Kampanyaya Piştgiriya YPJ’ê hat destpêkirin

Platforma Çalakiyên Hevbeş a Tevger û Rêxistinên Jinan li Rojava ji bo piştgiriya Yekîneyên Parastina Jin (YPJ) û beşdariya wê di wezareta Parastinê ya Sûriyeyê de kampanyeke da destpêkirin.
Platforma Çalakiyên Hevbeş a Tevger û Rêxistinên Jinan li Rojava bi daxuyaniyekê kampanyaya piştgiriya Yekîneyên Parastina Jin û daxwaza beşdariya wê di entegrasyonê da destpêkirin.
Daxuyanî li Staduyma Şehîdên 12’ê Adarê ya li bajarê Qamişloyê bi amadebûna bi dehan jinan, endamên tevger û rêxistinên jinan, nûnerên partiyên siyasî, hiqûqnas, rewşenbîr û çalakvan hat dayîn. Daxuyanî bi zimanê kurdî ji aliyê berdevka Kongra Star a bajarê Qamişloyê Rîhan Temo ve, bi erebî ji aliyê cîgira seroka Desteya Jinan a Herêma Cizîrê Wesayîf Dendea ve, her wiha bi zimanê suryanî ji aliyê endama Yekitiya Jinên Suryan Semîra Gewriyê Hena ve hat xwendin. Di kombûnê de alên Kongra Star û YPJ’ê hatin hildan û pankartên bi nivîsên “Em hemû YPJ’ê ne” û “YPJ’ê nûnertiya me dike” hatin vekirin.
Di daxuyaniyê de wiha hate gotin:
“Xweparastina rewa û parastina civakê li dijî terorîzm û şîdeta rêxistinkirî mafeke ku ji hêla zagon û peymanên navneteweyî ve, li ser bingeha peymana Neteweyên Yekbûyî û Peymanên Cinêv û Biryara 1325`an û peymana Neteweyên Yekbûyî ya der barê aştî û ewlehiyê de hatiye garantîkirin, nemaze dema ku jin û zarok dibin hedefên sereke yên kuştin, revandin, koçberkirin û kolekirinê. Di van salên borî de li Sûriyeyê gelek tawanên mezin ji milê rêxistinên terrorist ve li dijî sivîlan de hatin kirin. Binpêkirinên herî kirêt li dijî jinan hatine kirin. Jin û zarok bi her cûre binpêkirinan re rû bi rû man. Bû sedema ku berpirsiyariya parastina xwe û beşên herî zêde di metirsiyêde li ser milê civakê ferz bibe.
Di van şert û mercan de, pêwîstiya bi hêzên ku bikaribin jin, zarok û civakê biparêzin û li hember terorîzma ku mirovahiyê, rûmet û mafê wê yê jiyanê armanc digire, raweste derket holê. Li ser vê bingehê Yekîneyên Parastina Jin hatin avakirin.
Yekîneyên Parastina Jin (YPJ) ji dema ku li Rojava hatî damezrandin ve, îspat kiriye ku hêzek herî bi bandor û sembola herî bilind a rêxistina jin li seranserî Sûriyeyê ye.
Di salên borî de, YPJ’ê yek ji hêzên herî berbiçav yên ku li hember terorîzmê şer kiriye û di parastina mirovahî, rûmet û azadiyê de mînakek bêhempa pêşkêş kir. YPJ’ê di şerê li dijî DAIŞ û rêxistinên din ên tundrew de di rêfên pêşîn de cih digirt û bi awayek rasterast beşdarî parastina sivîlan bû, bi hezaran jin û zarok rizgar kir û bergirî di ber civakên herêmî û tevahiya pêkhateyên wê de kir.
Ji bo parastina civaka Sûriyeyê û tevahiya mirovahiyê, şervanên YPJ’ê yekîneyan berdelên giran danîn, di şerên parastina gundan û bajar de û di rûbirûbûna li dijî terorîzma ku jin ji her tiştî bêtir hedef digirt de şehîd û birîndar dan.
