Di Nava Dîroka Kurdan De Jinên Ku Derketine Pêş – 2

ENCÛM YAMULKÎ: Yekemîn rêxistina jinên Kurd di sala 1919 an de bi pêşengîtiya Encûm Yamulkî tê avakirin. Navê rêxistinê Civaka Bilindkirina Jinên Kurd bû. Serokê wê jî Encûm Yamulkî bû.

Encûm Yamulkî ji malbatek arîstokrat ango çîna jorîn ya civaka Kurdan dihat. Ji xwe jinên di nava rêxistinê de cihê xwe digirin jî hemû ji çîna arîstokrat a Kurd bûn.

Encûm Yamulkî wê demê jineke bijîjk û rewşenbîr bû. Lê bingehê netewperveriya xwe ji çanda Kurdan zêdetir disparte çanda rojava.

Encûm Yamulkî bi gotina xwe ya ku dibêje “Kurd ji bona her tiştî soz nadin, lê dema ku sozek dan jî ji wê soza xwe navegerin” tê nasîn.

ZERÎFE:  Si sedsala 20 an de bi serhildana Koçgirî re weke jineke serhildêr û egîd derdikeve pêş.

Jineke welatpervere û hemû jiyana xwe bi berxwedaniya azad kirina Kurdistanê derbas dike.

Evîna xwe ya bi Elîşêr re, bi evîna Kurdistanê tê hunandin. Tim bi gotina HEVAL gazî hewdû kirine.

Zerîfe him jineke helbestvan û polîtîk e û him jî jineke serhildêr û azadîxwaz e. Gelek helbest û maqalan dinivîsîne lê piraniyên wan bi destên xayinan dikeve destê dijmin.

Di serhildana Koçgirî de di asta pêşengîtiyê de rol dileyîze û bi şerê xwe gelek jinên Kurd bandor dike. Di şerê çekdarî de bi nîşangeriya xwe deng vedide.

Di rêxistin kirin û hişyar kirina gel de xebat dide meşandin û di çareser kirina pirsgirêkên aşîran de hewildanên pir mezin dide.

BESÊ: Di serhildana Dersîmê de Besê weke efsaneyek derdikeve pêş. Ji eşîra ALAN e a ku di Dersîmê de herî bi nav û deng e û jina Seyit Riza ye.

Bi welatparêzî, şerkerî û lehengiya xwe bandoreke pir mezin çêdike û li hember dijmin şereke pir dijwar dide.

Di bin bombebarana balafiran de heyanê cepxana xwe bi dawî dike berxwe dide. Dema ku cepxana wê xilas dibe bi keviran berxwe dide û pişt re ji bona nekeve destên dijmin xwe ji zinaran de davêje.

Di serhildana Dersîmê de gelek jinên mîna Besê qehreman derdikevin. Tê gotin ku di serhildana Dersîmê de nêzî 1500 jinên Kurd ji bo nekevin destê dijmin weke Besê xwe ji zinaran de davêjin yan jî xwe bi çeman de berdidin.

MERYEMXAN: Di Sedsala nozdemîn de jiyan dike. Keçeke ji eşîra Botî ye. Ango ji Şirnexê ye. Meryemxan bi dîvana dengbêjan re mezin dibe. Her ku li gund dîvana dengbêjan kom dibe, Meryem xan jî li ser banê malê wan guhdar dike. Ji ber ku jine, nikare biçe nava dîvanê cihê xwe bigire.

Di nava civaka Botiyan de dengbêjî ji bona jinan şerm e. Ji bona wê Meryemxan bi salan tenê bi xwe re stranan dibêje. Lê dengbêjî ji bona wê weke evînê ye.

Ji sedema ku dema serhildanan û komkujiya Ermeniyan e, malbata Meryemxan ji neçarî koçberî Musulê dibin. Li wê derê bi malbata Bedîrxaniyan re têkiliyên malbatî çê dikin.

