Gaziyê Şer Zerdeşt: Em ê vê komkujiyê ti carî ji bîr nekin

Gaziyê şer Zerdeşt Êzidî şehîdên komkujiya 3’yê Tebaxê bi bîr anî û got, “Ev komkujiya li hember civaka me ya Êzidî şerma herî mezin a mirovatiyê ye. Em ê vê komkujiyê ti carî ji bîr nekin û nedin jibîrkirin.”

Çeteyên DAÎŞ’ê 3’yê Tebaxa 2014’an li hember Şengala ji bo xelkê me yê Êzidî cihekî pîroz e komkujiyeke derveyî mirovî pêk anî. Gaziyê şer Zerdeşt Êzidî bi wesîleya 12’emîn salvegera komkujiyê nêrînên xwe parve kirin.

Zerdeşt di destpêka axaftina xwe de qurbaniyên komkujiyê bi bîr anî û got, “Weke gaziyekî şer ê Êzidî dema hewl didim têkildarî komkujiya li hember xelkê me biaxivim, zehmetiyan dikişînim. Xelkê me yê Êzidî bi sedê salan e ji ber bawerî û neteweya xwe rastî zilm, kuştin û sirgûnan tê. Desthilatdar ji bo vê civaka qedîm a bi rastî koka Kurdbûnê ye ji holê rakin tiştek nema ku nekirin. 3’yêTebaxa 2014’an jî yek ji wan êrîş û komkujiyan bû.”

Gaziyê şer Zerdeşt Êzidî anî ziman ku eger hêzên HPG’ê û şervanên YPG’ê bi hawara xelkê Şengalê ve neçûbana wê karesateke hê mezintir rû daba û wiha domand, “Hêzên Iraqê û PDK’ê bi bihîstina êrîşan re ji herêma Şengalê reviyan. Xelkê sivîl bi wan çeteyên hov re rûbirû hiştin. Ev tiştekî wer veşartî yan jî bêbextiyek nîne. Dîmenên li ser televîzyonan hatin weşandin van tiştên em dibêjin piştrast dikin. Li wir komek gerîlayên HPG’ê yên hejmara wan nêzî 10 kesan bû, bi hawara xelkê me ve radibin. Heya mirov xwe digihînin herêmên çiyayî bi çeteyên DAÎŞ’ê re şer dikin. Piştre hêzên YPG’ê ji Rojava ji bo vekirina korîdoreke mirovî dikevin nav livûtevgerê. Xelkê Êzidî wê ti carî vê qenciya gerîlayan û şervanên Apoyî ji bîr neke.”

Zerdeşt bal kişand ser girîngiya xweparastina civakî û got, “Rêbertiya me bi salane di tehlîl û nirxandinên xwe de behsa girîngiya xweparastina civakê û jinan dike. Helbet ji bo xweparastineke xurt divê mirov di aliyê bîrdozî û felsefeyê de jî xwe pêş bixe. Îro ev derfet bi saya Rêbertiya me ji her demê bêhtir çêbûne. Ji bo civaka me ya Êzidî û tevahî neteweya Kurd ya girîng xweparastin e. Bi saya têkoşîna bi salan a di pêşengiya Rêber Apo de em serwext bûne. Ji niha û şûn ve jî li her cihjî divê em yekîtiya xwe xurt bikin û li hember her cure êrîşan xwe biparêzin.”

Gaziyê şer Zerdeşt Êzidî axaftina xwe wiha bi dawî kir, “Ji bo gelê me rastî êrîş û komkujiyan neyê çi ji destê me bê em ê bikin. Ez careke din tevahî şehîdên me yên komkujiya 3’yê Tebaxê bi rêzdarî bi bîr tînim. Komkujiya li hember civaka me ya Êzidî şerma herî mezin a mirovatiyê ye. Em ê vê komkujiyê ti carî ji bîr nekin û nedin jibîrkirin.”

 

 

Nivîsên zêde hatine xwendin

Back to top button