AZADÎ JI ZAROKATIYÊ DE DEST PÊ DIKE

Rêber APO

Hîna tê bîra min: em li ber siya mizgeftê bûn. Min vegot, vegot… kalo serê xwe vedigerand. Digot; “Kurê min, em weke darên ziwa ne. Ma tê niha me şîn bikî? Ev yek dibe bîranîna min a yekem û êz hîna ji bîra nakim. 1994’an de helbestvanek hatibû gel min, gotineke min anî bîra min: got “di kevir de şînbûna gulê”, yanî ez weke guleke di kevir de şîn hatime, yan jî ez dê bibim. Ji dara ziwa şînkirin, di parçeyeke kevir de weke gulekê şîn hatin…

Hun hêrsa me dizanin.

Azadî ji zaroktiyê de destpê dike. Ji berê de her min dixwast em bi hev re bimeşin. Di xebat û lêyistokên zarokan de, bûyereke ku herî zêde ez pê dilxweş dibûm, pêşxistina meş û xwepêşandana zarokan bû. Ji bo ku ew lêyîstokên tên zanîn ez tiştekî biafirînim, min ji hezar çeman av dida hev. Lê bi hev re. Bi tenê lêyîstin nîne. Min gelek lêyîstik derdixistin. Bi şev û roj min ew di tevgerê de digirtin. Jixwe di wê aliyê de ez hindekî navdar bûm. Her kesî zarokên xwe vedişartin. Digotin: “radestî vî nekin”. Piştre Kemal Burkay jî heman tişt var. Lê hîna wê demê jî yên ku wisa digotin gelek bûn. Ez weke nêçîrvanan li dor malên wan digeriyam. “dîsan” digotin, “hatiye dê bi hişên zarokên me bilêyîze”. Gelek bûn û hindekan zarokên xwe kirin fermanber. Lê ez dê wan dîsa jî bigrim. Heke em rojekê herin gund ew zarokên ku ji me veşartin ez dê bigrim hemberî xwe. Ez dê dîsan bibêjim “werin”. Ez dê wan li meydanekê bicivînim û wan fêrî lêyîstokan bikim. Vaye, min bi qandî dixwast min nekarî ez bi zarokan re jî bilêyîzim. Azadî nîne. Ya me dixwast ne şer bû, tenê lêyîstikeke bi zarokan re bû. Lêyîstikên erzan: li çiyan meş, komkirina pîvokan, komkirina gîha, nêçîra civîkan… hewla me hemû ji bo vê bû. Me pir kêm dikşandin lêyîstokê, niha jî tên. Min got, azadî di zaroktiyê de destpê dike. Ez pir li çiyan dimam. Tiştên xwarinê min didan hev, nêçîra civîkan dikir… ya rast zêde civîkên nêçîrê jî nebûn, lê min ewqas kevir diavêtin ku… Bi qandî ku tê bîra min li banî min li çend civîkan da. Wisa min xistin erdê. Xefikên ku min çêdikirin hebûn. Min gelek tivîlk nêçîr dikirin. Bêguman, çar pêncên wan bi hev re nêçîrkirin, serkeftineke mezin bû. Û êdî ew min bi xwe dipijandin. Vê yekê bala zarokan kişand. Li dûv civîkan min ew hetanî dolê dibirin. Û ji wan civîkan min her parçeyek dida yekî.

