Serketina pêvajoyê wê ji bo hemû gelan rêya azadiyê veke

Gaziya şer Zîlan Mûş…

Berxwedana Rêber Apo û têkoşîna wî ya 54 salan, li her devera cîhanê deng vedaye, ji her kesî re bûye hêviya jiyaneke azad û wekhev.

Di dîroka me Kurdan de qehremanî û xiyanet weke du cêwiyan bi hev re meşiyane. Gelek caran jî ji ber xiyanetê serhildan şikestine û komkujiyên hovane rû dane.

Cara yekê ye ku gelê Kurd ewqasî li ber xwe daye, têkoşîn kiriye û Şoreşa Kurdistanê serê xiyaneta reş berjêr kiriye û welatparêzî jî derxistiye asta herî jor.

Ez weke gaziyeke şer gelekî kêfxweş û serbilind im ku gelê me yê hêja û delal serwext bûye, tiştên rast û şaş ji nav hev derdixe, ji dil û can jî têkoşîn dike.

Rêber Apo di rê û rêbazên Kurdan de guhertin çêkir. Li hemberî tiştên şaş serî hilda û di civakê de rê li be veguhertinên pir girîng û hêja vekir.

Rêber Apo bi têkoşîna pêş xist, gelê xwe kir xwedî her tişt. Hêza têkoşîn û berxwedanê da Kurdan. Ji bo nûnertiya xwe bikin û li vîna xwe xwedî derkevin, ew serwext kirin.

Em weke gelê Kurd xwedî xîret û têkoşîn in. Ji bo azadiya xwe jî em weke kelehên qehremanî û serhildanê ne.

Di hemû şoreşên cîhanê de têkoşîn û berxwedan heye, lê di Şoreşa Kurdistanê de çandeke berxwedanê ya pir cuda derketiye holê. Rêbazên berxwedana hemdemî ya milîtanên Apoyî li ti welatên cîhanê nehatiye dîtin.

Divê em weke gel ji her demê bêhtir xwedî li Rêberê xwe derkevin, Pêvajoya Aştî û Civaka Demokratîk tevî hemû astengiyan bigihînin serketinê. Serketina pêvajoyê wê ji bo hemû gelan rêya azadiyê veke.

Ji bo fikir, felsefe û paradîgmaya Rêber Apo bigihêje hemû jinan û civakan hewce ye em berpirsiyariyên xwe zanibin û li gor vê bi rola xwe rabin.

Nivîsên zêde hatine xwendin

Back to top button