Rola van yekîneyan ne tenê leşkerî bû; lê belê di heman demê de hêzek exlaqî û civakî jî pêk anîn ku beşdarî parastina jin ji tundî û tundrewiyê bû û nirxên beşdarbûn, wekhevî û edaletê xurt kirin.
- Hebûna Yekîneyên Parastina Jin di nav artêşê de garantiya pabendbûna artêşê bi prensîbên xwe re di şiyana parastina aştî û ewlehiyê de ye. Ev yekîne pusûleya wê ya exlaqî temsîl dikin, hişmendiya înkara yên din derbas dike û di ramanên pêşverû de kokdare.
- Hebûna jin di artêşê de erkên xwe yên bergiriyê hene û di heman demê de jî erkên xwe yên têkoşeriya di guhertina zîhniyeta ku îrade û mafên jinan red dike de heye.
Parastina taybetmendiya van yekîneyan wekî hêzek jin a pispor pêwîstiyek neteweyî ye, ji ber ezmûna wan a berfireh a di şerê li dijî terorîzm, parastina jinan û beşdarbûna di parastina ewlehî û aramiyê de, Her wiha naskirina rol, dîrok û qurbaniyên wan misoger dike.
Em, wek Platforma Hevbeş a Tevger û Rêxistinên Jinan li Rojava, destpêkirina kampaniyak piştgiriya Yekîneyên Parastina jin, bi durûşma, “Em tev YPJ’ ne” û “YPJ’ê nûnertiya me ye ” radighînin û daxwazên me ev in:
1-Naskirina YPJ’ê wekî hêzek leşkerî bi rêk û pêk di nav Wezareta Parastinê ya Sûriyeyê de.
2- Parastina pêkhateya YPJ’ê wekî beşek yekgirtî ji pergala parastina Sûriyeyê ya taybet bi herêmên Rojava.
3-Parastin û sepandina destkeftiyên jinan li Rojava ku jinên Kurd û Sûriyeyî li herêm û cîhanê wergerandiye mînakek pêşeng.
4- Serbestberdana girtiyên jin, radestkirina cenazeyên şehîdan û eşkerekirina çarenûsa jinên winda û çarenûsa wan ne diyar.
5-Em bang li hevpeymaniya navneteweyî û hêzên bi bandor dikin ku biştgirî bidin beşdarîkirina Yekîneyên Parastina Jin (YPJ) di pergala Wezareta Parastinê ya Sûriyeyê de û naskirina statuya wan.
6-li ser asaê ku danezana makezagon a Sûriyeyê tu bendek ku xizmeta leşkerî bi mêran sînordar bike nagire nav xwe, derfet dide xurtkirina beşdariya jinan di saziyên leşkerî û ewlehiyê de.
Li ser vî esasî, em girîngiya garantîkirina rola jinan û rêxistinkirina beşdariya wê di nav formasyonên jinan ên pispor yên wekî YPJ’ê, de li gorî prensîbên wekhevî û ne-cudakariyê, teqez dikin.
Em bang li tevahî tevger, rêxistinên jinan û hêzên demokratîk û raya giştî li Kurdistan û cîhanê dikin ku piştgirî bidin hemleya me û li kêlek YPJ’ê ku bûye sembola berxwedan parastina azadiya jinan û sepandina aştî û demokrasiyê rawestin. Her weha em bang li tevahî ragihandin û medyaya navneteweyî dikin ku piştgirî bidin vê kampaniyayê ku wek dengê têkoşîna azadiya jinan ye.
YPJ’ê ne tenê şervan in; belê ew hilgirên ala azadî û wekheviyê ne. Beşderbûna wan di nav artêşa Sûriyeyê de gavek pêwîst e ji bo zêdekirina beşdariya jinan di saziyên dewletê de û ji ezmûna berfireh a ku van şervanên jin di salên şer de berhev kirine, sûdwergirin, bi ermanca avakirina saziyek parastina neteweyî ku cihêrengiya civaka Sûriyeyê û qurbaniyên keç û lawên wê nîşan dide.
Bijî Yekîneyên Parastina Jin (YPJ), sembola rûmet û têkoşînê.
Şehîd Namirin.”




