindek Tiştan Bi Pêş Bixin

Bi rengekî gelekî balkêş, lêpirsîna van têkîliyan tê kirin û tê xwestin
yê nû were pêşxistin. Lê belê hîna jî çareserî nehatiye dîtin. Olan xwestin ku şêweyekî diyar bi cih bînin. Dîsa şêwazên civakî, aborî xwestin li gor xwe mînak zagonên exlaq bi pêş bixînin. Lê belê hemû jî kêm dimînin. Gelo nêzîkbûnê felsefîk ên nû bingehên exlaq heta nêzîkbûnên nû di derbarê vê pirsgirêkê dê çawa bibe? Li gel pêşketina zanistiyê di vê mijarê de dê çi got miydi? Pêwîst e mirov bi baldarî binirxîne û lêkolîn bike. Ji lewra ev pirsgirêk bi hemû pirsgirêkên civakî ve ji nêz ve girêdayî ye. Di civakê de ji bo pirsgirêkên vê saziyê ku weke saziyeke bingehîn tê bi bîranîn gelo dê çiqasî girêdayî zanistiyê çareseriyek were dîtin. Ev pirsgirêk dê çiqasî ji bo zanistiyê werin nîşandan? Di vê mijarê de zêde pêwîstî bi ponijandina kûr û felsefekirinê nîne. Ev, arîşeyeke (problem) çi qasî cidî ye, li hemberî mirovahiyê sekiniye ev rastî gelekî eşkere ye û zelal e. Dibe ku zanistî ber bi çareseriyekê ve biçe, dibe felsefe û exlaq hindek tiştan bi pêş bixin, li ser vê bingehê teqeze dê ji bo şêweyên têkîliyan çareserî were dîtin, dê şêweyên nû yên têkiliyan derbikevin rastê. Jiyan di çarçoveya ku di sînorên tên pejirandin de û aliyê wê yê azadiyê hîn pêş ve diçe û berdewam dike.
Di bin ronahiya nirxandinên ku giştî hatine kirine de em li rastiya xwe binêrin. Rastiya gelekî ku têk çûye bandor û encamên xwe yên rûxînêr di nava saziya malbat ku weke saziyeke li ser piyan maye de xwe nîşan dide. Weke ew kesên ku dibêjin di dest me de tenê malbat maye gelo bi rastî jî li ser piyan maye? Piştî ku rastiya netewî hate perçiqandin hemû pergalên sazî û têkîliyên civakî têk çûn dîl hatine girtin û hatine hilweşandin, rûbirûyê dagirkeriyê û çewisandinê hatin bi bişaftinê (asîmîlasyon) hatin tasfiye kirin, ji bo wê malbata ku di dest de maye mirov dikare çi bibêje? Hela ji bo malbatekê her tişt dayîna pêş çavên xwe tê çi wateyê? Derveyî malbatê tu armanc nedîtin tê çi wateyê? Gotina “her tişt ji bo malbatgeriyê” tê çi wateyê. Pirsên bingehîn ku pêwîste bigihên zelaliyekê ev e.Xerîbûna Ji Cewher e, Xilasbûn e, Xwe Derveyî Rastiyê Hiştine
Li gor me, karesata rast hebûna rastiyeke me ya malbatê bi vî rengî ye.
ji ber ku bi tevî rewşeke her tişt hatiye wendakirin de bi rengê “sparteka min a dawiyê” an jî “hemû hebûna min” hembêzkirina malbatê ji rê derketineke mezin e. Xerîbûna ji cewher e, xilasbûn e, xwe derveyî rastiyê hiştine û apolîtîk kirine. Dijberî netewbûnê ye. Heta malbatên li gel me kesan li hemberî saziyên din ên civakê nezan û bêkar dihêle. Rewşeke bi vî rengî diafrîne. Ew kesê ku di nava rastiya malbata me de mezin dibin jî em in. Tê wê wateyê di hindek welatên din de nirxê girtîbûna malbatê yek be li gel me bi qasî hezarî ye. Hele ev bi taybetmendiyên serdema qebîleyên hov û bi rêbazê şerê taybet ê dijmin ve gihiştibe hev û pêşkêşî me hatibe kirin, tê wê wateyê ku em rûbirûyê karesatekê rastî ne. Yekî ku nû ji dayik dibe hîna nû çavên xwe vedike ewlehiya xwe di nava malbatê de dibîne. Hinekî mezin dibe yan jî nabe ewlehiya xwe di malbat avakirinê de digere. Di nava malbatê de her kes dibêje “em hewcedarê hev in, pêwîste bi her tiştê xwe ve em vê saziyê bidin jiyîn.” Ên ciwan jî, yên temen mezin jî vî tiştî dibêjin. Pêşxistina rastiyên weke netew, civak, sazî û dezgehên din ne di bîra tu kesekî de ne, van tiştan jî gelekî ne pêwîst dibînin.

Rêber Apo

Nivîsên zêde hatine xwendin

Back to top button