Peyama Gaziyên Şer Derbarê Roja 8’ê Adarê

 

Em wek gazî û birîndarên şer,8’ê adarê roja Jinên kedkar yên cîhanê di serî da li mîmarê bîrdoziya azadiya jinê li Rêber APO,û hemu jinan pîroz dikin, û di kesayetiya sê xwişkên mirbel de û şehidê ku di oxira  azadiyê de gîyana xwe ji dest dane bi bîr tinin, bejna xwe li ber wan ditewînin.

Divê jiyan li ser bingehê birdoziya rizgariya jin werê pêşxistin.Li ser azadkirina hişmendiya ku kapîtalizim û zilamên serwer dide ferz kirin, jin nebe xwedi maf , li ser vê bingehê pêwiste jin dakevin qadên azad û  xwe bikin xelekek ya tekoşînê.Bi tekoşina xwezaya jine, li ser xeta azadiya rizgar kirina jinê çalakî bên kirin û xwedî li şopdarên kû di vê riyêde bedel dane derkevin û hovîtiya kû dijmin dide meşandin serî li hember rakin û qebûl nekin.

Her jinek li ser axa xwe jiyanê diafirinê,û girêdana hemû jinan avadike.Ger em bibêjin axên dayikê de jiyan a herî bedewe,berî her tiştî bîrdoziya jinê bê ax nabe. Jina bê ax bê nasnameye bê bîrdoziye. Îro moderniteya kapîtalîzmê laşê jin dil girtiye.Pêwîste jin li koka xwe ya rêsen vegerin û xwe lêpirsîn bikin.Îro tekoşina di gerdûnêde   di bin pêşengtiya jin de tê meşandin, ji bo hemû jinên êşkişand re tê kirin.lê belê gelek jin hîna jî xwe ji bin bandora zilamê desthilat de dernexistiye.Erka her jinekê ye ku jinan hemûyan rêxistin bike û hişiyar bike. Ev erka me ye rasteqîne.Em bizanibin hîna jinên ku ji mafê xwe bê par ma ye,di nava êşande dijîn û wek amurekê tê bi kar anin.Em wek gazi û birîndarên şer  me li hemberî dijiminê tundiraw şerkir, û parçê ji laşe xwe dest dan.Em bang hemu jinan dikin ku yekitiya xwe demildest çêbikin.Rola xwe ya aşîtî, azadiyê û wekheviyê bilîzin û em hêvîdarin ku jina şoreşger wê bibe dengê hemu jinên di qadên navnetewi û rojhilata navîn de.Wê jin bi rihê jina şoreşger Sakîne Cansiz ,ku bi dirêjiya jiyana xwe tekoşin da meşandin û  bû şahidê dîroka azadiya jin, xeta jina azad jî wê  bi vê rihê serbikeve.Bi şiyara Jinek azad civaka azad e em hemû jinên cîhanê dewetî nava refên tekoşînê dikin û em dibêjin jin jiyan azadî.

                                                             Komiteya Gaziyên Bakûr û Rojhilatê Sûriyê

 

 

Leave a Reply

Nivîsên zêde hatine xwendin

Back to top button