Ew hîna di bîra min de ye. Piştî ku min ew civîk nêçîr kirin min xistibûn nava kirasê xwe. Bi çar çavan min çavdêriya der û dora xwe dikir. Ji ber ku dewlemendiyeke mezin di berîka min de heye! Dikarîbûn min bigrin. Yek hema hindekî bibêje “were” ez dê hema xwe biavêjim, derfeta girtina min nîne. Min wisa di dilê xwe re derbas dikir: “ne malbat, ne gundî dê min negrin… ez dê weke zanîna xwe van civîkan bipêjim…”Li pêşiya gundê me darek hebû. Me jê re digot tavî, yanî dara tavê. Dareke gelekî mezin bû. Belkî jî temenê wê sed sal didît. Di germa havînê de ez her dem diçûm bin siya vê darê. Bi qandî ku min dinasî wisa sê darên tavî hebûn. Her sê jî hîna ji bo min pîroz tên. Ez li siya yekê ji wan bûm. Wisa germa havînê jî lê dida. Digotin, “teknîk tê”, “li avê digeriyan”. Bêguman dilopeke avê ji bo min di balkêşiyeke awarte de bû. Heta hindekî ji wir wêdetir, cihekî weke şikeftokan hebû. Min navê wê ji bîra kiriye. Di biniya wir de dilop bi dilop av kom dibû. Di germa havînê de satilek av heye. Gihiştina wê, bêguman dîsan balkêşiyeke awarte bû. Min xwe dirêjî dikir, pir bi zehmetî di nava şîkêran de wisa min xwe dikemişand, dema devê min bi wê avê diket, min dilxwaşiyeke mezin hîs dikir. Ew av hîna bi hemû zelaliya xwe di bîra min de ye, vaye armanceke wisa ye. Piştî min ew teknîk jî dît, pêwîstiya li ser zêdekirina têgeha welat min wiha dît: li dijberî ev hişkahiya mezin mirov dikare çi bike? Gelo ev li kîjan aliyê gundê me ye? Ma av li dolê ye? Çawa dikare were meydana ev zewiyê han?

Erê, hindek avên dîtirê jî hebûn. Lêgerîna avê girîng bû. Wê demê av dikirin kupan û ez ji paleyê dihatim. Dema di germa nîvro de me wisa xwe diavêt, hemû armanca me wisa vexwarina taseke av ji kup bû. Ma te digot tas çibû? Tiştekî ku biniya wî zingar girtiye. Dîsan av misoger nîv bi nîv tijê toz e. Lê hindekî di kup de cemidiye. Te digot qey cîhan dibû ya me. Piştî wê jî em rûdiniştin. Dîsa me gêrmiya sawarê ya tamxweş dixwar. Ew gêrmiya dayîka xwe ez gelekî diecibînim, ez bawerim hîna kesekî ku wisa gêrmiyê çêbike nîne, yan jî wê demê bi min wisa dihat. Jiyan ew bû: tasek av, pariyek gêrmî. Dîsa me curn digot. Dema mirov wateya xistina serê xwe ya nava curn û vexwarina avê nizanibe; Bi çawabûyîna axên ziwa û çawaniya zindîkirina xeyala wê jî nizane. Dîsan bêyî ku di nava xwîn û xwîdanê de mirov palê neke, tama xweşiya gêrmiyê jî nayê fêmkirin. Hevalbendiyên min ên jêneger hebûn. Li gor vê hevalên kedê yên baş bûn. Bi hev re baş nêçîrkirin, dîsan bi maran re eleqedarbûn, ji dolan xweş derketina girên bilind û di vê mijarê de zanîna wan a bi min re tiştên giranbiha bûn. Hîna tê bîra min Her tişt tê bîra min hemû rêkên ez tê re meşiya me, hemû kesên derketine pêşberî min. Em ji mala me bigrin, malên mirovan, dîsa coşên lêyîstokan, lêgerînên nan û lêgerîna dibistanê… Pir Balkêş e; baxçeyeke ji darê fistiq û zeytûnan hebû. Çûyîna me ya dibistana seretayî di rojevê de bû. Hewayeke wisa çêbûye ku dibêjin hun dikarin herin dibistanê yan jî ihtimala çûyînê heye. Berbi payizê em diçin. Wê demê dema min destên xwe sparte ew dara zeytûnê ez wisa hizirîm “gelo ev mamoste şêr in, piling in, gur in? Dê çi ji min bikin.” Wê demê rastiya mamostetiyê min wisa fêm dikir: “ev dikarin çi ji min bikin? Kî ne ev?” û tu hîna neçûye dibistanê, tu tiştekî nizanî, bi taybet jî tu Tirkî nizanî… Ez hesas bûm. Cîranekî me hebû, kesekî ez lê baldar bûm, ji min mezintir bû. Xwedî çekeke Qeredaxî ya ku ji sedsala 19. mayî bû, bostek dirêjiya wê hêbû. Destpêkê saçmeyên wê dadigirt pişt re barûta wê û wisa diteqand. Ew çek jî hîna di bîra min de ye, yekemîn çek a min nas kiribû. Pînek hebû. Pir caran mar dikete vê pînê. Wisa marên reş bûn. Tam ji keviya dîwarê me û cîranan derdiketin. Bêguman ez dê bi mar re mijûlbama. Ji bo mar ez dibêjim cîranê xwe “dê ka were ji bo mar wê amrazê bi kar bîne”. Lê cîranê me ez zikreşî kirim. Nîv demjimêrê wisa tetik radike li bendê disekine, disekine û disekine… “min got ev çi amraz e” li gor dilê min bi têrahî neteqand. Min got, em zikreşî kirin. Lê her dem jî li ser wî bû. Ji bo wî ev nîşana hêzê bû. Me zêde wate neda çeka wî, lê hîna tê bîra min. Erê, wê çekê ew bihêz dikir, ji bo wî avantajek bû. Ji wê pînê jî marên wisa derdiketin. Di dîwarên malên me de hêlînên kevokan hebûn. Dema mar derdiket û xwe nîşanî me dikir em gelek peroşmend dibûn. Em derdiketin jor, me kevir radikirin, silum dianî. Ma dê tu bi çi li mar bixî? Ew şerekî pir rişt (cidî) bû. Ketiye pîne çend cêlik xistine zikê xwe. Dîsa di çavê diduyê malê de mar heye. Yanî ev di nava malê de ne. Tu di heman cihî de radizî. Ev tê wateya hawirdoreke pir rişt û xeternak. Vaye me dixwast em bikujin. Lê em zêde bibandor nebûn. Piştî wê her ku çû me kuştina maran bi ser xist. Azweriya kuştina mar her ku çû vegeriya rastiyê.

