Divê Mirov Çawa Bijî, Çi Bike û Ji Ku Dest pê bike?

 

Di çanda Rojhilata Navîn de heqîqet û di rêya wê de mirin û jiyîn têgînên girîng in. Di çanda Ewrûpayê de ev têgîn weke dualîteya teorîk-pratîk tê nîşandan naverok û cewherê wê hatiye pûçkirin, parçekirin û yekparebûna xwe ji dest daye. Di modernîteya dereng de ev xusûs hê bêtir diyar e. Heqîqet mehkûmê ekonomîzmê hatiye kirin.

Gera li heqîqetê herî zêde wexta pirsgirêkên civakî serî rakirine, ketiye rojevê. Di van deman de vegotinek û çalakiyekê ji sedî sed hewl daye xwe weke heqîqetê pêşkêş bike. Analîza sosyolojîk a heqîqetê, têkiliya wê ya bi neheqiyan re eşkere datîne holê. Desteserkirina ked û nirxa civakî weke neheqiyê hatiye terîfkirin, ji lêkolînkirin û bi cihanîna pêdiviyên wê re jî xebatên heqîqetê hatiye gotin û tim hatine mezinkirin, bilindkirin. Mirov neheqiyê bi heq re, heq jî bi xwedê re wekhev bike, ev yek têkiliya civakî ya van herdu têgînan nîşan dide. Têgîna xwedê ji bilî muceredkirina metafizîkê bi vî awayî têkiliya wî bi wijdanê civakî re careke din tê piştrastkirin.

Ketina ser rêya heqîqetê, bi xwe re hesabpirsîna ji neheqiyê jî tîne. Nasnameya civakî ya xwe weke hebûna xwedayê herî mezin pêşkêş kiriye, bi vî awayî bersiv daye neheqiyên li hemberî xwe û weke cezayê xwedê ew mehkûm kirine. Ji hundirê civakê û ji xwezaya derveyî wê gef û neheqî çiqasî li ser nasnameya civakî zêde dibin, destnîşankirina nasnameyê jî ewçend zêde dibe, ji bo wê nezerî (nêrîna xwedayî = teorî) û çalakiyên mezin (karên xwedayî) hatine pêşxistin. Ji ber van sedeman gelekî girîng e ku mirov serwext bibe, di çavkaniya dîn û felsefeyê de nasnameya civakî heye. Ji lewra li devereke din gera li çavkaniya dîn û felsefeyê hewldaneke tewş û badilhewa ye.

Di hegemonya îdeolojîk a modernîteya kapîtalîst de yek ji armancên sereke ew e, rastiyên civakî dîrokî yên der barê têgîna heqîqetê û çalakiya wê de tarî bike û bitepisîne. Dîn û felsefe veguherandine milliyetgiriyê û xwedakirina dewleta netewe. Di têgîn û kirinên dewleta netewe yên tên mezinkirin û nemirkirin de dor li teorî û pratîkê tê girtin. Zanist di bin ferman û rêveberiya felsefeya pozîtîvîst de xistine rewşekê ku pirsgirêkên ji sêlingên modernîteyê çêdibin analîz û çareser dike. Şervaniya heqîqetê ya bi qasî dîroka mirovatiyê kevn, berê wê dane peydakirina berjewendiyên besît û sivik. Pirsgirêka bingehîn ew e, gefên li nasnameya civakî têne xwarin mijara heqîqetê ne, lê ev yek ji mijara wê derxistine û hewl dane li şûna wê ferdparêziyê bi cih bikin. Di vê çarçoveyê de mafê mirovan hatiye îstîsmarkirin. Fikrên dijberê sîstemê yên xwe weke îdeolojiyên rastparêz pêşkêş dikin jî newêrin ji paradîgmaya modernîteyê bibihurin û xwe nêzî vê yekê nakin. Lîberalîzm weke îdeolojiya fermî ya sîstemê li ser rastgir û çepgiran yekdestdariya xwe heta roja me ya îro karîbû dewam bike.

