Têkildarî 25`ê Mijdarê semîner û daxuyanî

Di çarçoveya çalakiyên Roja Cîhanî ya Têkoşîna li dijî Tundiya li ser jinê de bi dirûşmeya `Dagirkerî tundî ye bi berxwedana Hevrînan em ê dagirkerî û faşîzmê têk bibin`, li kantonên Hesekê û Qamişlo semîner ji endamên jin ên Hêzên Parastina Civakî-Jin hatin orgenîzekirin. Her wiha koçberên Girê Spî daxuyanî dan.

HESEKÊ

Li bajarê Hesekê HPC-Jin bi silogana “ Tundî dagirkeriye, em ê bi berxwedana Hevrînan em ê dagirkeriya faşîst têk bibin“ semînerek li salona civînan a taxa Kelasê organize kir.

Di semînerê de Hêva Erebo axivî û destnîşan  kir ku bûyera der heqê her sê xwişkên Mêrbel de pêk hatiye li Bakur û Rojhilatê Sûriyê ji hêla artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê ve bi rêya kuştina têkoşer Hevrîn Xelef, hedefgirtina dayîka Aqîde û şervana YPJ`ê Amara dubare dibe.

Hêva diyar kir ku 25‘ê Mijdarê roja têkoşîna jinan a li hemberî tevahiya cureyên zulmê ye.

Hêva diyar kir ku jinan di şoreşa Bakur û Rojhilatê Sûriyê de xweşiktirîn destanên lehengî û fedekariyê li dijî dewleta Tirk a faşîst û çeteyên wê raber kirin. Her wiha ji ber êrişên artêşa Tirk a  dagirker li ser bajarên Serêkaniyê û Girê Spî berdêlên buha daye.

Hêva teqez kir ku gelên Bakur û Rojhilatê Sûriyê di dema heyî de rastî tundiya siyasî tê ji ber ku Tirkiyê û çeteyên wê li gel bêdengiya navdewletî herêmê dagir dikin.

Di berdewamiya semînerê de Hêva Erebo destnîşan kir ku gelê herêmê bi rêya projeya Rêveberiya Xweser gelek destkeftî bi dest xistin, proje di radeya yekemîn de li ser azadiya jinê û xwebirêvebirinê ava dibe.

Hêva balkişand ser ku dewleta Tirk a dagirker hewl dide herêmê dagir bike û gelê wê bikuje û wiha domand: ” Ji 45 rojan ve dagirkerî tevî çeteyên xwe sivîlan li Bakur û Rojhilatê Sûriyê qetil dikin, bajaran dagir dikin û demografiya herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê diguhêrin.”

Di dawiyê de Hêva Erebo pêwîstiya hevgirtina tevahiya gelên herêmê li hember artêşa Tirk a dagiker teqez kir.

Leave a Reply

Nivîsên zêde hatine xwendin

Back to top button