YPJ bû remza şoreşê
Cûdî Cizîr

Pêşketina Şoreşa Kurdistanê di aliyê bîrdozî, siyasî, polîtîk û leşkerî berdewam dike. Bêguman her şoreşeke civakî di heman demê de tê wateya serûbinbûnekê jî. Li Rojava şoreşeke rasteqîn pêk hat. Şoreşa ku pêk hat tam bû şoreşa jinê. Jinên ku rengê xwe li şoreşê xemilandin daxwaza azadiyê ya herî şenber a YPJ’ê ye. Di rastiya YPJ’ê de di şerê li rojavayê welêt hat meşandin de, bi sedan qehremanên jin derketin holê. Rê li ber artêşbûneke ji hezaran jinan pêk tê vekir. Ji jinên herî esîl ên Kurd, Ereb, Suryan, Tirkmen, Ermenî û hwd. hêzeke muezem ava bû. Ev pêşketineke gelekî nirxdar e ya dostan jî dijminan jî dîtiye.
Bi destpêkirina Şoreşa Rojavayê Kurdistanê re jinan pêşengtî kirin. bi hezaran jin şehîd û birîndar bûn. Her kêliya berxwedana YPJ destanî ye. Rengê vê axê ji xwîna şervanên vê dozê sor bûye, rengê çemên wê bûye destmala destên pêşengên YPJ’ê. Hêzên YPJ’ê çavkaniya moral û coşa gelan . Cihê hêzgirtina lêgera gelan e. Li rojavayê welêt û Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê hêzên YPJ’ê pêl bi pêl belav bûn. Bi vê re jina xweşik û xwedî vîn ava bû. Şervanên YPJ’ê bi qehremanî şer kirin û di dilê tevahiya gelan de cih girtin. YPJ di heman demê de ji bo hemû jin û civakên bi hêviya jiyanekeazad û wekhev in bû îlham.
Li rojavayê welêt YPJ bû remza şoreşê. Ji lewra dikare cîhanê jî fetih bike. Jixwe jin, ji ber vê sedemê dixwazin werin nav YPJ. Cîhaneke azad a bê serxistin, jiyana azad were serxistin heye. Ji bo wê em weke şervanên Tevgera Apoyî, Tevgera Jin û gaziyên şer piştevanî û piştgiriya YPJ’ê dikin. Em dikarin bêjin ku YPJ jina azad temsîl dike. Di aliyê ezmûnên têkiliyên jina azad de xwedî hêz e. Bi misogerî divê hebûna YPJ’ê li Sûriye û tevahî cîhanê de were qebûlkirin. Weke jinên şoreşger û têkoşer di serî de divê em di ferqa xwe de bin. Em ê di ferqa wateya hebûna xwe ya di nava têkoşînê de bin. Tevgera jinê tevgereke sedsala 21’emîn e. Sedsala 19 û 20’an çawa bi mohra tevgera karkeran e, sedsala 21’emîn wê ji bo tevgera jinê wisa be.Rêber Apo di peyama 8’ê Adarê ya îsal de ji jinên şoreşger û têkoşer re got, “Ez têkoşîna we ya sedsala 21’emîn bikin sedsala jinê silav dikim.” Tekez wê jin li gor vê banga Rêbertî tevbigerin.
YPJ hem bi awayekî aktîf beşdarî şoreşê bû, hem jî bi dilxwazî peywira xwe ya avakirina şoreşê pêk anî. Roja îro hikûmeta Sûrî ji şoreşa jinan ditirse. Ji lewra hebûna YPJ qebûl nake. Zîhniyeta pergala mêr a serdest a hezaran salan, li hemberî mafê avakirina jiyana civakî û jiyana azad a jinan, polîtîkayên qirkirinê bi kar tîne.
Divê mirov hinekî rastiya DAÎŞ’ê nas bike, hingê mirov dikare baş têbigihîje bê çi ye, ji ku derê hatiye. Wê demê mirov hinekî dê pergala desthilatdariyê fêm bike. Dema ku mirov bêje, “Ev hov in!..” jî peyv tam cihê xwe nagire. Ji ber van hemû cureyên hovîtiyê derbas kirine, hemû hovîtî kirine xwarin û xwarine. Yan jî hemû hovîtî kirine kiras bi ser xwe de berdane, rûyê xwe bi xwîna mirovan şûştine û wisa ketine ser vê rêyê û dimeşin. Wan wehşan ti para xwe ji hebûna mirovahiyê negirtine. Ji hemû rastiyan bêpar mane. Ji ber vê çendê berxwedaniya Rojava, li dijî hemû hêzên paşverûyê ye.
Şervanên azadiyê bûn tirsa xewa wan û bi taybet jî sekna YPJ’ê hemû hêzên paşverû li deştên Rojava paqij kirin. Di rastiyê de berxwedana Rojava pişta xwe dide sekna Kurdên resen ên dîroka hemdemî. Wê YPJ formula bi efsûn û muezem a “Jin jiyan û azadî” li ser vî bingehî bidomîne. Ruh û felsefeya Apoyî dê bi destanên lehengiyê yên YPJ’ê biherike hemû cîhanê.
YPJ mezin bû û veguherî hêzeke bi heybet a êdî kes nikare bêşî lê bigire. Di pêşengtiya şervanên Apoyî û YPJ’ê de hemû jinên cîhanê hatin gel hev. Di têkoşîna aştî, demokrasî û azadiyê de jin hevpar kirin. Weke milîtanên Tevgera Jin tişta pêwîst e em bikin di pêşengtiya şoreşa jin de biryardayîn û li gorî vê rola xwe lîstin e. Utopyayên gelan, civakan û jinan ên jiyana azad qet natefe. Weke meşaleyekê her tim wê pêketî bimîne. Ji niha Ve em dikarin bêjin ku serkeftin a YPJ’ê û nirxên sedsala 21’emîn diyar kiriye.
Hêzên hegemon ji bo tevgera me tesfiye bikin, serkeftinên me ji holê rakin, destkeftiyên me hêz nedin jinan, ji gelên heremê û mirovahiya cîhanê nebe îlham, ya herî girîng jî ji bo hêviya jiyana azad ji holê rakin her tiştî dikin. Em jî ji dil û can bawer dikin ku wê şervanên YPJ’ê bi ser kevin. Ji ber ti hêz û kes nikarin şoreşgerên ji fikir û felsefeya Rêber Apo bawer dikin, bi bin bixin. Ev di dîroka hemû mirovahiyê de tiştekî nû ye. Berxwedana Rojava bû berxwedaneke gerdûnî. Êdî sînorên Kurdistanê û Rojhilata Navîn derbas kir bû navneteweyî.
Sekna jinan a di berxwedana Rojava de li cîhanê bû mînak. Di navenda jina azadbûyî de her dem me dît ku em bi hêz in. YPJ’ê hemû dinya bi şoreşê hesand. Ji niha û şûn ve jî ji bo xwegihandina heqîqetê dê roleke mezin bilîze.




