Sembola berxwedanê: Sema Yuce

Gaziya şer Arîn Koçer...

Rêber Apo, di vê rêya pîroz de tevahiya jiyana xwe fedayî gelê xwe û mirovatiyê kir. Bi hezaran mirovan dan pey Rêber Apo û di vê rêya azadî çirûskên xwe her tim ber bi asîmanan ve bilind dike de da ku yên nesîbê xwe ji mirovatiyê wergirtine, bibînin vê çirûskê.

Di rêya bi rûmet de gelek kesayetên giranbiha jiyana xwe ji dest dan. Ne tenê di şer de di heman demê de ev kesayetên muqeddes gihiştibûn wê astê ku her êrîş, komployek, plansazî û hevkariyeke qirêj li hember Rêber Apo, gelê Kurd û Tevgera Azadiyê pêş diket, bê tereddut canê xwe feda kirin.

Yek ji wan hevalan jî Hevala Sema Yuce ye. Heval Sema dilsoza Rêber Apo ye. Fikir, felsefe û bîrdoziya Rêber Apo di kesayet û jiyana xwe her dem dida nîşandan. Heval Sema di nivîsa xwe ya ku beriya çalakiye nivîsandiye de li ser nirxandina Rêber Apo ya têkildarî 8’ê Adarê de wiha dibêje, “Lêgerîna min a ji bo dîtina rojeke din vala bû. Roj yek e. Bilindbûn û pîrozkirina jiyana li vir, her wiha dilsoziya wê heye. Min terîfa herî gihiştî ya azadiya jinê li vir dît.” Ji bo hevala Sema yekane Roj, Rêber Apo ye.

Heval Sema, çawa li çiyayan û li Qada Serokatî xwedî kesayeteke partîzanî ye di zindanê de jî vê hêza xwe hîn xurttir dike. Ji bo wê cih û mekan zêde ne girîng in. Ya girîng di rêya azadiyê de têkoşîn e. Gelê xwe ji bin zilm, zext, êşkence û mêtingeriyê derxistin e.

Heval Sema dibe sembola berxwedanê. Ew evîndara azadiyê ye, lewma ji bo jiyaneke azad, ji bo her şitlên axa welatê xwe bi bawerzîneke di henaseya lêgerîna heqîqetê de kaniya vejînê ye Sema.

Belê hevala Sema bedena xwe bi agirê azadiyê dipêçe. Mîna heval Mazlûm, di Newrozê de dibe ronahiyek ku hîv, stêrk şerm bikin û tarî bireve…

Hevala Sema, piştî çalakiya xwe di 17’ê Hezîrana 1998’an de jiyana ji dest dide û diçe gel hevalên xwe yên ku bi awayekî fizîkî ji nav me veqetiyana. Lê ew her tim bi me re ne. Cesaret, hêvî, rûmet û nirxên şoreşê ne Ew. Wê ti carî neyên jibîrkirin, Ew heval, Ew Partîzan, Ew Leheng û Egîdên Şoreşa Apoyî.

Rêber Apo di nirxandina xwe ya têkildarî gaziyên şer de wer behsa hevrê Sema dike: “Hêvîdar im hûn fêm dikin. Ez careke din destnîşan dikim. Hûn hemû barên şer ên bi qehr û êş dikişînin û em cihekî pir bi qîmet didin we. Lê weke bersiva ji vê re eger hûn nikarin li ser piyên xwe bisekinin, mejî, dil û zimanê xwe bixin nav hereketê. Bi herhalî ziman, dil û mejî ji lingan baştir dixebite. Di encamê de ma ez jî şoreşê wer nameşînim? Naxwe organên we yên hûn dikarin bidin xebitandin, karên we yên hûn bidin meşandin û serketinên we hene. Ez herî dawî gotineke dema Sema Yuce gazî bû anîbû ziman bînim bîra we. Tevî ti tiştek nexwest, dema hemû bedena wê şewitîbû jî dibêje, ‘Ez mîna melekeke ber bi asîman ve difire me.’ Tevî di nav birînan jî de ye, xwe ji bo Partiyê weke melekeke layiq dibîne. Ne mîna çavkaniyeke pirsgirêkê û ne weke keseke digirî jî. Gazîbûn şerefek e. Lê bicihanîna pêwîstiyên wê jî ji bo vê şerefê şertê bingehîn e.”

Nivîsên zêde hatine xwendin

Back to top button