Xwe Parastin û Zanista Şer

Ji Edîtor:

“Jin, zarok, kal û pîr, weke beşên civakê yên ku pêdiviya wan bi alîkariyê heyî têne pênasekirin. Ji bo jinan jî dibêjin, ji ber ku nekarî ne stratejiyekê ava bikin, bedenên wan nazik in, lewaz in û pir atifî ne. Ango bi vê yekê re girê didin. Bi hezaran sal in jî wiha dinirxînin. Mîtolojiyan, dînan, zanistan û hunerê gelek caran propagandaya vê yekê kirine, weke ku divê jin her tim ji aliyê zilaman ve bêne çavdêrîkirin û parastin. Ji ber vê jî bav, bira û mêr, ji ber jinan weke namûsa xwe dibînin “diparêzin”. Bi zimanê Latînî peyva famulî di roja me ya îro de bûye peyva family(malbat) û ev peyv jî tê wateya hemû koleyên ayîdê zilamekê. Ango peyva malbatê wer nayê wateya çîroka evînekî şox û şeng, nayê wateya yekeya civakî ya ku ji zarokên ku weke fêkiyê wan kesên ku li ser balgiyekê pir dibin. Ji ber vê jî serpereştên malê li gorî vê yekê koleyên xwe, ango jinên kole diparêzin.

Di civaka nûjen de jî polîs, leşker, dewlet û zagonên wan jinan “diparêzin”. Diyar e, ka ew kesên di van saziyên ku mêrantî lê tê sorkirin de teşe digirin, çawa jinan diparêzin. Ango ew, wan kesên ku tecawûzê li jinên girtî dikin, li kolanan bi pora wan digirin û dixişikînin û tacîz û tecawûz dikin diparêzin, ne jinên ku rastî van pêkanînan hatine û li mafê xwe digerin. Di civaka nûjen de dibêjin, ev zilamên dewletê yên ku wê rojê li balafirxaneyê serê jinên ku çalakî dikirin li kursiyan didan, jinan diparêzin.

Niha, li hemberî bedenê jinê ya ku di pornografiya kapîtalîzmê de parçe parçe tê firotin û amûrekî cinsî tê dîtin, ji aliyê olî ve jin bi çarşefan tê poşandin û ev yek jî weke şêweyekî parastinê tê nirxandin. Kapîtalîzm, ji çarşefê rizgar dike û pêşkêşî bazarê dike, dînparêzî jî weke şêweyekî parastinê jinê li malan heps dike û wer hewldide biparêze. Her weke ku li ser şopa Bûlend Arinc’ê ku dijminê jinê ye bimeşin, mûftiyê ku ji aliyê dewletê ve hatiye erkdarkirin dibêje, “mirov ji kesên ku di hejdeh saliya xwe de zina kirine re ti tiştî nebêje û rabe li hemberî tecawûzkirina bebikekî 17 mehî nerazîbûnê nîşan bide, weke ku mirov rondikên timsahan birijîne ye”. Bi vî rengî jî tecawûzkirina zarokan rewa dikin. Heceta vê yekê jî bi hepsnekirina jinê re girê dide.

Bi pêşketina tevgerên azadiya jinê re, hêza rêxistina jinê û malên xwe spartinê, ji bo jinan bûne qadên xwe parastinê. Ev hewldana ku di nava sînorên ku dewletê xîzkirî ne de tê kirin, bi awayê ku tenê li hinek bajêran pêk bê, tenê dikare encamekî sînordar bi xwe re bîne. Di encamê de beşekî zêde yê jinan bê parastin dimînin. Ev rewş çendîn bidome û hejmara kujer û dijminên jinan ku her roj zêdetir dibe, ji bo jinan êdî jiyana bê parastin heram e. Ango weke jin, êdî ne gengaz e mirov bêyî ji bi awayekî rasterast an jî ne yekser ji van bûyeran bandor nebe û jiyana xwe bi awayekî asayî bidomîne. Tenê ne ku mirov rabe alîkariya hinek kesan bike, divê hesabê ji vê sîstema nêrane bipirsin û bêyî xwe bidin paş, ji ber ku êdî ji jinê re derfetên jiyankirinê nema ne, dibê bi serwextiya bê parastin mayîna cewherî re tevbigerin.

