Dem dema kar û xebatê ye
Rojda Dêrik

Ez her dem li ser mijara jinan lêhûrbûn dikim û hewl didim vê mijara bingehîn çareser bikim. Jixwe her em têkoşîn dikin, lê hîn jî jin û mirovên bêguneh tên kuştin. Naxwe têkoşîna me têrker nîne. Jin û civak di nava metirsiyeke pir mezin de de ne. Tekez divê bi lezgînî werin rizgarkirin. Her ku dem derbas dibe pergal hîn hartir dibe û hew dizane wê çawa mirovahiyê daqurtîne, dawiyê li hebûna mirovan bîne.
Heke em weke jin xwe rêxistin bikin, di fikir û hestên xwe de zelal bin, tekez em ê bi sedan çareyan peyda bikin. Em ê neyarên xwe bi bin bixin. Jixwe dijmin û neyarên me di nava me de ne. Yanî di fikir û hestên me de ne. Divê em jî weke çem û robarên zelal, xwe herikbar bikin û di azadiyê de kilît bibin. Her çiqasî em qala têkoşîna azadiyê dikin, 24 saetan li ser piyan bin jî, hewce ye em berhema têkoşîna xwe pir baş binirxînin. Pêwîst e em dest ji rê û rêbazên kevnar berdin, bi rêbazên nûjen û encamgir têkoşîn bikin. Ya girîng jî ew e bê em çi encam digirin û çawa serkeftinê qezenc dikin.
Ez gelekî li ber jinan dikevim. Her dem di navbera xwe û nefsa xwe de dibêjim ku divê em jinan û êşên wan his bikin. Ji bo em ji wan re bibin derman û wan rizgar bikin, divê em ji her demê bêhtir bixebitin. Divê em têkoşîna xwe deh qat zêdetir bikin. Ji ber êrîşên pergala mêrperest û desthilatdar di van çend salên dawiyê de pir zede bûne. Wiha li jinan hatiye ku hew dikarin bêhna xwe jî bi rengekî azad bikişînin û di nav lepên qirkirinê de dikin hawar. Weke jin û ciwanên azadîxwaz divê em çalak bibin, serê xwe li hemberî zilm û zordariyê bilind bikin, dawiyê li şer û tundiyê bînin.
Divê hemû jin û beşên civakê bizanin ku azadî ji bo me dermanê herî baş e. Hewce ye, em ne bi du destan bi deh destan têkoşîn bikin. Ji bo em xwe weke zayend û civak rizgar bikin, têkoşîn hewce ye. Divê ji hela hemû jinan ve were zanîn ku koledarî qedera me nîne. Em ji dayika xwe kole nehatine dinyayê. Piştre bi destên mêrên serwer û kujerên kastîk em hatine kolekirin. Niha jî dema azadiya me hatiye. Divê em hemû xwe di xeta azadiyê de bikin yek, dawiyê li desthilatdarî, tundî û kuştinê bînin. Her wiha divê em pergala navendî ya sermayeparêz têk bibin. Tişta herî xerab di vê dinyayê de koletî ye. Tişta herî xweş û qîmetbilind jî azadî û wekhevî ye.
Ez jî ligel heval û hogirên xwe her di nava têkoşînê de me, ji bo azadiya jin û civakê ez ê her tim têkoşîna xwe bilind bikim, xwe di serkeftinê de kilît bikim. Pêwîst e her kes di aliyê xwe de têkoşîn bike. Divê civak jî xwe bi rengê komînan rêxistin bike û çalak bibin. Weke dayik û bavên me Kurdan gotine, destê tenê deng jê nayê. Divê em hemû bi hev re vê têkoşînê bibin serkeftinê. Jixwe dem dema kar û xebatê ye. Pêwîst e em vê bizanin û xwe rêxistin bikin. Mezin û biçûk saxlem û nexweş, di serî de jî gaziyên ji bo azadiyê gelek berdêl dane divê di aliyê fikir û vîna xwe de xwe xurt bikin da ku em serkeftinê qezenc bikin.