Lîberalîzm weke yekdestdariya îdeolojîk a modernîteyê ji aliyekî ve enflasyona fikrê diafirîne, ji aliyê din ve jî tevî ku şêlandina herî mezin di enflasyonê de dike, di enflasyona fikrê de ya herî bi kêra wê bê bi kar tîne û bi rêya medya xwe, zêhnan bombebaran dike û hewl dide encama herî zêde bi dest bixe. Têkûzkirina yekdestdariya fikrê, armanca dawî ya şerê wê yê îdeolojîk e. Sîlehên wê yên bingehîn dîndartî, milliyetgirî, cinsiyetparêzî û weke dînê pozîtîvîst zanistîperestî ye. Bêyî hegemonya îdeolojîk, bi tenê bi zordestiya siyasî û eskerî meşandina modernîteyê mumkîn nîne. Lîberalîzm bi rêya dîndartiyê hewl dide wijdanê civaka beriya kapîtalîzmê kontrol bike, bi rêya milliyetgiriyê welatîbûna dewleta netewe û çînparêziya li dora kapîtalîzmê pêş dikeve, kontrol dike û di bin destê xwe de digire. Hedefa cinsiyetparêziyê ew e, nehêle jin bêhna xwe bide. Fonksiyona bi bandor a îdeolojiya cinsiyetparêziyê ew e, hem mêr bike nexweşê desthilatdariyê, hem jî jinê di bin hisa destavêtinê de bihêle. Bi zanistîperestiya pozîtîvîst cîhana akademîk û ciwanan bê tesîr dike û nîşanî wan dide ku ji bilî yekbûna wan bi sîstemê re, ti alternatîfa wan nîne û di berdêla tawîzan de yekbûna wan bi sîstemê re misoger dike.

Li hemberî êrîşên îdeolojîk ên lîberalîzmê divê bi lez bersiv bê dayîn pirsên; divê mirov çawa bijî, çi bike û ji ku dest pê bike. Bersivên dijberên sîstemê dane van pirsan herî kêm heta roja me ya îro bê tesîr hatine kirin. Bersivên modernîteyê dane van hersê pirsên girîng, bi tesîr bûne. Şêwazê jiyanê yê modernîte pêncsed salên dawiyê pêk tîne, bi giranî mohra xwe li pirsa ‘divê mirov çawa bijî’ daye. Di serdema modernîteyê de bi qasî ku di ti serdema dîrokê de nehatibe dîtin şêwazên jiyanê welê dane qebûlkirin û dawerivandine hinavên mirovan, ew homojen kirine. Qalibên jiyanê yên herkesî di bin navê rêzik û pîvanên gerdûnî de tektîp kirine. Cudahî û cihêrengî li hemberî tektîpkirinê zelûl in. Serîrakirina li ber şêwazê jiyanê yê jêre jiyana modern tê gotin, yekser mohra dînîtiyê lê tê xistin û bi surgûnkirina derveyî sîstemê tê mehkûmkirin. Kêm kes diwêrin serîrakirina li hemberî vê surgûnê û gefxwarina wê dewam bikin.

Pirsa ‘divê mirov çi bike’ jî ji mêj ve, pêncsed sal e ku kitebikite bersivên wê hatine dayîn: Tu yê ferdî bijî, timî li xwe bifikirî, ‘rêya bi tenê rêya modernîteyê ye’ tu yê bibêjî û ya dikeve ser milê xwe bi cih bînî. Rê diyar e, usûl diyar e: herkes çi dike tu yê jî weke wan bikî. Eger tu patron î, divê tu karê bikî. Eger tu kedkarî divê tu li pey heqdestekê baz bidî, bibezî. Wekî din li pey tiştên din ên divê bêne kirin bazdan û bezîn ehmeqî ye. Eger israr û serhişkî bê kirin encam avêtina derveyî sîstemê ye, bêkar hiştine, bêçare hiştin e, rizandin e. Jiyan kirine bezeke bi tehlûke ya hesp û bergîran. Bihêlin bersivdayîna pirsa divê mirov çi bike, ji bo bersiva pirsa divê mirov ji ku dest pê bike, sîstem weha dibêje “Ji cihê ku tu yê xwe baş perwerde bikî, dest pê bike.” Ji bo serketina di nava sîstemê de dibistan û zanîngeh mekanên destpêkirinê ne ku dest ji wan nabe.

Li hemberî sîstemê, gera li heqîqetê ya modernîteya demokratîk, helwesta wê ya îdeolojîk û bersivên wê yên dide sê pirsên bingehîn bi qasî sîstemeke alternatîf bi qîmet in. Ji hemû aliyan ve gera li nasnameya civakî, ji hev derxistina wê û pêşkêşkirina çareseriyên wê, şerê heqîqetê bi xwe ye, cewherê wê ye. Parêznameya min bi xetên stûr be jî encamên vê lêgerînê û vî şerî pêşkêş kirine. Hewce bi dubarekirinê nîne. Sekna îdeolojîk bi rexnekirineke berfireh, ji hegemonya îdeolojîk a modernîteya serdest bihurînê, îfade dike. Xwedîderketina li heqîqetên civakî yên di dest de sekna îdeolojîk e. Nîşandana mehrûmbûna modernîteya kapîtalîst ji heqîqetê (ferdparêziyê tercîhî civakê dike, nasnameya civakî dike hedefa êrîşan), nîşandana heqîqeta civaka ekonomîk, ekolojîk û demokratîk, nîşandana heqîqeta netewe û nîşandana hêza heqîqetê bi vê seknê re têkildar in.