Em di mijara têkoşîna li hemberî wan hemû zilam û saziyên wan ên ku jinan qetil dikin, her wiha li hemberî DAÎŞ’ê, AKP’ê, Îran’ê û hwd. Dereng ma ne ku gavên şênber bavêjin û cidîtir nêzîk bibin û xwe biparêzin. Ji ber ku em dereng dimînin, hê jî bi hezaran jin di destê DAÎŞ’ê de ne. Hê jî ev metirsî didome. Em nikarin bûyerên hovane yên ku rojane diqewimin jî ji vê yekê cudatir binirxînin.

Em ji jiyanên xwe û her wiha ji bûyerên rojane dizanin ku ka sedemên ve yekê çi ne û divê jin xwe bi çi awayî biparêzin. Fîzîka me, eqlê me û hestên me, di mijara parastina cewherî de ji me re nabin xalên kêm(dezavantaj), gelek caran ji me re bûye wesîle ku em baştirîn şêwe nirxên xwe biparêzin. Divê êdî ev ezmûna jinên Kurd a mezin ji çiyayan ber bi bajêran, taxan û malan ve biherike. Divê zanebûn, perwerde, sazî û rêxistina vê yekê bê pêşxistin; beriya ku tevkujî û trajediyên nû bêne jiyankirin!

Ji ber vê yekê jî divê di serî de perwerdeya keçikên ciwan ku Rêberê Gelê Kurd Abdullah Öcalan gelek caran aniye ziman, ji malbat û dewletê re neyê hiştin, qadên ku bikaribin ji her aliyekê ve xwe gurçûpêç bikin bêne vekirin. Her wiha divê li her taxekê, li her cihê ku rêxistinî lê heye, zemînên hevbeş ên berxwedan û palpiştiya jinê bêne pêşxistin. Li şûna, piştî ku jinek tê kuştin an jî tê brîndarkirin daxûyaniyên çapemeniyê yên asayî û rûtîn bêne dayîn, pêwîst e di serî de li hinek qadên pêş, li hemû taxan bikarin li hemberî êrîşên dijî jinan xwe rêxistin bikin û mekanîzmayên wer avabikin ku bikarin di dema xwe de dest li bûyeran werbidin. Pêwîst e di van mekanîzmayan de yekeyên ku bi awayekî çalak tevbigerin û dad û edaleta hewce pêkbînin, hebin. Ji bo perwerdehiya yekeyên ku hemû mafên jinan bi awayekî mahîrane û pisporane biparêzin, divê zemîn û derfetên Tevgera Azadiya Jina Kurdistanê bêne nirxandin û jê sûd bigirin.

Tirkiye ku her diçe dibe dewleta polîsan û di vî warî de jî zagonên nû têne derxistin û her wiha avahiyên faşîst û çete yên ku weke DAÎŞ û Hîzbûl-kontra’yê dixin tevgerê, parastina cewherî êdî ji bo civakê bûye mijareke ku divê demildest bê pêşxistin. Operasyonên nû yên qirkirinê li hemberî Tevgera Azadiyê têne kirin. Ji bo ku careke din berdêlên giran neyên dayîn, divê jin demek beriya demekê bikevin tevgerê, hem li hemberî operasyonên qirkirina siyasî û hem jî li hemberî tevkujiyên dewlet, mêr, hevser û tevkujiyên hêzên paramîlîter û bikirêgirtî amadekariyan bikin. Faşîzm ji Ciwan û Jinên ber bi serkeftinê we diçe ditirse, ji ber wî li her qadê de ji wan re astengiyan çêdikin. Divê êdî ev ezmûna şoreşa Partiya me a mezin ji çiyayan ber bi bajêran, taxan û malan ve biherike.

 

Nivîsên zêde hatine xwendin

Check Also
Close
Back to top button