Malbata Bedîrxaniyan  ji xweşikbûn û dengbêjiya MERYEMXAN pir bandor dibin.

Piştre Meryemxan bi Mehmet Bedîrxan re dizewice. Lê piştî ku dizewicin şûnde malbata Bedîrxaniyan nahêlin Meryemxan dengbêjiyê bike.

MERYEM XAN ji wê nêzîkatiya Bedîrxaniyan re serî natewîne û zilamê xwe berdide. Ji ber ku heskirina wê ya dengbêjiyê bi eşq û heskirineke pir mezine.

Piştî ku zilamê xwe ber dide diçe Baxdatê cem xwişka xwe Elmas Xan ku bi Îngîlîzekê re zewiciye. Mala Elmas Xan ji ber zilamê wê weke malavahiya siyasetmedar, rewşenbîr û hunermenda ye.

Li wê derê Meryem Xan gelek hunermendên Kurd nasdike û bi wan re stranan dibêje. Piştî ku di nava wan hunermendan de strana dibêje bi xweşikbûna dengê xwe di demekî pir kin de bi nav û deng dibe.

Bi wî avayî di nava civaka Kurdan de weke jineke dengbêj dibe yekemîn ku plaqa xwe derdixe. Di sala 1939 de di Radyo ya Baxdayê de stranan dibêje. Niha jî gorê wê li Baxdayê ye.

RİNDÊXAN: Piştî serhildana Şêx Seyîd şûnde di bin navê Şark İslahat Planî de pêk anînên ku li ser Kurdan tên kirin, dibe sedem ku ji milê gelek eşîrên Kurdan ve berxwedan pêşbikeve. Ew berxwedanên eşîran weke serî rakirinên biçuk jî tên bi nav kirin. Ji ber ku berxwedaniyên wan eşîran qut qutî û bi herema xwe re sînordar dimîne wisa tê gotin.

Yek ji wan eşîran ku bi berxwedaniya xwe deng vedaye eşîra mala Eliyê Yunis e. Mala Eliyê Yunus herî bêtir bi berxwedaniya keça Eliyê Yunus RİNDÊXAN deng vedide.

RİNDÊXAN bi xweşikbûn û lehengiya xwe li herêmê deng dide û bi şerkeriya xwe jî dibe efsaneyek. Rindexan ji destpêkê heyanê têkçûyîna şer, weke egîdekê pêşengiya şer dike.

Lê di nava şer de Rindexan bi birîndarî dikeve destê dijmin. Fermandarê leşkerên komarê li hember navdarî û xweşikbûna wê matmayî dimîne.

Fermandarê dijmin, hewl dide dest bavêje Rindexanê. Li hember vê bêçaretiyê, Rindexan ji fermandar re wiha dibêje; “Ez girtî me, hûn xwedî her cure tasarûfa li ser laşê min in, encax ez nikarim li ser axa ku di bin serdestiya mala bavê min de ne, bi we re bim. Ku hûn di nava van sînoran de dest bavêjin min, ezê xwe bikujim”

Li ser vê yekê fermandar pirsa, ka sînorên axên bavê te li ku diqede dike. Rindexan wiha dibêje; “Çemê Batmanê sînorê me ye. Tu dikarî piştî Pira Malabadê bibî xwediyê min”

Dema ku digihên Pira Malabadê, Rindexan dibê “ez dixwazim herî dawî li axa bavê xwe binêrim” û destûra ku biçe ser Pira Malabadê dixwaze. Piştre xwe davêje çemê Batmanê.

Gotinên wê yên dawîn li Pira Malabadê wiha bilind dibe;

Ez im rinda Rindêxan

Keça mîr û axa û çiyan

Ey Tirkê Tacik

Karê we çi ye li van çiyan

Rinda bûye namdar

Ez dimirim, birîndar û bê zar

Teslîm nabim destê neyar û naçim bê ar.

 

Leave a Reply

Nivîsên zêde hatine xwendin

Back to top button