Bersiva pêşî ya hevpar a ku mirov bide pirsên; divê mirov çawa bijî, çi bike û ji ku dest pê bike, divê ji nava sîstemê û li ser bingehê dijberiya wê, dest pê bike. Lê belê, ji bo dijberbûna sîstemê ji nava wê, di asta zaneyên berê de pêdivî bi şervaniyeke heqîqetê heye, ya ku her kêlî dibe ku mirov têde bimire. Pirsên divê mirov çawa bijî û ji ku dest pê bike, divê tu di zikhev de bersiva wan bidî. Ji bo vê jî divê tu vê jiyana modernîteyê weke kirasekî dînan ê fena zirxekî li te kirî biçirînî, jê nefret bikî û jê bigerî. Wexta hewce kir, tu yê her kêlî verîşî, dil (mîde), mejî û bedena xwe ji vê jiyanê bimalî, paqij bikî. Eger ew xwe weke bedewa cîhanê pêşkêşî te bike jî divê tu bi verîşandina ya hundir û hinavên xwe bersivê bidiyê. Eger mirov bersiva pirsa ‘divê mirov çi bike’ bi du pirsên din re di zikhev de bide, divê mirov bibêje; ez ê li dijî sîstemê timî di nava çalakiyê de bim. Bersiva pirsa divê mirov çi bike, pratîka bi serwextî û rêxistinî ye.

Ji aliyê sîstema modernîteya demokratîk ve bersiva hersê pirsan xwegihandina hêmanên îdeolojîk û çalakî yên sîstemê îfade dike. Berê, têgîna jêre partiya pêşeng tê gotin, weke mîsyona pêşengiya teorîk û çalakiyê ya modernîteya demokratîk bêhtir bi tesîr hatiye kirin. Mîsyona bingehîn a pêşengiya nû ye ku pêdiviya îradî û zêhnî ya sêlingên bingehîn ên sîstemê ango civaka ekonomîk, ekolojîk û demokratîk (rêveberiya bajar, xwecihî, herêmî, neteweyî û ji netewe wêdetir demokratîk konfederalîst) tedarik bike. Ji bo vê jî divê hejmareke têr û naveroktijî avahiyên akademîk bêne lêkirin. Divê komikên akademîk ên nû bi tenê qîma xwe bi rexnekirina cîhana akademîk a modernîteyê neyînin, tevî vê alternatîfa wê jî pêşde bibin û li gorî naverokên wan bi navên cûrbicûr akademiyan ava bikin. Di serî de ekonomîk-teknîk, ekolojîk-cotkarî, demokratîk siyaset, ewlekarî-parastin, jin-azadî, çand-nasname, ziman-dîrok, zanist-felsefe, dîn-huner, li gorî girîngî û pêdiviya civakê li her qadê avakirina akademiyan erk û wezîfe ye. Kadroyên akademîk ên bi hêz nebin, hêmanên modernîteya demokratîk ava nabin. Çawa ku bêyî hêmanên modernîteya demokratîk ti maneya kadroyê akademîk nebe, hêmanên modernîteya demokratîk jî bêyî kadroyên akademîk wê ti maneyê îfade nekin û wê bi ser nekevin. Yekparebûna di zikhev de ji bo mane û serketinê şert e.

Fikir, zikir, çalakî û têgihiştina cuda ya modernîteya kapîtalîst ku weke kincekî bi lanet li ser pişta mirovî disekine, divê ji sedî sed bêne terikandin û li dawiyê bêne hiştin. Fikir-zikir-çalakî nîşaneyên mezinahiyê ne, ti carî yek ji ya din cihê nabe, divê mirov wan yekpare li xwe bike û bijî, heqîqetê timî li ser pişta xwe bigire. Kesa/ê hersêyan bi hev re bi bersiva pirsên divê mirov çawa bijî, çi bike û ji ku dest pê bike nikaribe temsîl bike, divê şerê heqîqetê neke. Şerê heqîqetê berevajîkirin û belovajîkirina modernîteya kapîtalîst qebûl nake. Bi wê re nikare bijî. Bi kurtî, kadroyê akademîk mejî ye, rêxistin e, û a di mûrehk û rayên zîro yên bedenê (civak) de belav dibe. Rastî yekpare ye. Heqîqet rastiya yekpare ye ku tê îfadekirin. Kadro heqîqeta rêxistinkirî û çalakkirî ye.