Di min de aliyê welatparêziyê xort e. Weke ku ez dizanim çawa bi xwezayê re tê jiyîn, bi hêsanî ez wê ji bîra jî nakim. Ez li mayîna li wan qiracan, dolan û xirbeyan tu caran eciz nedibûm. Lê gundiyên me yên wê demê her dem direviyan. Jixwe teşeyê reva ji wan axan qet li xweşiya min nediçû. Ji ketina wan a nava jiyaneke hêsan pir eciz dibûm û vê yekê her dem ez didam hizirandin. Ez her dem li ser wendakirina wan mirovan dihiziriyam. Lê pirsa “ez bibim mirovekî çawa jî” ji bo min bêpersiv bû. Di vê derê de pirsgirêka hêzê derdikeve holê. Tu qebûl nakî, lê ma tê çi bikî? Vaye sebr, xwe gihiştandin, taktikên jiyanê pêşve xistin û yekemîn hesta dijminiyê. Min lê temaşe kir, dê malbat min mezin bike û ez dê bi malbateke mirovan re şer bikim. Ji bo ez pêşiya vê yekê bigrim, min bi kurê cîranan Hesen re têkîliyeke veşartî pêş xist. Ew li cem min pir bi wate ye. Ew, têkîliyeke pir girîng a taktîkî ye. Li dij paşverûtiya feodal têkîliyeke girîng e. Û min zarokên wê malê cîranan baş didîtin. Yên herî zêde ez dikişandim ew zarok bûn. Min zêde ji yên din hez nedikir, ji zarokên mirovên xwe jî. Min zêde bal nedida wan. Ev, girtibûna min a ji têkîliya feodal re û daxwaziya min a aştiya bi wan re nîşan dike. Pêşveçûyîneke awarte ye. Ez di temeneke pir zû de li dijber şêwazê şerekî ku Kurdistan qedandiye radiwestim û vê li gor xwe dadihûrînim. Ez zarokbûm, min dixwast ez zarokan bi ser xwe ve bikşînim; ji bo ez bikaribim bibim civat, hindekî bibandor bim û ji bo ez kêmekî ABC yê fêr bibim. Hindekî bi nêçîriya ji çep û rast, bi berhevkirina pîvokên li çolê û heke hebe bi anîna hindek tiştên ji rez û bîstanan rêxistinkirinên min ên destpêkê destpêdikin. Û yek bi yek min li hemûyan belav dikir. Yanî dema zarokek tê derûdora min dizane li gel min tiştek heye. Erê, min xwe dikir çavkaniyeke dewlemendiyê. Di gund de yekemîn komên zarokan min wisa ava kir.

Dahûrandina “Ziman û Çalakiya Rastiye”

Nivîsên zêde hatine xwendin

Back to top button