Ji bo bidestxistina mafên xwe her çi hewce be em amade ne
Şîlan Kobanê

Jiyana gelekî bê ziman, bê çand û bê nasname nabe. Ev her sê tiştên me bi lêv kirin çavkaniyên jiyanê yên sereke ne. Tekez divê bi hemû awayî werin parastin û pêşxistin. Ji ber ew rehên bingehîn ên nefestendina miletan e. Jixwe rewşa miletê Kurd di nav çar dewletan hê jî bi xeterî û gefan re rûbirû ye. Divê Kurd hîn zêdetir hişyar bin.
Di van 200 salên dawiyê de gelek komkujî û qirkirin li ser gelê Kurd hatine pêkanîn. Gele Kurd ji bo ziman, çand û nasnameya xwe her di nav rewşeke serhildêriyê de bû. Heman rewş berdewam dike û hê jî gele Kurd bi qirkirin û talanê tê tehdîdkirin.
Rêber Apo dibêje, “Bes e şer û tundî, serhildan û qirkirin. Li şûna wê werin em yekîtî, xwişk û biratiya gelan çêbikin.” Ev tenê ne ji bo Kurd û Tirkan, ji bo tevahiyagelên Rojhilata Navîn rêya diçe jiyaneke azad û wekheviyê ye.
Rêbertiya me tevî hemû astengiyan jî di pêvajoya daye destpêkirin de israr dike. Rêbertî dibêje, “Ez ji berê hîn zêdetir ji çareseriyê re amade me.” Lê mixabin rayedarên dewleta Tirk hê jî pir giran tevdigerin.
Pêwîst e li vir em her kes nîqaş bikin. Bi taybet jî rewşenbîrên gelê Kurd û gelê Tirk divê li ser rê û rêbazên çareseriyê nîqaş bikin. Ji bo qedera her du gelan xebatan pêş bixin. Eger wiha nebe wê kesên sudmend û desthilatdar qedera her du gelan jî reş bikin.
Siyaseta bikuj û were kuştin wê careke din li ser Kurd û Tirk ferz bikin. Tişta niha bi lezgînî ji gelê Kurd tê xwestin ew e ku divê ziman, çand û nasnameya xwe biparêze. Ji bo bidestxistina mafên xwe her çi hewce be jî amade be.
Em weke neteweya Kurd her dem di bin darê zorê de bûn. Ziman, çand û nasnameya me hatiye înkarkirin. Lê bi saya dayikên me yên pîroz û têkoşîna azadiyê zimanê me gihiştiye roja me ya îro. Divê hemû Kurd bi zimanê xwe biaxivin, ji bo zimanê xwe li ser piyan bin û têkoşîn bikin. Ziman, çand û nasname hîmên bingehîn ên neteweyî ne.
Pêwîst e em di wan de jî pir israr bikin û xwe rêxistin bikin. Jixwe pêvajoya Rêber Apo dest pê kiriye jî vê dide nîşandan. Em jî weke gaziyên şer ji vê re amade ne û em ê timî di nav kar û xebatê de bin.




