Jin dilê civakê, stûna jiyanê ye

Kendav Nesrî Silêman

Ji beriya 30 hezar salî ve, jin li Mezopotamyayê wek xwedawend dihat nasîn. Îştar, ÎnanANa, Tîamat û heyanî Şahmaran… Ev hemû sembolên jiyan û evînê bûn. Civakên pêşî yên li ser axa Kurdistanê civakên dayiksalar bûn. Mal bi navê dayikê dihat naskirin, zevî bi destê jinê dihat çandin. Lê bi derketina şer û çêbûna xanedan, împaratorî û olên ku şiroveyên zilamsalar lê hatin barkirin, cihê jinê hate guhertin. Jin ji qada giştî hate dûrxistin û li meydanê tenê zilam, li holê ma.

Jinê qet ew rewş qebûl nekir û qet dev ji berxwedanê berneda. Di her serhildanên Kurdan de navê jineke Kurd heye û rista xwe ya bi bandor lîstiye. Gava ku em dibêjin “jin” em tenê ji nîvê civakê re nabêjin. Em ji kokê, kaniyê û ji hêlîna ku mirovatî têde mezin dibe re dibêjin. Jin ne tenê dayik e, ne tenê xwîşk e, yan jî tenê keç e. Jin mirov e. Jin fikir e, ked e, berxwedan û evîn e. Jin dilê civakê, stûna jiyanê ye. Li Kurdistanê, bi taybetî li Rojava, rista jinê di 20 salên dawî de guherînek dîrokî dîtiye. Ji malê derket qadan, ji bêdengiyê derket gotinê, ji qurbaniyê derket pêşengtiyê û hevserokatiyê.

Rista jinê di dîrok û çanda Kurdî de: Di çanda me ya kevin de jin tim bi rûmet bûye. Di jiyana gund de, jin hem zevî diajot, hem jî zarok mezin dikir û di heman demê de jî biryar der barê jiyana malê de dida. Gotina “Şêr şêr e, çi jine çi jî mêr e” ne ji valahiyê hatiye. Lê bi demê re, şer, koçberî, xizanî û hin têgihiştinên şaş, jin xistin paş perdeyê. Gotin, “Cihê jinê mal e” lê weke ku tê zanîn jinê bi temamî mal berda? Yan jî mal wergerand dibistanê, kir navenda perwerdeyê û nexweşxaneyê û jêre bû mamoste û bijîşk.

Dema ji sala 2012’an û pê ve Rojava bû cihê şoreşê û şer dest pê kir, jinê ne tenê nan pijand; çek hilgirt, bajar parast, meclîs ava kir, qanûn nivîsî. Cîhan cara yekem bi navê jinên Kurd hisiya. Lê ji bo me ev ne tiştekî nû bû. Dayikên me tim şervan bûn, tenê çekên wan cuda bûn. Rista jinê îro li nava civaka Kurd e. Jin hê jî stûna malê ye. Ew dayika zarokan e, jin sermiyan û rêvebera aboriya malê ye. Lê îro jin ne tenê “diya malê” ye. Ew hevpara biryara jiyanê ye. Ev guhertin û veguhertin bi şoreşê re pêk hat û pêş ket.

Jin û perwerde: Îro keçên me li zanîngehan herî zêde ne. Jin bûne, bijîşk, endezyar, hiqûqnas, wêjevan… Ti beşek nemaye ku jin têde nîne. Keça dixwîne, heft nifşan dide xwendin. Ji ber wê bibe mamosteyek baş, yan jî bijîşkek dilsoz. Jin û siyaset û parastin: Hevserokatî, artêşa jinan, meclîsên jinan… Ev hemû ne dirûşm in. Li Rojava, jin bi rastî di nav biryarê de ye. Gava qanûnek derdikeve, jin jî îmzeya xwe diavêje. Gava bajar tê parastin, jin jî diparêze.

Ev ji bo cîhanê nimûne ye. Lê ji bo me berpirsyarî ye. Ji ber çavên hemû jinên Rojhilata Navîn li ser me ye. Ey gelî jinan, dayikan, xwîşkan hûn ne qels in. Dîrok bi destê we hatiye nivîsîn û bila tu baş zanibî jina berxwedêr, her gava ku tu serê xwe bilind dikî keçeke biçûk li pişt te cesaret digire. Her cara ku tu dibêjî “Na”, zincîrek ji destê jineke din derdikeve. Tu ne stêrka ku bi şev derdikevî û sibê winda dibî, tu roj î bi ronahî û teysînerî. Eger tu dernekevî, ev dinya sar dimîne. Siberoj ne dûr e. Siberoj di hembêza te de ye. Her zarokek ku tu bi hezkirin mezin dikî, her xwendekara tu wê fêr dikî, her birînek civakê tu derman dikî… Ev hemû kevirên rêya azadiyê ne. Rojekê gava dîroka vê axê ji nû ve bê nivîsîn, wê nebêjin “Di şer de mêran çi kir?” Wê binîvisînin “Jin rabûn û bi rabûna xwe re jî mirovahî rakirin ser piyan.”

 

Nivîsên zêde hatine xwendin

Back to top button