Ji Bo Bîranîna Şehîd Gelî

Di serî bi navê fedresyona gaziyên bakur û rojhilate suriye erîşên ku dewlata tirk yê li ser xaka rojava bi hemû awayan teknîka xwe bikaranîn hedefa û armanca dewlata tirk ewe ku karibe li pêşî destkeftiyî û serî rakirina hemû gelê me yê li qarşî dagirkeriyê bê bandor bihêle lê belê her çiqasî dewlata tirk bi hemo rebazên ku êrîş dike ewe bi tu awayî nikarbe bigihîne hedefê ku ew dixweze.iro dama ku mirov dibîne li beremberî  hemû dewletên ku  bi dagirkerî tirk re hevkariyê dike bêdeng bûna xwe li hemberî dewlata tirk  diparêze.ev êrîşên ku niha  dewlata dagirker pêk tîne. her wiha îro li bakur û rojhilatê suriyê jî berbi çave rojna bi rebaza teknîk bikaranin dixweze hebûna  xwe berdewam bike ji ber ku êdî dizane sûcên şer  dagirkerî ku dide meşandin ber bi tune bûne ve diçe ji boyî wê bi teknîk dixweze we tune bûnê xwe veşêre.li ser vê esasî  di ancamê êrîşên dewlata tirk de bi awayê keşf lêdane wesîyata li ser reya helebê de di ancamê de se hevalên me şehîd ketin bi navê fedresyona gaziyen bakur û rojhilate suriye em sersaxî ji malbatên hevalên şehîd dixwezin ûdibêjin ku em tola hevalên xwe li erdê nahêlin.cardî di erîşin ku bûyî re heval gelî heleb jî gihîşşt asta şehedatê em bi rêzdarî û hurmet keseyata heval gelî heleb bibîrtînin ji ber hêza me yê manawî  girêdana me bi fikir û ramanê Rêber Apo û hemû şehîdên  ku di oxira azadiyê bi ruhê fedeyana gihîştin asta şehadatê  rêya serkeftinê ji mera neqişandin cardî em rêheval GELÎ HELEB bi rêzdarî bibîrtînin û sersaxiyê ji malbata û welatparêz re dixwazin.Em careke din soza rakirina tola heval GELÎ û ya tevahî hevrêyên xwe yên şehîd nû dikin.

Rêheval gelî di nava malbateke welatparêz û fedekar de mezin dibe. dema ku çeteyên DAİŞ’ê berê xwe dide rojava di hemû cihî de bi fedekariyeke mezin li berxwe dide di dama êrîşê li ser kontonê efrînê dibe heval gelî cadrî berê xwe dide efrînê her timî di keliyên zehmet de berê xwe dida û tevî hevalên xwe  li berxwedidan û bi vî ruhê ve heval gelî di çav û  destê xwe ve gazî dibe û derbasî komitê gaziyan dibe hata sûrecê tedevî xilas dibe heval gelî bi xwesteka xwe derbasî ser kar û xabatê leşgerî dibe hata derbas bûna heval gelî  hêzên leşgerî bi erkê xwe yê hevaltiya herî bilind radibû. ji ber keseyata heval gelî girêdana bi fikir û ramanê RÊBER APO Û XATA ŞEHÎDAN di demeke kin de nas kirin dibe xwedî ezmûn û danehevên mezin. Ew bi destê xwe bi sedan hevrêyên xwe ku ew jî li wir şehîd dikeve oxir dike û soza tolhildana wan dide.                                                                 

Rêheval GELÎ HELEB ku di nava şert û mercên wiha zor û watedar de pijiya û bû xwedî ezmûneke mezin erka fermandariyê hilda ser milê xwe û bi sedan keçên û xurt ciwan bi xwe perwerde kir, ew bi felsefeya jiyana azad da naskirin. Hevrê gelî hem di jiyana xwe de, hem di fermandariya xwe de bi disiplîn, baldarî û bi berpirsyariyeke mezin tevdigeriya. Her wiha lêhûrbûnên xwe li ser şêwaz û taktîkê şerkirin û parastinê pir xurt bû. Kîjan enî divê çawa bê parastin, pir baş ser dihizirî û li gorê wê tevdigeriya.yanê em dikarin bêjin heval geli di textikê şer de xwedî lêhurbûyînin mezin bû . herî dawî di ser reya helebê li kobanê di ancamê keşf lêdanê de heval gelî tevlî kerwanên şehîdan dibe tevî du hevrêyên xwe Çawa ku rêheval GELÎ  bi rihê tolhildanê di êrîşên giran de biryardariya milîtaniya demê nîşan da, şerkir û mizgîniya azadiyê da hemû gelê cihanê , pêwîste hemû ciwanên Rojavayê Kurdistan û bakur-rojhilatê Sûrî di vê pêvajoyê de bi berpirsyarî tevbigerin û li hemberî êrîşên dewleta Tirk û çeteyên wê beşdarî nava refên parastinê bibin.                                                                      

Weke fedresyona gaziyen bakur û rojhilata suriyê em careke din sersaxiyê ji malbata şehîd GELÎ HELEB dixwezin û em dibêjin em soz didin tevahî malbatên me yên şehîdan ku em tola şehîdên xwe rakin. Emê bi rihê rêhevala xwe gelî xwedî li erkên demê derkevin û dilsoziya xwe ya bi hevrêyên xwe yên şehîd re raber bikin. Em jî dibêjin Dem Dema Azadiyê ye, pêwîste em hemû ji bo vê demê seferber bibin û welatê xwe, zimanê xwe û pergala xwe ya netewa demokratîk bi rengek xurtir avabikin û biparêzin.

Fedresyona Gaziyen Bakur û Rojhilata Suriye

 

 

Nivîsên zêde hatine xwendin

Back to top button