Wexta ku çanda Rojhilata Navîn xwe nû bike, divê zanibe ku rêya vê di şoreşa heqîqetê re derbas dibe. Şoreşa heqîqetê, şoreşeke şêwazê zêhniyet û jiyanê ye. Şoreşa xwe rizgarkirina ji şêwazê jiyanê û hegemonya îdeolojîk a modernîteya kapîtalîst e. Divê mirov bi dîndar û şovenîstên ezbetperest ên sexte yên xwe bi rêûresmê digirin, nexape. Ew bi modernîteya kapîtalîst re şer nakin. Mîna kûçikê nobedar hinekî para xwe dixwazin. Ti carî mirov nikare li van kesan weke şervanên heqîqetê bifikire. Jixwe li hemberî modernîteyê ne bi tenê têkçûyî ne, di heman demê de şelaq in jî. Eger çepgirên kevin, femînîst, ekolojîst û tevgerên kulturalîst dixwazin antî-modernîstên gotin û gavên wan hevgirtî bin, divê zanibin şerê heqîqetê di nava yekparebûna xwe de pêk tê û divê wê di şêwazê jiyana xwe de jî bi cih bînin, bimeşînin.

Eger şerê heqîqetê di her kêliya jiyanê de, li tevahiya qadên civakî, li komikên kominî yên ekonomîk û ekolojîst, li bajarên demokratîk, xwecihî, herêmî, neteweyî û mekanên ji netewe wêdetir hat meşandin, wê mane û serketinê bi dest bixe. Çawa ku di derketina destpêkê ya dînan de jiyana qasid û hewariyan hebû, yên li pey heqîqetê diçin mîna wan nejîn, şerê heqîqetê nayê kirin, were kirin jî bi ser nakeve. Rojhilata Navîn hewcedariya xwe bi hozaniya xwedawendiya jina xwe nûkirî, Mûsa, Îsa û Muhemmedan, Saint Paulan, Maniyan, Weysel Qeraniyan, Hellacê Mansûran, Suhrewerdiyan, Yûnis Emreyan û Brûnoyan heye. Şoreşa heqîqetê bi xwedîderketina li mîrateya kevnên kevin nabin, lê xwe nû dikin pêk tê; naxwe bi ser nakeve. Şoreş û şoreşger namirin, ev yek piştrast dike ku bi tenê heke mirov li mîrateya wan xwedî derkeve dikare bijî. Çanda Rojhilata Navîn çanda yekkirina fikir-zikir-çalakiyê ye û ji vî alî ve têra xwe dewlemend e. Modernîteya demokratîk bi zêdekirina rexneya xwe ya li şaristanî û modernîteya kapîtalîst li vê çandê, wê bi rola xwe ya dîrokî rabe.

Ferdê şaristaniya demokratîk bi qasî ku li dijî sê suwarên mehşerî yên modernîteya kapîtalîst (kapîtalîzm, îndustriyalîzm û dewleta netewe) timî têkoşîneke bi hev re ya fikir-zikir-çalakiyê bimeşîne, divê timî bi sê melekên rizgariyê yên modernîteya demokratîk (civaka ekonomîk, civaka ekolojîk û civaka demokratîk) têkoşîneke jiyanê ya bi hev re ya fikir-zikir-çalakiyê di kesayeta xwe de bike, naxwe nikare xwe pêk bîne, nikare xwe weke pêşengê heqîqetê ava bike. Bi qasî komika akademiyayê, di yekîneyên komin ên civakî de jiyan û têkoşînê bi hev re nemeşîne, nikare bibe pêşengê (murşîdê) bicihanîna cîhana dad, azadî û demokrasiyê. (Wexta ku weke amûrên şaristaniya serwer û modernîteyê bêne bi kar anîn) Rexnekirina Pirtûkên Pîroz û hozanên xwedawend giranbuha ye. Jixwe yên ji ber mayî, mîrateya me ya jiyanê ne, nasnameya me ya civakî ne. Milîtana/ê heqîqetê ya/ê serdema demokratîk ew kes e, vê nasnameyê li şexsiyeta xwe diniqirîne, dikole, mîrateya jiyanê bi awayekî azad dijî û dide jiyîn.

 

 

Nivîsên zêde hatine xwendin

Back to top button