NE TENÊ ROJEK JI BO KU HEMÛ ROJ BIBIN ROJÊ JINÊN EM ŞER DIKIN

Jin, di wateyekdin de wateya jiyanê. Çavkaniya jiyanê.

Ji destpêka mirovahiyê heya roja me ya îro jin, di jiyana mirovan û domandina jiyanê de timî xwedî rolek sereke ye. Li ciyê ku jin lê be, jiyan lê heye. Li ciyê ku jin lê be, hezkirin, exlaq, wate, maneviyat, edalet û nirxê jiyanê heye. Li ciyê ku jin lê be, jiyan heye. Ji ber yê ku jiyanê xweşik û watedar dike rengê jinê, keda jinê û potansiyela komkirinê ya jinê ye. Mirov dikare van taybetmendiyan weke xwezaya jinê jî bi nav bike. Ev enerjiya ku di xwezaya jinê de form nagre û timî diherike, di jinê de dizivire rengê jiyan ê.

Pergala desthilatdariyê ji destpêka binpê kirina keda jinê heya roja me ya îro jî dixwaze ev enerjiya jinê bixe bin kontrola xwe û ji bo berjevendiyên îxtîdar, hest û ajoyên xwe bi kar bîne. Ji ber wê jî ev jina ku çavkaniya jiyanê bû, îro bi destê wê jiyan tê xira kirin. Ev jina ku koledarî qebûl nedikir, îro bi xwe, xwe kole dike. Di roja me ya îro de pirskirêka ku herî zêde jin pê re rû bi rû dimîne jî ev e. Pergala desthilatdariyê jin xistiye wê rewşê ku bi xwe, xwe nas neke. Bi xwe, xwedî li xwe dernekeve. Bi xwe, jiyanê xira bike. Ev polîtîka û lîstoka li ser jinê bi awayek pir zirav û di bin navê modernbûn, pêşketin û bedewbûnê de li ser jinê tên meşandin û bi wî awayî her kêlî ji jinê re koletî tê pêşkêş kirin û mulkbûyîn li ser tê ferzkirin.

Jina ku van qanûnên desthilatdariyê pêk bîne, jina herî bi namûs û xwedî exlaq e. Lê mirov nikare êdî behsa îrada wê jinê bike. Ji ber ev jin êdî bûye kole û serî tewandi ye. Jina ku wan qanûn û pîvanên desthilatdariyê napejirîne jî weke jinek beredayî, bê exlaq û jinek qirêjbûyî tê bi nav kirin. Û ev jin li her derê tê tehşîr kirin û rezîl kirin. Di rastiyê de ev jina ku tê tehşîr kirin û rezîl kirin, ji ber ku serî netewandî ye û dixwaze li îrada xwe xwedî derkeve, jina ser bilind e ku dixwaze jiyanek dij koledarî û serdestiyê ava bike. Îro bi riya dewletê ev hişmendiya zayendîperestiyê her ku diçe li her derê belav dibe û hemû civakê esîr digre. Her roj bi dehan jin tên qetil kirin û bi şîdeta mêr re rû bi rû dimînin.

Di oxira têkoşîna bidestxistina mafê jinê û îrada wê de gelek jinan canê xwe dane û bi wî awayî mafê jinê yê roja me ya îro hatine bidest xistin. Di encama têkoşîna wan jinên têkoşer de hişmendiya zilamê serdest ku jinê weke mirov jî nabîne û ji bo wî tenê metayek bi kar anînê ye hatiye têk birin û jinên têkoşer her ku diçe di têkoşîna azadiya jinê de bi ser dikevin û ev cîhana bawiksalarî ku bi mêjiyê zilamê nîjadpereset, zayendîpereset û mulkger hatiye ava kirin, carekedin ji nuve bi rengê jinê şikil digre. Ji ber wê jî ger ku em bixwazibin wateya jiyanê fêr bibin pêwîste beriya her tiştî em wan jinên ku di oxira mafê jinê de hatine şewitandin, hatine kuştin û hatine firotin bizanibin û di tu kêliya jiyanê de wan, kedê wan û heyecana wan a têkoşînê ji bîr nekin. Jinên Kurd weke şopdarê wan jinên têkoşer û aşitîxwaz, li hemû qadên têkoşînê wê heyecanê her roj zindî zindî jiyan dikin. Ji ber wê jî îro têkoşîna jinê li Rojhilata Navîn û tevahiya cîhanê bi pêşengtiya jinên Kurd tê meşandin û jinên Kurd li tevahiya cîhanê hêviya hemû jinan in.

Bi boneya roja jinên kedkarên cîhanê 8 ê Adarê mirov dikare vê bipirse çima 8 ê Adarê? Ji ber çi 8 ê Adarê? 8 ê Adarê roja bi bîranîna 120 jinan e ku ji aliyê polîsan ve hatine şewitandin û qetil kirin. Ji ber wê jî 8 ê Adarê ne tenê rojek pîrozbahiyê, rojek berxwedanê û îsyanê ye. 8 ê Adarê roja yekitiya hemû jinên cîhanê û roja lêpirsînkirina hişmendiya zilamê desthilatdar e. Ji ber wê jî weke her sal pêwîste em hemû tevgerê jinan îsal jî 8 ê Adar bikin cejna berxwedan û yekitiya hemû jinên cîhan ê. Weke ku Rêber APO dibêje “ne tenê rojek, pêwîste hemû roj bibin rojê jinan.” Pêwîste em jî bi awakirina yekitiya jinan re ne tenê rojekê, hemû rojên salê bikin rojên berxwedan û tolhildanê. Ji ber em ne tenê rojekê, ji bo ku hemû rojên salê bikin rojên jinê şer dikin.

 

 

Nivîsên zêde hatine xwendin

Back to top button